
Çîrokbêja 63 salî û parazvanê sanikêyan ya ji Dêrsimê Selvi Işik, diyar kir ku bi taybetî dema ku radyo û televîzyon tine bûn, sanikê ji zarokan re dihatin vegotin. Işik, anî ziman ku sanikê bi awayekî çîrvanokan dihatin gotin, hin ji wan zû xelas dibûn û hin ji wan jî bi saetan û bi rojan dihatin gotin. Işik got, dema sanikê (çîrok) ji zarokan re dihatin gotin bêyî zarok aciz û ziwêr bibin bi meraq û sebreke mezin li van çîrokan guhdarî dikirin.
Bila bên parastin
Işik, destnişan kir ku ji ber niha zêde nayên vegotin û nayên guhdarîkirin sanikê ber bi nemanê ve diçin. Işik, xwest sanikê bên parastin û got: Em dixwazin zarokên me û neviyên me jî bi van sanikêyan mezin bibin. Em dixwazin fêr bibin û ew jî ji zarok, nevî û nevîçirkên xwe re bibêjin.”
DÊRSIM