- Rêvebirê şanoyê Niştîman Ebdulla da zanîn Şanoya Kurdî ji ber şanonameyên bi Kurdî tune ne tengijiye û got; “Hemû mijarên jiyanê di şanoyê de cih digirin, bi taybetî jî mijarên girêdayî jinan. Lê kêmbûna şanonameyên bi Kurdî bûye sedem ku mijarên jinan bi qelsî derkevin ser dikê.”
Jinên li Herêma Kurdistanê di nav çarçoveyek civakî û çandî de mezin bûne. Li gel ku hîna jî ji ber çand û zihniyeta baviksalarî û sîstema kapîtalîzmê rûbirûyî gelek astengî û sînordarkirinên cûr bi ccûr dibin, lê tevî van hemû zehmetiyan, jinên şanoger karîne cihê xwe li ser textê şanoyê û di nav tevgera hunerî de qahîm bikin.
Rêvebira Beşa Şanoyê ya ser bi Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Niştiman Ebdullah di derbarê şanoyê de axivî.
Niştiman Ebdullah di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê çalakiyên şanoyî di demên diyar de neyên sînordarkirin û got: “Pêwîste çalakiyên şanoyî di pêşandanên demkî û werzî de sînordar nemînin. Divê şano wek saziyeke hunerî ya berdewam, di hemû werzên salê de amadekarî û çalakiyên xwe hebin. Em dixwazin hol û cihên şanoyê her dem ji pêşandan û çalakiyên hunerî tejî bin. Divê pêşandan û projeyên şanoyî bi awayekî berdewam bi rê ve biçin da ku têkiliya di navbera şano û temaşevanan de neyê birîn. Pêşxistina şanoyê pêwîst bi hevkarî û piştgiriya hemû aliyên peywendîdar heye.”
‘Şano yek ji zindîtirîn şêwazên hunerê ye’
Li ser asta niha ya şanoyê Niştîman Ebdulla wiha anî ziman: “Şano niha di rewşeke nebaş de ye. Gelek holên şanoyê di qonaxa prova û amadekariya pêşkêşkirina şanoyê de ne, lê ev tenê têrê nake. Ger gelekî me yê serkeftî hebe, divê em li huner û çanda wî temaşe bikin. Şano yek ji zindîtirîn şêwazên hunerê ye, ji ber ku rasterast têkiliya wî bi temaşevan re heye.”
‘Dikare ji bo jinan bibe bijarteyek pîşeyî’
Niştîman Ebdulla destnîşan kir ku gelek xwendekarên beşa şanoyê, bi taybetî jin, piştî qedandina xwendina xwe berê xwe didin warên din û wek mamoste yan jî di kerta taybet de kar dikin, li şûna ku di warê şanoyê de berdewam bikin. Wek ew bi xwe dibêje: “Gava ku şano wek pîşeyeke fermî û sereke bê naskirin û di qonaxa perwerde û dibistanan de giringiyeke zêdetir jê re were dayîn, wê demê dikare hejmara jinên şanoger zêde bibe û ev huner bibe bijarteyeke pîşeyî ji bo wan.”
‘Di şanoyê de hejmara jinan pir kêm e’
Bi xemgînî Niştiman Ebdullah anî ziman ku hejmara jinên çalak di warê şanoyê de ji çend şanogeran derbas nabe û wiha berdewam kir: “Yek ji sedemên sereke yên vê yekê ewe ku şano hêj nebûye pîşeyeke sereke û mayînde. Civaka niha pir cuda ye ji civaka salên borî. Asta têgihiştin û rola jinan bi awayekî berçav pêşketiye. Ev guhertin jî bi xebat û beşdariya jinan bixwe ve girêdayî ye. Niha wek berê li jinan nayê nêrîn û wan kariye hevsengiyeke baş li gel mêran ava bikin. Di warê şanoyê de jî, wek mêran derfeta karkirin û beşdariyê ji bo jinan hatiye afirandin.”
‘Şanonameyên bi Kurdî kêm in’
Rêvebera Beşa Şanoyê Niştîman Ebdullah tekezî kir ku şano eynika civakê ye û wiha pê de çû: “Hemû pirs û pirsgirêkên jiyanê di şanoyê de cih digirin, bi taybetî jî mijarên girêdayî jinan. Lê kêmbûna şanoname yên Kurdî bûye sedem ku ew mijar bi asta pêwîst dernekevin ser dikê. Divê jin bixwe daxwaza maf û azadiyên xwe bikin. Ji ber ku tu kes nayê û wan maf û azadiyan nade me.”
PERÊZ REMEZAN-ROJNEWS/SILÊMANÎ