Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku şervana înternasyonalîst Sarah Handelmann a bi navê şervan Sara Dorşîn ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bûye.
HPG´ê li ser mijarê got, “Gelek hevrêyên me ku li Kurdistanê li dijî artêşa TC a faşîst-mêtinger têdikoşin, di vî warê berxwedana dîrokî de bi lehengî tevgeriyan û li Kurdistanê rê nedan faşîstan. Yek ji van lehengên me jî şervana înternasyonalîst Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) e. Hevrêya me Sara 7’ê Nîsana 2019’an ji ber êrişeke hewayî ya dewleta TC a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Sicîla hevrêya me Sara ya şehîd bû ev e: Sara Dorşin (Sarah Handelmann) a li Elmanyayê ji dayik bûyî, 7’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Fermandareke çalak bû
Ji bo Sara Dorşîn a 1985´an hatî dinê, HPG wekî din got, “Hevrê Sara ku gelek rêxistinên sosyalîst nas kir, herî zêde Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tesîr lê kir. Hevrê Sara xwe bi hişmendiya yekîtiya demokratîk a gelan xemiland, li dijî sîstema mêtinger, parçekirina civakê û rizandina mirovan a modernîteya kapîtalîst, dît ku rizgarî modernîteya demokratîk e û bi vê yekê re civakeke polîtîk-exlaqî dikare bê afirandin. Di encama van lêgerînên xwe de hevrê Sara xwest tevlî nava refên tevgera PKK’ê bibe. Bi vê armancê sala 2017’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Sara tevlî yekîneyên jinên azad YJA Starê bû û di demeke kurt de têkiliyeke xurt bi hevrêyên li derdora xwe re danî û bû hevrêyeke mînak ku gelekî jê dihate hezkirin.
Hevrêya me Sara ku bi lez bi pêş ket, di qada leşkerî de jî gelekî şareza bû. Hevrê Sara ku gerîlaya serdema nû ya modern bû, di nava yekîneyên gerîla de bû fermandara tîmê. Hevrê Sara wezîfeya xwe ya serdemê bêkêmasî bi cih anî, di heman demê de bû fermandareke pêşeng ji hevrêyên xwe re. Hevrê Sara di nava gerîla de bi eşqa xwe ya ji bo azadiyê têdikoşiya û heta kêliya dawî ya şehadetê bû fermandareke gerîla ku li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî çalak bi rola xwe rabû.
Malbata hêja ya Handelmann ji ber ku xwedî ewladeke hêja ya têkoşîna azadiyê hevrê Sara ne, çiqasî serbilind bin jî kêm e. Ji ber vê windahiya giran em sersaxiyê ji malbata Handelmann a hêja re dixwazin. Em soz didin ku em ê ala şehîdên xwe ya azadiyê bi ser bixînin.”
ANF / BEHDÎNAN