Li Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Şanoya Kolanan a Merîwanê ya 12’emîn, doh di roja xwe ya çaran de dewam kir. Di çar rojên pêşîn ê festîvalê de bi sedan lîstik hatin lîstin. Pêr jî 32 lîstik hatin pêşandan.
Şanogerên ku ji welatên cihê hatine, li Meydana Şanoyê, Peravê Gola Zerîbarê, Meydana Stadyûmê, Meydana Serbaz, Parka Şehrîwers, Meydana Bave Reşî, Parka Ziryan û Şineyê lîstikên xwe pêşkêş kirin.
Piştî lîstika “Sînorê dawîn ê xebatê” yê ku li ser kolberan e, temaşevanan bi deqeyan slogana “Bila êdî kolber nemirin” got.
Xelkê Merîwanê jî, xwe bi mêvandarî dizane û pêr ji komek şanogerên piştî lîstikê daketin sûkê, dikandaran pere nestandin û ji wan re got, “Hûn mêvanên me ne.”
Palyaçoyekî ku ji Ûkraynayê hatibû beriya lîstika xwe got ku, “Ez dikarim bibêjim, Merîwan bajarekî herî taybet ê cîhanê ye. Doh dema em çûn sûkê dikandaran pere ji me nestendin. Ez cara pêşîn dibim şahidê tiştekî wisa. Spas Merîwan.”
Xelkê Merîwanê jî gelekî elaqedarî festîvala şanoyê ye. Ji Brezîlya, Spanya, Fransa, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê û ji gelek welatên cihê 362 lîstikvan û derhêner beşdarî festîvalê bûne.
ANF/MERÎWAN