ZEYNEP TURGUT / JINNEWS / WAN


Li Navenda Çand û Hûner a Notaya 8’emîn, 3 jinên şanoger  li hemberî civaka ku dibêje ‘Ji jinê re şerm e’ tedikoşiî û xeyalên xwe bi cih tînin û li ser dikê bi lîstîkên xwe kesên ku dibêjin, ‘Ken û kenandin ne mafê jinan e’ re dibin bersiv û li bin guhê wan dikevin.

Her çiqasî ji dîrokê heta niha qada çand û hûnerê her tim ji bo jinan wekî ku şerm be, hatibe dîtin jî, jin li hemberî hemû astengiyan niha ji  çand û hûner re pêşengiyê dikin. 3 şanogerên jin li hemberî civaka feodal li ber xwe didin û  piştî  hewldan û berxwedaneke mezin, niha cihê xwe di şanoyê de digirin. 3 jinên şanoger niha li Şanoya Notaya 8’emîn di her lîstîkê de dibin pêşengên lîstîkan. 

 


Şano li dijî baviksalariyê

Dilvîn Abî ya 21 salî yek ji van îstikvanan e. Dilvîn Abî diyar kir ku ew bi şanoyê li hemberî hişmendiya baviksalar a serdest li ber xwe dide û wiha axivi;” Ev 3 meh in ku ez şanogeriyê dikim. Şano ji bo min her tim balkêş bû. Lê mixabin ji ber astengiyên civakî, mirovî nikaribû bibûna şanoger. Ji ber ku li gorî civaka baviksalar ne ken ne jî kenandin ne mafê jinan bû. Ji zarokatiya xwe heta niha her tim kêfa min ji kenê mirovan re dihat. Min her tim ji xwe re digot xwezî jiyaneke her tim bi ken pêkan bûya. Mirov hûnerê xwe di zarokatiyê de diafirîne. Min jî dixwest ez vî hunerê xwe ji civakê re pêşkêş bikim. Em her tim li gorî daxwazên civakê dibin xwedî pîşe. Malbat û civak kîjan pîşeyî bixwazin û li gorî wan rastî kîjan be divê mirov wê bike. Lê afirandin û behremendiya mirov himbêz nakin. Niha ez di nava xebatên şanoyê de me ji ber ku ez di warê şanoyê de jêhatî me. Bêguman cihgirtina di şanoyê de piştî têkoşîn û daxwazeke xurt pêk hat. Di civakên baviksalar de ne hezkirin û behremendî, ya girîng berjewendî ye. Jinên şanoger li ser dikê tenê lîstîkan nakin. Di heman demê de li hemberî zordestiyê jî li ber xwe didin.”

 

Lîstikvan berê hemû mêr bûn

Şanoger Berîvan Budakbeyoglu ya 26 salî jî da zanîn ku berê li ser dikê rengê jinan tinebû û got, jin li ser dikê li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Ev 3 sal in ku ez şanogeriyê dikim. Şanogerî her tim xeyala min a yekem bû. Di nav malbatên me de her tim şanogerî ji jinan re şerm dihat dîtin. Ji ber wê yekê jî hişmendiya mêr jî li gorî rengê xwe huner dida meşandin. Afirînerên huner her tim veşartî û bindest bûn. Ez çend salan li hemberî vê hişmendiyê tedikoşiyam û hîna jî tedikoşim. Gava ku min nû di şanoyê de cih girt, lîstîkvan hemû mêr bûn. Dema me prova dikir hemû mêr bûn. Ev yek gelek li zora min diçû. Derhêner mêr bû û ji ber wê jî di lîstîkan de jî pirr zêde eşkere dibû ku ew lîstîk derhênerê mêr amade kiriye. Ji ber ku tenê rengek hebû ew reng jî hem bindest û hem jî zordest bû. Heta min jî ji xwe şerm dikir. Lê niha di şanoyê de herî zêde jin cih digirin.”

 

Jinê li ber xwe da ji bo huner

Herî dawî şanoger Necla Îlçen a 27 salî jî got, heger di şanoyê de rengê jinan tinebe wateya huner nîne û wiha pê de çû: “Pirsgirîkên civakî her tim bi saya afirandina huner eşkere dibin. Şano jî beşek ji vê ye. Bi salan e jin li hemberî hişmendiya baviksalar ku dibêje ‘Huner ji jinê re qedexe ye’ li ber xwe dide. Em bi lîstîkên xwe û derketina ser dikê hêz û baweriya jinan nîşanî civakê didin. Heta niha xeyalê her jinekê têk çûye. Lê jinê li ber xwe daye û derketiye ser dikê. Em ji wan kesan re ku dibêjin ‘Jin nikare bikene’, dibin bersiv. Her lîstikeke me ji bo vê yekê peyama lêhûrbûyîna li ser pirsgirêkan e. Huner bêyî jinê ne pêkan e.”