Piştî lixweeşkerekirina faşîzma Tirk û tetbîqkirina wê ya li kurdistamê şanoya Kurdî bi zehmetiyên mezin re rûbirû bû û yekeyên şanoyan ên şaredariyan bi qeyûmên dagirker hatin girtin. Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ku weke şano û şanogeha alternatîf dest bi xebata xwe kir, dibêjin, tevî hemû zext û astengiyan, ew ê şanoya xwe nedin girtin.

Di çarçoveya tetbîqkirina nû ya faşîzma Tirk li Kurdistanê de Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî hat hat girtin. Bi vê re li Izmîrê Şanoya Hêvî, li Edeneyê Şanoya Yekbûn û li Mêrsînê jî Teatra Arzeba ku girêdayî NÇM'ê bûn, hatin girtin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê jî qeyûman xebatên çandî dan rawestandin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagirkirî, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girt. Ev li bajarên mîna Batman û wanê jî qewimî.

Piştî van zextan, lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sala 2017'an Şanoya Bajêr a Amedê ava kir.

Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Nazim Hîkmet Çalişkan bal kişand ser dîroka şanoya Kurdî û got: "Kurdan di şevbihêrkên xwe de rîtuelên mîna şanoyê çêkirine. Jixwe, di xweza û jiyana her neteweyî de şano heye. A girîng ew e ku mirov wê derxîne holê. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê binihêre, şano tim hebûye. Lê mixabin wekî di her warî de di vî warî de jî Kurd hinekî derengmayî ne."

Şano serhildan e!

Çalişkan îşaret bi karaktera têkoşînê ya şanoyê ji bo Kurdan kir û wiha peyivî: "Di her serdemê de meydaneke serhildanê ye. Jixwe ji ber polîtîkayên tên meşandin, çi tişta em bi Kurdî dikin, destpêka serîhildanê ye."

Çalişkan bi bîr xist ku Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin, bi vê re gelek xebatên wan nîvco mane, lê belê şanoya Kurdî xwe bi eywanekê sînordar nekiriye û şanoya Kurdî ti carî wê neqede.

Her mekan dika şanoyê ye

Nivîskarê pirtûka "Dîroka Şanoya Kurdî" û lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê, Yavûz Akkûzû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber bêstatubûna Kurdan û qedexekirina Kurdî, şanoya Kurdî heta 1991'ê jî xwe nedaye der. Akkûzû got, ji sala 2003'yan ve wan her hefte lîstikên bi Kurdî berpêş kirine û tûrne li dar xistine, li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê geriyane. Akkûzû got, ji bo şanoya Kurdî belav bibe wan her der ji xwe re kiriye dika şanoyê.

Em şanoya gel in

Akkûzû li ser rewşa şanya Kurdî jî wiha dewam kir: "Şanoya Kurdî li ser çand û zimanê Kurdî ava bûye. Her wiha siyaseta Kurdî jî tesîrê li şanoyê dike. Lê tevî hemû zextan jî şano wê neyê girtin."

Li ser awayê şanoya xwe ku ew temaşevanan çalak dikin jî Akkûzû got, "Ji bo nîqaşkirinê em lîstikekê derdixin ser dikê. Mirov temaşeyî vê yekê dikin û em dest wernadinê ka li cem kê fikreke çawa peyda bûye. Yanî, a rast jî ev e, em temaşevanan pasîf nakin."

Akkûzû, destnîşan kir ku Şanoya Bajêr a Amedê şanoya gel e û ew bi her terhî lîstikan dinivîsînin, werdigerînin û destan û çîrokên Kurdî jî dikin lîstik. MA/AMED