Theaterlabor Lalish malek e ji bo performansên ceribadinê. Ew ji bo şanoya bi dans, muzîk û bedenê derfet û mekanek e ku em dikarin jê re bibêjin, şanoyek lê bi rengekî gelekî cihê, ew şanoyeke din e.
Gava ku mirov peyva şanoyê dibihîse, mirov di cih de tavilê li aktor û aktrîstên şanoyê difikire ku mesela şanoyên klasîk ên drama li ser dikan ruhber dikin; weke dramayên klasîka Yewnan, yên Moliere, yên Lessing, Turrini û Shakespeare tên bîra mirovan. Helbet tevî wan dik û dekorên hema hema bê qisûr. Heger em elimiyê şanoya modern bin, hingê em dikarin li şanoyê di peywendeke bi elementên besîdkirina dikê û dekoran, heta bi bikaranîna kompleks a rohniyê, deng û dîmen bi gelek tiştên din jî texeyul bikin.
Herçî Labaratuwara Şanoyê Laliş (Theaterlabor Lalish) e, divê em van herdu awayên şanoyê jî li deverekê deynin û zêhn û fikra xwe ji terîfeke nû ya şanoyê re vekin. Dr. Nîgar Hesîb (Nigar Hasib) û Şamal Emîn (Shamal Amin) dika şanoyê veguherandine mekanekî ji bo her cureyê performansên ceribandinê.
Ji 120 penaberan 2 bûn
Şanoya Lalişê êdî qederê 20 salan li dûv xwe hiştine. Di destpêka salên 90´î de Nîgar û Şamal bi hev re ji Başûrê Kurdistanê tevî pitika xwe penaber bûn, û Awusturya ji xwe re kirin cih û war. Hingê Nîgar 18 û Şamal 19 salî bûye. Jixwe piştî şerê Kendavê yê sala 1991´ê Sedam Hisên ti war ji Kurdan re nedihişt.
Nîgar wan rojan bi bîr tîne: “Awusturyayê hingê 120 penaber hewandin, Şamal û ez didu ji wan bûn. Me li Bexdayê zanistên şanoyê dixwend û me nexwest li Awusturyayê dest ji vî hunerî berdin.” Şanoya ceribandinê wan herduyan bi hev re li Başûrê Kurdistanê damezrandibû.
3 şeran bi wan nekarî
Hunerê performansê herduyan jî wê li warê xwe yê nû di pratîkê de dewam bikira, herduyan ji serî ve bi vê dizanî. Vî jin û mêrî dema xwendina xwe dewam kir, weke hunermendên kolanan debara xwe dikir. Nîgar wan rojan wiha tîne bîra xwe: “Mala me ya pêşî yek ode bû. Lê ne serşok, ne qedimgeh û ne jî midbex hebû. Lê me ji xwe re got, piştî hingê me ji xwe re got, piştî 3 şeran êdî ti tişt bi me nikare.”
Dewlemend e lê feqîrê pereyan e
Ew dibêje, ji xwe mesele ne pere bûn: “Ya ez dixwazim ew e ku bi hunermend û mîvanan re li Şanoya Lalişê peywendiyan deynim, bi wan re bidim û bistînim û mezin bibim, bigihim. Ez bi hevdîtin û rastîhevhatinan dewlemend im, li di warê pereyan de be dewlemend im; jixwe herçî pere ne, ez wan naxwazim.” Tişta ku herî xweserî şanoya wan e, navenda dêhn û balê ye. Û ew navend deng û beden e ku ji bo şanoya dansê jî ev yek lê ye.
Şanoya klasîk a bi diyalogan li Şanoya Lalişê nîne. Ji sala 1998´an ve li Şanoya Laliş (êdî Labaratuwara Şanoyê Laliş) ne ku tenê şano tê nîşandan, lê li teorî û helwêstên ne ji rêûresmê tê kolan. Dr. Nîgar Hesîb li ser vê mijarê jî dibêje ka çawa xwendekar û hunermendên ciwan xwe li wan digirin: “Em nexasim ji bo xwendekar û hunermendên navneteweyî veguherîn navnîşanekê ku ew berê xwe bidinê.”
Çêkirina xwarinê piştî şanoyê
Tiştekî din jî li Şanoya Laliş heye ku li ti şanoya dinyayê nîne: Piştî nîşandana şanoyê, bi hev re xwarin tê çêkirin û xwarin. Savara mastlêkirî, gava mirov li ser xalîçe û merşan ji xwe re rehet rûdine û dixwe xweş e. Wekî din jî, Nîgar balê dikişîne ser navê şanoya xwe, û dibêje, “Em ji hêza xwezayê bawer dikin li vir û niha. Em ne bawermendên dînekî klasîk in.”
NAVENDA NÛÇEYAN
* Ev nivîs bi pirranî ji nûçeya rojnamevan Lisa Kiesenhofer hatiye wergirtin. Tevahiya gotinên Dr. Nîgar Hesîb ji ber vê nûçeyê hatine girtin. Wêne û hin gahiyên din jî ji malpera Şanoya Laliş (http://www.lalishtheater.org/) bi xwe hatine girtin.