Qamişlo paraztî ye
Li ser daxuyanî û gefên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajarê Qamişloyê, serokê Desteya Paraztinê ya herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan daxuyaniyek da û got, daxuyaniya DAIŞ´ê bi armanca çavtirsandîkirina welatiyan e. Saroxan weha dirêjî da gotinên xwe: "ev berdewamiya hewldanên wan ên bereyê ne ku bi ser neketin." Ebdulkerîm Saroxanji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Serêkaniyê, Til Berek û Til Koçerê jî got, bi piştgiriya Dewleta Tirk û dewletên herêmê jî nikarîbûn vîna gelê Rojava bişkînin û berovajî wê, bêhtir hêz dan gel."
´DAIŞ li Rojava bi bin ket´
Saroxan bibinketina planên DAIŞ'ê jî weha rave kir: "çeteyên DAIŞ'ê li hemberî berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi ser neketin û ji bo vê jî dest bi pêkanîna êrîşên bombeyî û pêkanîna teqînan li hersê herêmên Rojava kirin. Herî dawî jî teqîna ku li bajarê Tibespiyê pêk hat. Ev nîşana ku DAIŞ li hemberî vîna gelê Rojava têk çûye."
´Em tedbîrên xwe distînin´
Derbarê êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de Saroxan got, êrîşa li dijî parçeyekî din ê Kurdistanê be li dijî Rojava ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bajarê Qamişlo û hemû bajarên din ên Kurdan ji aliyê hêzeke mezin ve tên parastin. Tu hêz nikare ku derbasî van bajaran bibin û dagir bikin."
ANHA/QAMIŞLO