Tak-şaq paşa jî mir. 

Serfermandarê Kevin yê Artêşa Tirk Dogan Gurêş, yek ji generalên faşîst bû û  di dema serokwezîrtiya Delegura Tansu Çîller de, got: “Serokwezîr taq fermanê dide, ez jî şaq silavê didim û fermanê tînime cih.” Generalê faşîst, bi çalên aside, komkujiyên li gundan tê naskirin û  wek “taq-şaq paşa” dihate binavkirin. Dogan Gureş dest bi xwîn bû, wek Kenan Ewren di eyarê xwe de fetisî û mir.

Sîstema dewşirmetiyê li ser inkar û tunekirinê hatiye avakirin û çavkaniya faşîstan e.  

Niha jî li Tirkiyê faşîzm heye û divê rewşenbîrên Tirkiyê, li ser vê doktrîna, pirr diaxive, derew û demagojî dike, baş rawestin. Faşîzma  AKP'ê, êdî tixuban nas nake. Diaxive, derewan dike, nîqan dike, dixapîne û yekparêziyê dike. Ev xislet û taybetmendiyên faşîzmê ne. Yekparêzî ne tenê  “ Yek welat, yek al, yek ziman, yek millet” e; dema ku  Erdogan 400, 500 parlamenteran dixwaze, doktrîna salên 1935-1946'an diavêje holê. Yek partî…  Ev faşîzma ku şîîriyeta wê tunebû ye û kontra, çete li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê cirîd diavêtin. 

AKP'e û Erdogan, Tirkiyê ber bi felaketekê dibin. Dikuje, piştre qedexe dike.

Kurd, çend deh sal in ku dibêjin li Tirkiyê faşîzm heye. 12 sal in jî dibêjin desthilatdariya AKP'ê Gladio ya kesk ava kiriye. Gladio ya kesk û JITEM ligel hev kar dikin. Gladio ya kesk, kontra dîrek bi Qesra Erdogan ve girêdayî ne. 

Ne tenê Gladio, “odeya şerê taybet” jî bi Qesra Erdogan ve girêdayî ye. 

Di van rojan de, êrîşa li dijî PYD'ê dikine rojevê. 

Êrîşên li dijî HDP'ê, bi refleksa berxwedana gel teva hatin berteref kirin û bi ilankirina xwerêvebiriyên herêmî bersivek dîrokî hat dayin. Êrîşên faşîzan û tunekirinê dane dest pê kirin, bi serneketin. 

Di arîfeya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de komkujiya Enqerê li dijî “Mitinga aştiyê” kirin pratîkê, wilo xuya dike ku wê bi serê wan de biteqe. 

Lewra êrîşa li dijî PYD'ê wek şantajê bikar tînin. Hem li dijî Kurdan, hem li dijî Emerîka şantajê dikin. Ne Kurd, ne jî Emerîka çûkê davikên Enqera û Dawudoglu ne. 

Dîplomatên Tirk, Ahmed Dawudoglu jî di nav de, li hemberî Emerîka tenê li ser ferşikê Enqerê dikarin bikin qebeqeb, dema ku rayedarekî Emerîkî dibînin, dikine çîze çîz. Ev xislet û taybetmendiya kewên çîr e. 

Tirkan li Iraqê jî parastina El Qaîde kir û heman şantaj kirin, çûwal kirin serê wan. Erdogan jî ji bo çeteyê Tirk ku di nava El Qaide de hate kuştin got, "şehîd e” piştre tifa xwe alîst. 

Xwestin, bombardumana Rusya, li dijî DAIŞ'ê bidin rawestandin, tixub û balafirên Rusya kirin behane, kesî guh neda wan. Niha behsa PYD'ê, alîkariya çekan ya Emerîka û êrîşa li dijî PYD'ê dikin. 

Faşîzm, yanî bi zihniyeta inkar û tunekirinê, çavkaniyên xwe bi xwe diafirîne. Lewra odeya taybet ya şer, li Qesra Erdogan stratejiyan amade dike, Gladio, çete, MÎT,  DAIŞ û JITEM jî dikine pratîkê. Dîmenên Sûrê mina yên Cizîr û Nisêbînê, berhemê faşîzmê bûn. Hîna xwîna li kolanên Enqera zuwa nebûye, ligel qirkirina siyasî û operasyonên eskerî, êrîşa li dijî PYD'ê avêtin holê.  

Li Tirkiyê, faşîzma salên 90'î  tê meşandin. Riyên cûda bi kar tînin û dixwazin Haraketa Azadiya Kurd tune bikin, îradeya gelê Kurd bişikînin, eniya damokratîk ya Tirkiyê teslîm bigirin. 

Êdî cîhan teva li dijî Erdogan û AKP'ê dengê xwe bilind dike. Dibêjin, otorîteya faşîzan ya Erdogan Tirkiyê ber bi parçebûnê dibe. Mêjiyê raya giştî ya Tirk hatiye felc kirin. Êrîşên li dijî medya û rojnamevanan jî mînak didin. 

Faşîzma Erdogan û AKP'ê, li Bakurê Kurdistan û metropolên Tirkiyê her roj êrîşan dike, kuştinan dike. Hedefa xwe jî fereh kirine. Kîna faşîzan ya li dijî Kurdan, li hemberî PYD'ê  eşkere kirin. Ji bo parastina çeteyên wek DAIŞ, El Nusra û hwd. Doh Rusya bû, îro çekên Emerîka ne. Me got faşîzm bi xwe çavkaniyan diafirîne, tixubên dijminatî û kuştinan nasnake.

Lê ne hêsa ye û ev xewnên Erdogan û AKP'ê wê bibin kabûs. Xelek her diçe teng dibe û di mijara Sûriye de, di mijara PYD'ê de eger şaşîtiyekê bike, Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê wê ji 6 û 7'ê Cotmehê kambaxtir bibin. Li Tirkiyê ne dewlet dimîne, ne AKP'ê.