Beriya bi çendekê di meydana huner de derketibû holê ku texrîfat û sansur ji ber peyva Kurdistanê di gelek wergerln ber bi tirkî ve hatiye kirin. Niha jî Weşanên Es senaryoya derhênerê Îranî Abbas Kîarostamî sansur kir. Senaryoya filma "Tehma Gilyasan" a Kiarostamî ji aliyê Artun Yeres ve ber bi Tirkî ve hatiye wergerandin. Lê Weşanên Es di pirtûkê de şûna peyva "Kurd" û "Kurdistanê" vala hatiye hiştin, yanê hatiye sansurkirin. Di orjînala senaryoyê de û her wiha di filmê de ev peyv li gelek sehneyan, li gelek cihan têne vegotin. Lê di pirtûkê de hatiye sansurkirin.
Yanî dewleta Tirk, hemû sazî û dezgehên wê û heta weşanxaneyên ku şirket in jî şirîkê qirkirina Kurdan in û xwe jê venadin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ