Di çarçoveya kampanyaya temaşekirina belaş a filmên sînemayê de ya bi dest aliyê Şaredariya Êlihê, di mijdarê de çar filmên sînemayê wê belaş bên nîşandan.
Di çarçoveya xebatên çand hunerî de Şaredariya Êlihê ji havînî ve ye çalakiyan li dar dixe. Di çarçoveya kampanyaya belaş temaşekirina filmên sînemayê de vê mehê jî çar filmên sînemayê wê belaş bên nîşandan. Ev her çar film jî ji aliyê Şaredariya Êlihê, Kolektîfa Sînemaya Nû, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatiye diyarkirin. ew ê li Navenda Çandê ya Guneştekin bên nîşandan.
Li gorî bernameya Mijdarê, 11’ê Mijdarê filma “Kefernahum”, 12’ê Mijdarê “Her Malek Dibistanek”,” 19’ê Mijdarê jî filma “Aether” û 27’ê Mijdarê filma “Dizên Kevokan” wê bên nîşandan.
JINNEWS/ÊLIH