Şoreşa Rojava wekî her warê jiyanê li çand û hunerê jî di qonaxa ji nû ve avakirinê de ye. Şanogeriya Kurdî yek ji meydanên hunerê ye ku herî zêde bi pêş ketiye.  

Xebatên şanoya Kurdî berî niha ji ber zextên rejîma Baasê bi awayekî veşartî ji aliyê çend hezkiriyên şanoyê ve dihatin meşandin. Şanogeran wê demê jî ev xebat weke parçeyekî têkoşînê didît û bi vê erkê radibûn. 


Temaşevanên destpêke karker bûn

Xebatkarên şanoyê ji ber zextên rejîmê pîyesên xwe yên destpêkê li nav erdên genim, li nav erdên pembû an jî di bin darên zeytûnan de ji karkeran re nîşan dida. Tevî astengiyan ji bo cejna Newrozê jî her tim xebateke wan a taybet hebû û li her bajarî ji bo pîrozbahiyên Newrozê şano dihate amadekirin. Li hemberî zextên dewletê gel li derdora dikê dibû mertal û dika Newrozê diparast.

Bi demê re elaqeye gel a ji şanoyê re jî zêde bû, lê ji ber qedexeyên heyî nikarîbûn xwe bigîhînin gel. Ji ber vê yekê lîstîkên şanoyê bi kamerayê girtin, kirin kaset û ev mal bi mal belavkirin. Lîstîka bi navê ‘Bavê Teyyar’ yek ji van bû. Kasetên vê lîstîkê ne tenê li Rojava, li parçeyên din yên Kurdistanê û Ewrûpayê jî belav bûn. 

Xebatkarên şanoyê dema nû dest bi xebatê kirin, hin şanonameyên cîhanê jî wergerandine Kurdî û lîstine. 

Niha li hemû bajarên Kantona Cizîre, li Kobanê û Efrîne bi dehan xebatkarên şanoyê û komên şanoyê hene. Hin ji van koman girêdayî TEV-ÇAND’ê, hin ji wan jî serbixwe ne. Bi xebatên xwe yên demdirêj ji bo nifşên nû, bingeheke xurt û dewlemend dideynin. 


Kelecana festîvala şanoyê

Li Rojava pêşketina şanoyê xwe bi lidarxistina festîvala şanoyê da der. Festîvala yekemîn, par di meha Adarê de bi tevlîbûna gelek komên şanoyê pêk hat û qonaxek nû afirand. 2’emîn festîvala şanoyê îsal wê di 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê, ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve were lidarxistin. Festîval wê li bajarê Qamişlo, li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo pêk were. 

Tevî Qamişlo, ji bajarên Dêrikê, Tirbespiyê, Rimêlan, Amûdê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û ji Kantona Kobanê jî komên şanoyê wê tevlî bibin. Ji ber şerên rû didin û pirsgirêkên ewlekariyê şanogerên ji Kantona Efrînê wê nikaribin beşdar bibin. Berî festîvalê komîteya TEV-ÇAND’ê di navbera 13 û 20’ê Adarê de li hemû bajaran komên şanoyê ku dixwazin tevlî festîvalê bibin, biceribîne û yên beşdarî fînalê bibin, diyar bike. Lîstîkên hatine hilbijartin wê di 27’ê Adarê de di fînalê de derkevin ser dike. 

Komên şanoyê bi kelecanî amadekariyên xwe yên dawî dikin û di nav liv û tevgereke mezin de ne. Li bajarê Qamişlo jî 4 komên şanoyê yên beşdarî festîvalê bibin, provayên xwe yên dawî dikin. 


‘Divê şanoger têmaşevanên xwe çêbikin’

Ji xebatkarên şanoyê Cemîl Ehmed ku 25 sal in şanogeriyê dike hem di dema rejîma Baasê hem jî di Şoreşa Rojava de xebat meşandiye û şahidê li hemû qonaxên şanoyê bûye. Bi şanoya Erebî dest pê kiriye, lê piştî ku têkoşîna gelê Kurd nas kir, di nav xebatên muzîk û şanoya Kurdî de cîh girtiye. Cemîl Ehmed tîne ziman ku piştî şoreşa Rojava ji bo çand û hunera Kurdî deriyekî nû vebûye û gelekî bi hêvî ye. Ehmed dibêje, ‘’Yek ji berpirsyariya şanogeran ew e ku gelekî ji şanoyê hez bike. Weke TEV-ÇAND’ê ji bo em şanoya Kurdî bi pêş bixin me barek daye ser milê xwe. Xebatkarên şanoyê girîngiyê bi vê yekê didin. Ji bo bipêşxistina xebatê derfetên me pir in, ti astengî nîne em dikarin, encam bigirin. Kêmasî heye, lê belê ev dikarin werin çareserkirin.’’


Xebatên senaryoyê lewaz man 

Cemîl Ehmed diyar dike ku di pêşketina şanoya Kurdî de yek ji qelsiya herî mezin, nivîsandina şanoyê û senaryo ye û ev lewaz maye. Lê di wê baweriyê de ku di demên pêş de wê senaryoyên baş jî derkevin holê. Ehmed, lidarxistina festîvalên şanoyê jî ji bo bipêşxistina şanoyê û senaryoya Kurdî weke firsendekê dibîne û dibêje: ‘’Berî niha gelek şanoyên biyanî, yên cîhanê bi Kurdî hatin pêşkêşkirin. Ji bo destpêkê me pêdivî bi bingehekê dît û em li mînakên cîhane vegeriyan. Ew ji bo me qonaxek bû û weke perwerde, dibistanek bû. Lê îsal senaryoyên me piranî Kurdî ne. Daxwaza nivîsandina senaryoyên Kurdî bi pêş dikeve.’’


‘Em dikarin asîmîlasyonê rawestînin’

Cemîl Ehmed balê dikşîne ser şerê li dijî çanda Kurd û asîmîlasyonê jî û diyar dike ku bi medyaya civakî, rêzefilm û ragihandina dewletê, dixwazin bandorê li ser civakê û ciwanan bikin. Ehmed weha hişyar dike: ‘’Gelê Kurd ku bi salan e têdikoşe û şoreşê ava dike, dikare pêşî li asîmîlasyonê jî bigire. Li hemberî vê lehiya asîmîlasyonê divê em ji bo gelê xwe bibin pirek û wê bê bandor bikin. Bi pêşxistina çand û hunera xwe em ê karibin vê bikin.’’


Şanogerên jin zêde dibin 

Heyfa Çolî jî li Rojava yek ji hunermenda jin a herî kevn e. Ji sala 1998’an ve di nav xebatên şanoyê de ye. Ji ber jin e, dema dest bi şanoyê kiriyê, tevî qedexeyên rejîma Baasê rastî astengiyên civakê jî hatiye, lê hezkirina wê ya ji şanoyê re nehiştiye ku paş ve gav biavêje. Di her lîstîka şanoyê de xwestiye hest û êşên jinê yên veşartî, dengê wê û berxwedana wê îfade bike. Bi pêşengiya jinê ya di Şoreşa Rojava de, weke qadên din êdî li ser dikên şanoyê jî hêjmara jinan zêde dibe. 

Heyfa Çolî ji vê yekê gelekî kêfxweş e û hestên xwe wiha tîne ziman: ‘’Dema ez di şanoyê de cîh digirim, hîs dikim ku hestên dayîkên şehîdan, jinan û kesayeta wî însanî tînim ziman. Herî zêde jin dikare hestên jinê bîne ziman. Şanogerên jin zêde dibin û ev tevî xebatên şanoyê wê hêzeke mezin bide hemû jinan jî.’’ 


‘Divê hunermend berpirsyariyê rakin’

Heyfa Çolî berî niha di koma bi navê ‘Bavê Teyyar’ de cîh girtiye. Berî niha hem li Başûr û Bakurê Kurdistanê, hem jî li Ewrûpayê derketine turneyê jî.

Niha li Qamişlo xebatên şanoyê dike, lê belê lîstîkên xwe li bajarên din jî nîşan didin. Heyfa Çolî jî balê dikşîne ser nêzîkatiyên popûlîst û dibêje, ‘’Xebatê şanoyê qasî stranbêjî di medya û televîzyonê de cîh nagire ji ber vê yekê daxwaza ciwanan zêdetir ji lîstikvaniye zêdetir li ser stranbêjiyê ye. Divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin û van qehramaniyan, vê êşa ku gel dikişîne ragihînin gel. Rola herî mezin dikeve ser milê hunermendan. Pêwîst e em vê berpirsyariyê bi cîh bînin.’’ 


Şano wê wêjaya Kurdî bi pêş bixe

Lîlav Abdullah berî demeke kin tevlî xebatên şanoyê bûye. Tevî şanogeriyê li Peymangaha Şehît Viyan mamostetiyê jî dike. Xebatên şanoyê weke xebatek ji zimanê Kurdî dibîne bi daxwazeke mezin vî karî dike. Her wiha dibêje, xebatên şanoyê ji bo nasandina şoreşê û nirxên netewî jî gelekî girîng in û weha dewam dike: ‘’Em di bin şerekî dijwar de van xebatên şanoyê dimeşînin. Lê hîn jî eleqeya ji şanoyê re qasî tê xwestin nîne. Ji bo ziman û wêjeya Kurdî yek ji gavên bingehîn jî em dikarin di qada şanoyê de biavêjin. Em dixwazin bibin deng û neynika vê şoreşê û ji civakê re vê rastiyê nîşan bidin. Em çawa bimeşin emê rojên pêş jî bi vî rengî biafirînin. Niha sîtranên me, şanoya me û sînemaya me bi zimanê Kurdî ye. Em li van nirxên netewî jî xwedî derdikevin. Emê vê mîrasê ji nifşên din re jî bihêlin.’’ 


Xeyala xwe pêk tîne

Alî Ferman jî sala 2012`an dest bi şanoyê kiriye. Di zaroktiya xwe de xwestiye ku bibe şanoger û niha vê xeyala xwe pêk tîne. Alî Ferman jî dibêje ku ‘’Dema min cara yekê di şanoya Kurdî de cîh girt mîna çûkekî ku baskê wî ji nû ve çêbûne bifirê ez gelekî kêfxweş bûm. Li ser dikê ez bi zimanê dayîkê diaxivim û ji bo min ya herî girîng ev e.’’ 

Ew jî xebatên şanoyê weke yek ji xebatên avakirina şoreşê dibîne û ji ber vê serbilind e. Alî Feman weha dewam dike: ‘’Divê em ji bîr nekin ku dijminên me di warê çandî de jî li dijî me şerekî dike û dixwaze çanda me tine bike. Dema em çanda xwe pêş dixin, em li dijî vê jî şer dikin. ‘’


Ji zaroktiyê dest pê dikin 

Komên şanoyê yên zarokan jî hene û niha 25 zarokan dest bi perwerdeyê kiriye. Yek ji wan jî Rewşen Çolî ye û ew jî xwe amade dike ku di festîvala şanoyê de derkeve ser dike û niha li ser hev provayên xwe dike. Hêviyên Rewşen jî mezin in û weha bang dike: ‘’Min tim dixwest bibim şanogerek. Dema ez di şanoya Kurdî de lîstim, gelekî kêfxweş bûm. Dixwazim hevalên min yên din jî werin, tevlî vê xebatê bibin. Ez di dema pêş de dixwazim perwerdeyekê bibînim û bibim şanogerek.’’ 


DENGÎR GUNEŞ / QAMIŞLO