ROJDA AYDIN/ŞÛJIN/AMED


Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya nû eşkere kir. Şanoger ji bo biçin li Ewrûpayê lîstikên xwe bidin pêşandan, derdikevin turneyê di bernameya wan de gelek lîsitikên nû ku bidin pêşandan jî hene.  

Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya DBP’ê hatin kirin, gelek sazî û dezgeh hatin girtin. Qeyûmên ku hatin ser kar di serî de berê xwe dan saziyên çanda Kurd. Ji van saziyên ku bûn hedefa qeyûm yek jê jî Şanoya Şaredariya Bajarê mezin a Amedê bû ku ji aliyê qeyûm ve hat girtin û xebatkarên wê ji kar hatin derxistin. Jixwe, lîstikvanên şanoyî jî bi xwe biryar dabûn ku bi qeyûm re nexebitin. Van lîstikvanan weke alternatîf Şanoya Bajêr a Amedê damezrand û dest bi xebatên xwe kir. Ev şanoger ji bo ku gel li çand û hûnerê xwe dûr nekeve, her meh bernameyan çêdikin û bi lîstikên xwe yîn şanoyê derdikevin pêşberî xelkê. Lêstikvanên ku xebata xwe dewam dikin bernameya xwe ya xebatan a meha Îlonê ragihandin. Derheqê bernameya Şanoyê ya Bajêr a Amedê de lîstikvan Elvan Koçer axivî û agahî dan. 

Turneya Ewrûpa li ber wan e

Şanoger Elvan Koçer a ku derbarê bernameya xwe ya meha Îlonê de axivî, diyar kir ku wê di navbera 6 - 7'ê Îlonê de komeke ji Êlihê, lîstika bi navê 'Bîranînên Dînekî' bilîzin û wiha dewam kir: "Di meha Îlonê de turneyeke me ya ji bo Ewrûpayê jî heye û piştî ku em biçin Ewrûpayê em ê lîstikên xwe yên bi navê 'Qirix û Dawiya Dawî' pêşkêş bikin. Em ê lîstikên xwe li Berlîn, Hamburg, Dortmund, Essen, Koln, Parîs, Marsîlya, Zurîh, Amsterdam û li Belçîkayê bidin pêşandan. Turneya me wê ji 1'ê mehê hata 20'ê mehê dewam bike."

 Li ser lîstikên nû dixebitin

Elvan Koçerê anî ziman ku li ser du lîstikên nû dixebitin, provayên wan dewam dikin û wiha pê de çû: “Ji van lîstikan yek jê bi navê Mozê Keran e û di vê lîstikê 8 lîstikvan cî digirin. Ji van 5 mêr û 3 jî jin in. Dibe ku em di dawiya meha îlonê de promiyera lîstika xwe nîşan bidin. Lîstika duyem jî ‘Em ê Hesap Nedin’  e, di vê lîstikê de jî 5 lîstikvan cih digirin. Ji van 3 mêr û 2 jî jin in. Ew lîstik jî wê di meha cotmehê de promiyera wê bê nîşandan.”

Çi ji destê me bê em ê bikin

Elvan Koçerê di dewama axaftina xwe de got, ji xeynî van lîstikan û turneya wan a Ewrûpayê ew hewl didin ku mihrîcana zarokan li dar bixin û wiha domand: “Me li ser daxwaza gel li Pale Hûnerê lîstikên Qirix û Dawiya Dawî careke din nîşandan û dibe ku li ser daxwazê careke din jî em pêşkêş bikin."

Elvan Koçer ê herî dawî di axaftina xwe de got, li dijî hemû zext û zordariyan dîsa xebatên xwe dimeşînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Lê belê em ê li dijî zor û zextan tu carî lîstikên xwe û şanogeriya xwe nedin sekinandin. Em ê li derve û li hindûr xebatên xwe her tim bidin meşandin. Çi ji deste me bê em ê bikin.”


Qonaxên turneya Ewrûpa


Şanoya bajêr a Amedê wê ji serê Îlonê heta 20´ê li Ewrûpayê li turneyê be û qonaxên wê yên pêşandana lîstikan jî ev in:

* 1´ê Îlonê li berlînê

* 2´yê Îlonê li Hamburgê

* 3´yê Îlonê li Berlînê

* 6´ê Îlonê li Dortmundê 

* 7´ê Îlonê li bajarê Essenê, li Katakomben-Theater li Girardet Haus, Girardet Straße 2-38.

* 8´ê Îlonê li Kolnê

* 10´ê Îlonê li Parîsê

*12´ê Îlonê li Marsîlya

*14´ê Îlonê li Zurichê (muhtemel e)

* 16´ê Îlonê li Amsterdamê

* 18´ê Îlonê li Belçîka