Şanoya Bajêr a Amedê di Sibatê de wê li Amedê nemîne û li nava Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bigere. Şanoya Bajêr ji bilî Amedê, wê li Êlih, li Stenbol û Edeneyê jî lîstikên xwe li ser dikê nîşan bide û performansa hunerî bi Kurdî bide hezkirin.

Bernameya Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê wiha ye:

8, 9´ê Sibatê, lîstika “Bûn an jî Nebûn, li Şanoya Bajêr a Amedê, saet 19.00´an.

10´ê Sibatê, lîstika Tartuffe, li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edenê, saet 19:00´an.

12´ê Sibatê, lîstika Dawiya Dawî (Stand up), li Şa Performans a li Stenbolê, saet 20:00´an.

16´ê Sibatê, lîstika Qirix, li Şanoya Bajêr a Amedê, saet 19.00´an.

17´ê Sibatê, Masîreşka Biçûk, li Dika Nû (Yenî Sahne) ya Êlihê saet 14:30´î; lîstika Tartuffe, li Dika Nû (Yenî Sahne) ya Êlihê saet 19:30´î.

18´ê Sibatê, lîstika Wê Hesab Neyê Dayîn, li Dika Nû (Yenî Sahne) ya Êlihê saet 19:30´î.

22 û 23´yê Sibatê, lîstika Qirix, li Şanoya Bajêr a Amedê, saet 19.00´an.

 

AMED