Li bajarê Bakurê Kurdistanê Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara navçeya wê Muksê Caziye Dûman jî di nav de 15 siyasetvanên jin hatin destgîrkirin.

Siyasetvanên destgîrkirî ev in:

Hevşaredara Miksê Caziye Dûman, rêvebera HDP’ê ya Wanê Edîbe Babûr, namzeta Hevşaredariya Payîzavayê ya hilbijartinên 31’ê Adarê Rojbîn Akdag, namzeta parlamenteriyê ya hilbijartinên 24’ê Hezîranê Mûkaddes Karakoç, endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Handan Karakoyûn, Alîkara Hevşaredarên Tûşbayê Berken Kizilboga, endamên TJA’yê Hawar Derya, Hatîce Akdag, endama înîsiyatîfa dayikên aştiyê Pervîn Ozgur, rêvebera DBP’ê ya Wanê Nerîman Ûrar. Ev êriş dibe ku amadekariya dagirkirina şaredariya Muksê jî be.

 

WAN