
Çalakiyên bîranînê yên beriya hefteyekê bi nîşandana dokûmantera “Sara-Jiyana min her şer bû” destpê kirin, pêr bi meşa girseyî û mîtîngê ve bi dawî bû.
Meş bi şiyara “Em Edaletê Dixwazin” pêk hat û ji Fransa, Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollandayê bi deh hezaran mirov danê sibehê li ber Gare Du Nord li hev civiyan. Girseya gel ji vê derê, bi vekirina pankartên bi nivîsên “Bêyî hesabê dewletê li ber çavan were girtin, bila komkujî were ronîkirin”, “Em edalet û aşkerekirinê dixwazin”, “Bila hêzên li pişt komkujiyê werin aşkerekirin” ber bi Meydana Bastîlle ve meşiya.
Di meşê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin û Şîrîn ôte û Yelîz Erbay ên li Stenbolê hatin qetilkirin, hatin rakirin. Tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û MLKP’ê hatin vekirin. Li refên pêş ên meşê malbatên Cansiz, Dogan û Şaylemez, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokên KCD-E Dilşah Osman, Mûrat Ceylan, nûnerên saziyên Kurdan, nûnerên Tamîliyan ên li Parîsê, rêveberên partiyên sosyalîst û komunîst, gelek kesayet û siyasetmedar meşiyan. Di meşê de peyamên ji bo piştgiriya berxwedanên Silopiya, Sûr û Cizîrê hatin dayîn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li vir axivî, cînayeta 9’ê Çileya 2013’an bi bîr xist, wiha got: “Bi vê qetlîamê ew bi fîzîkî ji me girtin, lê îro fikr, doz û têkoşîna wan li çar parçeyên Kurdistanê didome.”
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku gelê Kurd li Kurdistan û Parîsê ji bo 3 jinan li ser piyan e, wiha axivî: “Îro li çar parçeyê Kurdistanê jî têkoşîna van 3 jinan didome. Gelê Kurd wê hesabê van qetlîamana bipirse, wê bi berxwedanê tola van hevalana rake.”
Ji parêzerên dozê Sylvîe Boîtel jî têkîldarî dozê agahî dan, wiha got: “Lêpirsîna dozê sala par di Tebaxê de bi dawî bû. Îsal wê doz despê bike. Lê bê wê kengî çêbibe ti agahiyên me jî tinene.”
Li ser navê koma Çep a Ewropa Erîc Coûdray jî diyar kir kul i ser navê Parlamenterê Parlamentoya Ewropa Jean-Lûc Melenchon silav anîn, wiha axivî: “Tevî dewleta Tirk bi awayekî aşkera piştgiriya DAIŞ’ê dike jî dewleta Fransa têkîliyên xwe pê re qut nekirine. Em vê nêzîkatiya Serokkomarê Fransê yê piştgiriya nade Kurdan ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin, rexne dikin.”
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman, li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esma Demîr jî axivîn, banga ronîkirina qetlîamê kirin.
Ewropa ji bo ‘sê şitil’an li qadan bû
Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya Parîsê daketin qadan. Di çalakiyan de hemû komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kirin, hatin şermezarkirin.
KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd ji bo her sê jinên şoreşger ên Kurd çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de, dirûşma “Jin jiyan azadî” hate qîrîn. Di axaftina li ser navê komeleya jinan de hat gotin, “Xeta wan a berxwedanê xeta me ye, têkoşîna wan têkoşîna me ye. Pêşengên meşa me, temînata azadiya me ne.”
HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkî, ji bo bîranîna sê jinên şoreşger û şermezarkirina hêzên li pişt komkujiyê çalakiyek hat lidarxistin. Tevî barîna berfê jî, gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tevî sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 5’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
ROMA:Li Romayê bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd li ber Colleseûmê çalakiyek pêk hat. Çalakiya ku gelek Kurd û dostên wan lê amade bûn, çapemeniya Îtalyayê jî eleqeyeke mezin nîşan da.
PÎSA: Li bajarê Pîsa jî Kurdan li ber avahiya Şaredariyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û li dijî terora dewletê ya li Kurdistanê bang li gelê Ewropayê hat kirin ku bêdeng nemînin. Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Castello ya bajarê Torîno li hev civiyan, hêzên ku sê jinên şoreşger ên Kurd qetil kirin, protesto kirin. Di çalakiyê de komkujiyên li Cizîr, Silopiya, Sûr û gelek navendên din ên Kurdistanê, hatin şermezarkirin û berxwedan hat silavkirin.
STOCKHOLM: Li paytexta Swêd Stockholmê, jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî, bi heman armancê meş û mîtîngek lidar xistin. Çalakiya ku li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Jinên Elewî, Yekîtiya Jinan a Beth-Nahrîn, Piştgirî, KJAR, Dayikên Kurd û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan ve hat organîzekirin, li Parka Hûmlegarden a Stockholmê destpê kir.
Girseya gel bi bilindkirina wêneyên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetikirin, bi alên KJAR, PKK, KCK, YPG, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta ber Parlamentê meşiyan.
Çalakiya li Goteborgê li Parka Brûnparken a li Malmo jî li meydana Molavantorgetê pêk hat. Di çalakiyên li her du bajaran de komkujiyên li Parîs û Silopiyayê hatin şermezarkirin û berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin.
VIYANA: Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Opera ya Viyanayê li hev civiyan, heta ber Serkonsolosiya Fransayê meşiyan û li vê derê mîtîngek lidar xistin. Di axaftinan de bang li Kurdên li dîasporayê dijîn bi taybetî jinên Kurd hat kirin ku xwedî li têkoşîn û berxwedanê derkevin.
TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê, ciwanên Kurd li kolana Dundas&Yonge ya bajêr li hev civiyan û komkujiya Parîsê û terora dewleta Tirk a li Kurdistanê şermezar kirin. Ciwanan li ser armanca çlakiya xwe belavok belav kirin û agahî dan mirovên li derdorê. Çalakiya ciwanan bi qasî du saetan dewam kir.
SYDNEY: Bi heman armancê li bajarê Awûstralya Sydneyê, Kurdistanî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan. Di çalakiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û sê jinê Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Leyla Dag di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bi taybetî li dijî jinên Kurd û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa şoreşgerên hatin qetilkirin, bimeşin. Nûnerê KNK’ê yê Sydneyê Îsmet Taşkan jî li civînê peyivî. Taştan bi bîranîna şehîdên Parîs û Silopiyayê dest bi axaftina xwe kir û bang hişyariyê kir.
ÎNNSBRUCK: Kurdên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê dijîn jî bi pêşengiya Komîteya Jinê ya Amara ya Tîrolê li hev kom bûn. Di çalakiyê de jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
KÎEL: Li bajarê Elmanya Kîelê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên Parîs û Silopiyayê, bi sedan Kurdistanî li meydana Asmûs Bremer Platzê hatin cem hev û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar hilgirtin. Di çalakiyê de tevlî axaftinan, li ser armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin.
BERN:Li bajarê Swîsre Bernê, tevî Anarşîstan, koma Revolutionaerer Aufbau, Antî-Kapîtalîst û Antî-Faşîst gelek komên çep û alternatîf ên Swîsreyî li dijî komkujiyên dewleta Tirk Kurdistanê dike, meşiyan. Girseya gel piştre li ber avahiya Parlamenta Federal a Swîsreyê li hev civiya. Li ser navê koma Revolutionaerer Aufbau berdevk Andrea Staûffacher li vir axivî û diyar kir ku ew destekê didin biryara xweseriyê ya Kurdan û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kir.
KASSEL: Li bajarê Elmanya Kasselê jî, komek ji xwendekarên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, li Konîngsplatz a li navenda bajêr e, stand vekir. Di çalakiyê de xwendekarên Kurd li ser êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê dike, agahî dan.
OSLO: Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, bi pêşengiya Komîteya Jinan li ber stasyona navendî ya bajêr li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Em edaletê dixwazin”, “Bêdengî dikuje”, “Azadî ji bo Ocalan” dest bi meşê kirin. Kurdistanî ji nava kolana herî qelebalix a Osloyê ya bi navê Karl Johan der basbûn û xwe gihandin ber Parlamenta Norwêcê û li vir mîtîngek lidar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN