Navenda Çandê di serdema nû de xwe amade dike ku bi zareveyê Kirmanckî yê Kurdî şanoyê pêşkeş bike. Li navenda Çanda Ciwanan 400 xwendewan perwerdehiyên estrumanên wek tembûr, erbane, batery û keman û perwerdeya zaraveyê Kirmanckî dibînin.


Dersên Kirmanckî

Zaravayê Kirmanckî di sala 2012’an de ji aliyê UNESCO ve wek “atlasa zimanê dibin xeteriyê de ye” de hat destnişankirin. Di derbarê xebatên NÇC de Kemal Karabulut axivî. Karabulut diyar kir ku ji sala 2009’an ve bi awayek lezgîn xebatên xwe berdewam dike û li hemberê qirqirina çandî xebatan dimeşîne û di wî warî de projeya wan a koroyê ya bi navê Omedya Mestu (Hêvîya Dahatûyan) heye. Karabulut wiha got: “Me Omedya Mestû di sala 2009’an de ji bo çand û zimanê me yê ku li ber tunebûnê ye ava kir. Di koroya me de 48 xwendewan hene. Me îsal giranî da ser zaraveyê kirmanckî. Di nava heftê de dû rojan em wan didin. Em li ser zaraveyê kirmanckî hurdibin û xebatên xwe didomînin.”



Eleqeya ji bo dersan

Karabulut, anî ziman ku ji 2013’an û vir ve lez dane xebatên xwe dê di meha çile de bi zaraveyê Kirmanckî listika şano pêşan bidin. Karabulut diyar kir ku ji bo listika şanoyê provayên wan ber bi dawîyê ve diçe û wiha got: “Ev du sale em li vir qurs didin ji ber wî eleqeya bi kursan re her ku diçe zêde dibe. Gel hêdî hêdî xwedî li zimanê xwe derdikeve. Li vir him kursên meyê mûzikê him yê şanoyê û him jî yê ziman didome. Em di nava heftê de du rojan li salona sînamayê fîlman pêşandidin. Di nava salê de em 3 caran bi zaraveyê Kirmanckî listikên şanoyê pêşandidin.”

Parastina çandê

Karabulut, da zanîn ku Dêrsima di nava dirokê de bi çilvirandina çandinî re rû b rû ma, dê li hemberê vê yekê çanda Dêrsimê bide jiyan din û wiha got: “Ji sala 1938’an û vir ve bi awayek sîstematîk çilvirandina çandî li ser Dêrsimê didemeşandin lê gelê kurd li hemberî van tundiyan herdem li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derketine. Em li vir 10 sale xebatê çandî û perwerdehiya ziman didin. Xwesteka me ewe ku xwedî li nirxên çandi derkevin û hestyar bin. Xebatên me divê çarçoveyê de berdewam dike.”

DÎHA/DÊRSIM