Ali Zulfikar ku ji ber hewldanên sansûrkirina berhema xwe ya bi navê Made in Turkey kete rojevê, dibêje, ji bo wî gelekî girîng e ku hunermend hestên lê bar dibin, bi awayekî azad û bi berpirsiyariya civakî û siyasî li gorî hostetiya xwe îfade bike.

 

LUQMAN GULDIVÊ

Alî Zulfikar meha bihurî ji ber destwerdana konsolosxaneya Tirkiyeyê li dijî pêşangeha li bajarê Elmanyayê Linz am Rheinê û sansûrkirina berhema wî,  kir ku sansûr û azadiya hunermend li Elmanyayê jî bê minaqeşekirin. Ew li ser sansûrê û azadiya hunermend peyivî, got, li dijî sansûrê ya girîng ew e ku hunermend amade bin sansûrê qebûl nekin û li dijî sansûrê pişta hev bigirin.

Li gorî wî hestiyariya civakî gelekî girîng e û li ser meseleyê dibêje, ”Hestiyariya civakî li cem hunermend, piştî ku hunermend bi îxtîsasekê bû hoste, hestiyariyên wî jî nexasim bi hin mijarên civakî re elaqedar peyde dibin. Ango, ew ji xwe dipirse, ka bi çi rengê huner xwe rehet hîs dike. Helbet pê re rewşa bazarê jî heye. Hestên we, enerjiya we ya elaqedarî wê hemû, divê xwe bide der. Rêbaz û teknîka we çi be, divê hûn bi wê bigihîjin wê astê ku vê bidin der. Divê hûn rêbaza xwe û malzemeyên xwe gelekî baş nas bikin.”

Ez misêwa hatim sansûrkirin

Ji bo tecrûbeya xwe ya bi sansûrê re jî Alî Zulfikar heta bi Tirkiyeyê diçe, ”Herçî ez im, ji Tirkiyeyê ve tecrûbeyeke min a siyasî heye. Zextên li me hatî kirin, hene. Ango sansûra li min hatî kirin, ne tenê ya îro û ne tenê li Elmanyayê ye. Ez misêwa hatim sansûrkirin. Sansûra yekem, ya rastî ji sansûrê û wêde berhema min hat parçekirin. Sala 1993´yan bû, li Entabê, li rawestgeheke otobosan min pêşangehek vekiribû. Polîs berhema min li qereqola polîsan tine kir. Ji min re gotin, li şûna tu wê van berheman xêz bikî, here kulîlkan, dayika xwe xêz bike. Li ber çavên min bi kêrê parçe parçe kirin berhema min.”

Made in Turkey

Berhema Made in Turkey çawa çêbû, Alî Zulfikar kurt û Kurmancî wiha bersivê dide, ”Hasilî bi ked û karê xwe min hunerê xwe têra xwe gihand hostetiyê. Lê rabe û li vir, li Elmanyayê jî, ew Erdoganê ku her kesa muxalifê xwe dixe hepsan, destê xwe heta bi Elmanyayê dirêj bike. Wî Demirtaş, hevrêyên wî yên parlemanter û siyasetvan avêtin hepsê. Vê yekê wicdanê min êşand. Li welatê me, dest pê kir xelkê bi dubendiyê parçe bike. Rahişte Quranê, dîn bi peyvên ez Misilman im, lê ew ne Misilman in, ji bo berjewendiyên xwe xist nava siyasetê. Weke hunermend tu vê dibînî, ev li ser hev dibe komek, dibe çiyayek û divê hunermend vî çiyayî îfade bike. Ev berhema hanê jî herî zêde Erdogan çêkir, ne min. Wan welat xist vî halî û kir ku ev resm çêbe, min jî navê Made in Turkey lê kir.”

Çîroka sansûrkirina tabloyê

Alî Zulfikar dibêje, hewldana sansûrkirinê nîşan dide ka berhema wî çawa rastiyê îfade dike: ”Axir, gava ku wan (rejîma AKP´ê) ev tabloya wan çêkirî dît, xwest pêşiyê lê bigirin. Jixwe, bi qedexekirina, sansûrkirina vî berhemî, esas nîşan didin ka berhema min çi qasî rastiyê dide der. Ango sansûr qanûnên welatan jî binpê dike. Nivîskî û devkî konsolosekî welatekî radibe, ji şaredarê bajarekî welatekî din dixwaze berhemek bê sansûrkirin. Şaredarê bajarê Linzê (am Rhein) jî ji min re got, berhem wê neyê pêşandan. Piştî minaqeşeyan me li hev kir ku berhem, bi rengê ku berê wî li dîwar be û nivîsa “Şaredariya Linzê ev berhem sansûr kiriye, ji tirsa Erdoganî” li pêşangehê bimîne. Lê li cihê pêşangehê xelkê xwest resmê bibîne, qebûl nekir sasnsûr hebe û wan tevî min wêne quliband û yekî jî ew nivîsa sansûrê jî dirand.

Şaredar li ber rabû, lê hakimekî li wir hazir jê pirsî, ka bingeha qanûnî ya vê sansûrê çi ye? Wî jî got, min xwest pêşiyê li arîşeya di navbera du civakan de bigirim.

Xelk li min xwedî derket

Min jî ji xelkê hazir re got, ka berhema bi navê Made in Turkey de çima Erdogan heye, di destê wî de jî pirtûkeke pîroz heye ku wî bi xwe di mîtîngan de bi kar anî û li ser wê şûna tiliyan a xwînî heye. Ev xwîn îşaret bi êrişên li dijî Efrînê û deverên din dike ku wî rê li ber kuştina bi hezaran mirovî vekir. Li binê berhemê jî Erdogans Bananen Republik (Komara Mûzan a Erdogan) dinivîse. Ev sembola hevalekî min ê hunermend ê nêzîk ê bi navê Thomas Baumgaertel (bi navê Bananensprayer tê nasîn) e. Ji ber ku ew jî rastî êrişên Erdogan hatibû ji ber hunerê xwe, ji bo destekê bidim wî min ev sembol bi kar anî.   

Min ev li wir rave kir, lê şaredar Dr. Hans Georg Faust, gef xwarin. Wî got, me wisa li hev nekiribû, hûn divê dîsa berê berhemê bidin dîwar. Lê xelkê hatî wir li min xwedî derket û hevalên din ên hunermend ên beşdar bûn xwedî li berhema min derketin. Axir piştî ku mijar di çapemeniyê de belav bû ji ber ku min li ber xwe da, şaredar doza lêbihurînê ji min kir.

Klio pişta min girt

Hunermendên Kunstverein Klio e.V. (Komeleya Huner Klio) xwedî li min derketin. Wan mumkin kir ku sansûr bê şikandin. Bi min re 17 hunermendên din jî di pêşangehê de bi berhemên xwe amade bûn. Û ez dixwazim malavahiya wan dikim. Rêveberê komeleyê Dr. Denise Steger jî piştgiriya min kir. Endama komeleyê Brigitte Grawe jî bi nivîs û daxuyaniyên xwe li ber sansûrê rabû.”

 
 

Sansûr dewam dike

Alî Zulfikar doh bi daxuyaniyeke çapemeniyê da zanîn ku ew ê beşdarî çalakiya huner a ji bo  2. Êvara Gala a SV AKM KOLN e.V. ya roja 30.11.2018´an a li Kolnê nebe.

Weke sedem jî wî da zanîn ku organîzatoran gotiye, berhema wî Made in Turkey wê neyê nîşandan. Ji ber vê yekê jî wî biryar da ku ji çalakiyê bi tevahî vekişe. Di daxuyaniyê de hunermend wekî din got, ji bo wî girîng e ku haya raya giştî ji sansûrê hebe û azadiya huner û xweîfadekirinê jî weke xezîneyên divê bên parastin, bi nav kirin.