Ciwanên hunermend li Navenda Çand û Hunerê ya Gokuşagi ku di bin sêwana Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê de xebatan dike bi fikir û bîrdoziyên cûda, hunerek pir reng pêşdixin. 2 sal berê şanoya bajar hat girtin. Ciwanên şanoger biryar dan ku mala hunerê vekin û Navenda Çand û Hunerê ya Gokuşagi vekirin. Ciwanên şanoger her hefte provayan dikin, şevan amede dikin, derdikevin ser dikê û gelek caran jî şanoya kolanan li dardixin. Lê ji ber pir rengbûna xwe ji aliyê saziyên dewletê ve rastî astengiyan tên. Ciwanên şanoger diyar kirin ku ew bi hevaltî, keda bê madiyet û hezkirina hunerê xebatên xwe dikin. 
Lîstikvan û nivîskarê senaryoyan Ufuk Gultepe diyar kir ku şanoyê ew anîn cem hev lê ew bûn xwedî hevaltî û keda bê madiyet. Lîstikavanên ciwan li gel ku temenê wan pir ciwane jî lîstikavaniya wan di astek pêşketî de ye. Lîstikvan Hakan Înan (25) da zanîn ku ew her hefte carek bi awayê xwezayî dilîzin û ew jî dibe sedem ku lîstikvaniya wan xezayî be. 
Lîstikvan Kubra Gumuş (23) jî anî ziman ku li Dîlokê şanogerî zehmete lê bi taybetî ji bo jinan bêtir zehmete.


DÎHABER / DÎLOK