Dewleta AKPê, di dema merasima veşartina Berkîn Elvan de li Sêrtê bû.
Tayyip Erdogan dise helbesta Dewşirme Ziya Gokalp xwend. Lê bîr nebir ku, bi kuştina Berkîn Elvan, gora wî kapokek din hate kûr kirin. Her kuştina ciwan û zarokên kurd, bêhtirîn kûrkirina gora wî ye. Erdogan, şaşiya rastiyê dijî. Ev dîmenê Komara Tirkiyê ya 90 salî ye. Herî zêde di serdema desthilatdariya AKPê de “har-î nar- harname” zêde bûn. Har-î harhareyên li pey şopa Ziya Gokalp jî zêde bûne. Di demên berê deji bo mirovên wiha “harnamê” dihatin nivîsandin. Îro, ev kes, pêdiviya veşartina nasnameya xwe nabînin û di xişka “lanetê” de dimeşin. Navê vê helwesta bêxiretî, kirine azadî; weke hişmendiyeke cûda dinirxînin. Ev kîsikê-qilifê minarê ye. Ev referansa demê ye. Piştî şerê 40 salî, referans jî hate guhertin. Hemberî ku ne “har-i mîskîn” in jî, “har-î deccale diyeler kerr û kûr”.Di vê referansê de, sîstemê jî rêbazên xwe guhertin. Bi vê pêwanê min gotina “har-î nar û harnamê” bikar anî. Bi Ermeniyê Wanê Ruhî Su dengê Ermeniyan hatibû birrîn; bi Hrant Dînk dengê Eremniyan bilind bû. Lê kuştin. Bi sedhezaran mirov derkeitn kolanan. Lê bi gotina “em jî Hrant Dînk in”, berê kujeriyê guhertin. Ev dengê tirkîtiyê bû. Têkiliya wê qerebalixê bi Ermenî û doza Ermeniyan re nebû.
Ev hinetîtka li ser latê ye, îro heye, sibe nîne. Siyaseta li dijî Çerkezan baş tê zanîn.
Ez dinivîsên xwe de “bextreşî, rûreşî, telaqreşî û dewşirmetiyê” zêde bikar tînim. Ev ne gotin bi tenê ne, biwêj in; reng, temtêl û baskên cûda yên sîstema Îttîhadiyan tînîne ziman. Reşad Sorgul, Mahmud Onder, Amed Dicle gelek caran van gotinên min rexne dikin. Ev heval nizanin ku, gotinên min sirrê di fulyona pişta neynikê de ne.
Binêrin, Polîsên Dêrsimê jî, ji bo Berkîn Elvan mesaja sersaxiyê di twitera xwe de weşandine. Gelo ev ne “şaşiya di rastiyê de ye”, gelo ev ne tinazên telaqreşiyê ne? Belêêê, ev hesabê bi teliyan e, nasnameya “edaleta tirk e”. Edaletek wiha, tenê bi rûreşî û betxreşiyê dikare werê destnîşan kirin. Gotin, her dem nabin bersiva kiryaran.
Osmanî, destur ne dida liv û lepta hişmendiyê. Şeyh-ul Îslamê Osmanî, Ebû Suudê Kurd, Hoce Çelebiyê Kurd, ji bo Siltan Kanunî, qanun çêkirin. Lê Ebû Suudê Kurd, fetwa Kurdên Êzdahî, kurê Kanunî jî bi Kanunî da kuştin. Binyata dewşirmetiyê fetwanên Hoce Çelebiyê Kurd e. Ev dustur-diruşm, nikare bibe suwariyê dîrok û ronahiyê. Tenê dikare bibê suwariyê şans û qubalê. Ev jî berjewendî û kursî ye. Şaristaniya Tirkiyê, mixabin hîna pozîtîf nebûye. Erdogan, giliyê Teşkilata Gulen û “zatê li Pansilvanya” li ber kurdan dike. Herî dawî mikur hat ku komkujiya bêbext ya Parîsê, ji aliyê Teşkîlata Gulen ve pêk hatiye. Gelo, ev ne qeşmerî ye, gelo ev ne rûreşî ye, gleo ev telaqreşî ye, gelo ev ne terezî ye. Erodgan, gelo her kesî weke xwe di guhên ga de dizane?
Ev muhasebeya Erdogan û hevkariya bi Gulen re ye. Kurd, ji roja roj ve diqîrin û dibêjin, “destê MÎTa Tirk, gladio ya Teşkîlata Gulen û agahiya Erdogan, di vê komkujiyê de heye.” Kurd bêhtir ji van gotinan, hinek rastiyên din jî dizanin. Kurd 40 sal in, şerê eniya serbixwe dimeşînin. Ev, suwariya li dîrok û ronahiyê ye. Di kuştina zarokên 12 salî, Ugur Kaymaz û Ceylan Onkol de, gelên Trkiyê bêdeng man. Dema li Kurdistanê ciwanên kurd, têne kuştin jî raya tirk û Tirkiyê, (ji bilî kurdan) deng dernakeve. Mîna di kuştina Hrant Dink te hate xuya kirin, qerebalix li gorî planekî veşartî deridkeve û mîna îro jî dikevê nava bêndegiyê. Ev siyaseta “xwedî derkeve û bide jibîr kirin e”. Di slavegera kuştinan e, pêxistina findikan û danîne gul û qurnefîlan, têra hesab pirîsnê nake. Şaşiya di rastiyê de ev e. Hesabên matemetîkî, windahî ne; lê kurd ji bo vî hesabî “mukawemet” dibêjin. Di salvegera komkujiya Qamişlo de, (12ê Adarê), çete, yan jî kontra li dijî şaredariya payîtexta Qantona Cizîrê êrîş lidarxistin. Jinên ducanî kuştin. Kurdan dîse “muqawemet” qîriyan. Şerê 40 salî, giyan û hişmendiya kurd, di cografya bedena kurd de hevîr kiriye. Ev volqana hêviyê ye. Di germahiya vê volqanê de, pêwiste nivîskarên kurd, rojnamevan û intelîjansiya kurd, hê zêdetir, “hişmendî û hewngîriyê” biafirînin. Di tara bêjingê de lêgerîn ne bes e. Gevzeke di rekihê de ye. Li bejna eniya şerê serbixwe nayê. Rewşenbîrên Kurd, nikarin di xeta hidud de bigerin. Navenda kurdan çêbûye.
Fîlozof Kant dibêje; “qenc, di cihê xwe de qenc e”. Bila kes , ji meqamê “kurd-î şîran”, neçê “acemaşîran”, neçê “tirkaşîran”, neçê “erebaşîran”. “Light-motîfî” li bejna kesî nayê.
Şaşiya rastiyê
Kesê jiyanê nizanibe, mirinê jî nasnake. Qerebalixa ji bo Hrant Dink derkete kolanan, ji bo Berkîn Elvan jî derkete kolanan. Kujerên Hrant Dink serbest hatin berdan. Kujerên Berkîn Elvan li derve ne û bombayên gazê diavêjin xelkê. Panzêran diajone ser girse.