Ozdînç bi lêv kir ku ji bo jinên di bin banê şaredariyê de dixebitin butçeyek ava kirine û da zanîn ku xebat wê li ser pirzimanî û xwegihandina lezgîn bimeşe.
Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest bi xebatan kir.  Di bin banê daîreyê de; Midûriyeta Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê, Midûriyeta Lêkolîn û Perwerdeya Jinê û Midûriyeta Pêşvebirina Aboriya Jinê hat avakirin.
Seroka Daîreya Polîtîkaya Jinan Sevgî Ozdînç der barê xebatan de agahî da û got ku hedefa wan a sereke ev e ku perwerdeya wekheviya zayendê bidin hemû xebatkar û endamên meclîsê û ew ev xebat wê demek nêz destpê bike. Ozdînç diyar kir ku di bin banê daîreyê de sê midûriyet hatine avakirin û wiha berdewam kir: “Xebat li Navenda Jiyanê ya Jinan a Şaredariya Mezin hat kirin.  Li navendê ji bo jinan gelek atolye hatin avakirin. Yekîneya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê jî bi awayekî aktîf dixebite.  Ji bo jinên rastî şîdetê hatine piştgiriya psîkolojîk tê dayîn.  Her wiha atolyeyê nexş û dirûnê hatine avakirin.”
Ozdînç got ku hedefa wan ev e ku pêşiya hepskirina li malê bigirin û dxiwazin jinan di alî aborî de xurt bikin.

Xebatên pirzimanî û xwegihandinê

Ozdînç got ku li taxan li ji bo jinan anket kirine û di encama anketê de dest bi xebatan kirine û wiha axivî: “Me di bin banê şaredariyê de bo jinan butçeyek ava kir. Dîsa projeyên me yên der barê jinan de hene. Di nava 5 salan de  em ê projeyên ‘Navenda Şêwirmendiya Malbatî’, ‘Îstasyona pêngava yekem’, ‘Navendên banga lezgîn’ pêş bixin. Her wiha em ê xebatên bi pirzmanî bidin meşandin û bi terzeke ku bi awayekî lezgîn xwe bigîhînin jinan wê xebat bên meşandin.”

Ozdînç destnîşan kir ku di hemû xebatên ku li bajar bên meşandin de wê jin bibin xwedî gotin. Li gel vê da zanîn ku li gelek cihên bajar wê ji bo jinan xebatên sportîf û çandî bên meşandin.

WAN