Koma Şano ya Çarçira ku di bin sîwana Komeleya Çand û Hunerê ya Rihayê de kar dike, lîstika xwe ya bi navê ‘Deng’ pêşkêş kir. Lîstik li Navenda Çand û Hunerê ya Hewengê ya ser bi Şaredariya Hewengê hat lîstin. Hevşaredarên Hewengê, rêveberên HDP û DBP’ê tevî bi sedan kesî li lîstikê temaşe kirin.

Lîstik ji aliyê şanoger Mehmet Akkûş ve hat birêvebirin, ji aliyê Rabîa Şîlan Alagoz ve hat nivîsandin û ji aliyê Koma Şano Çarçira ve hat lîstin. Di lîstikê de, di şexsê ciwanekî lal, bêdeng hiştina gelekî hat nîşandan. 

Piştî lîstikê li ser navê komê şanoger Mehmet Emîn Îsî axivî û bal kişand ser girîngiya deng ji bo hemû civakan bi taybetî ji bo gelê Kurd. Îsî diyar kir ku çand û dîroka Kurdan a dixwazin tine bikin, bi rêya dengbêjan gihîştiye roja îro û Kurdan bi rêya deng heta roja îro pêşî li tinebûna çand û dîroka xwe girtiye.


Diyarî berxwêderan kirin

Îsî da xuyakirin ku yê lîstika şano ‘deng’ danî pêşiya wan, hevalê wan ê sînemager Îslam Balikkesîr ê li jêrzemînên li Cizîrê hatî qetilkirin bû û got, “Di şexsê hevalê Îslam de em vî karê watedar ê niha li vir tê nîşandan, diyarî hemû mirovên li qadên xwerêveberiyê şehîd bûyî, dikin.”

 RIHA