Desthilatdariya AKP/MHP’ê Şaredariya Qoserê ya HDP’î desteser kir.
Wezareta Karê Hundir a Tirk Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ji wezîfeyê dûr xist û qeymeqamê navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm li şûna wê tayîn kir.
Yilmaz nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û hat pêşiya avahiya şaredariyê. Yilmaz xwest bikeve nava avahiya şaredariyê, lê belê polîsên Tirk nehiştin. Nîlufer Elîk Yilmaz ji polîsên Tirk xwest ku belgeya wê ji wezîfeyê dûr xistiye jê re ragihînin. Polîsên Tirk jî gotin, “Eger bêhiqûqî hebe hûnê vê çareser bikin û piştre bikevin hundirê avahiya şaredariyê.
Tevî şaredariya Qoserê hejmara şaredariyên HDP yên hatine dagirkirin bû 15 şaredarî.
ANF/MÊRDÎN