
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM
217 endamên meclîsa şaredariyê û şaredarên Swêdê yên ku li cihên cuda peywira xwe didomînin, ji hikûmeta Tirkiyeyê re nameyek şandin û nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî Kurdan û aliyên demokratîk dan.
Di nameyê de hat xwestin ku şaredar serbest werin berdan û peywira xwe bidomînin. Alîkara Şaredarê Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh ji Ewrûpayê xwest ku helwêsteke zelal nîşanî Tirkiyeyê bide.
Name ji Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim û Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylu re hat şandin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku piştî 7’ê Hezîrana 2015’an HDP bi pêş ve çû û AKP’ê dest bi êrîşan kir.
Rêveberên şaredariyan diyar kirin ku 156 şaredar ji peywira xwe hatine dûrxistin û gelek şanoyên bajêr, navendên jinan û navendên çandî hatine girtin.
Rêveberan bal kişand ser êrîşên li dijî HDP’ê û got, “Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê da sekinandin û pêşiya bûyerên erênî yên li şaredariyan girt. Agirbest hate bidawîkirin û li gelek bajaran şer hat destpêkirin, bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin.” Şaredarên Swêdê xwest ku şaredar û rêveberên şaredariyan ên girtî serbest werin berdan û peywira xwe dîsa bidomînin.
‘Em bê deng namînin’
Alîkara Şaredara Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh, têkildarî mijarê got, ew gelek caran çûye Kurdistanê û bûye şahida serketina şaredarên Kurdistanê û wiha peyivî: “Li dijî girtina şaredaran em ê bêdeng nemînin. Em bi vê nameyê diyar dikin ku em vî tiştî qebûl nakin û piştgiriya me ya ji bo hempîşeyên me wê bidome.”
Lîvh têkildarî vê meseleyê hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê rexne kir û got, “Hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê nerazîbûneke qels nîşanî binpêkirina mafan li Tirkiyeyê û Kurdistanê didin. Hikûmeta Elmanyayê nerazîbûneke tund nîşanî girtina hemwelatiyên Elmanyayê da. Divê Hikûmeta Swêdê û YE jî nerazîbûneke tund nîşanî Tirkiyeyê bidin.”
Di nava 217 şaredar û endamên meclîsa şaredariyê de endamên Partiya Karkerên Demokrat û Sosyal, Partiya Çep, Partiya Lîberal, Demokratên Xirîstiyan, Partiya Mûhafazakar hene.