Konfransa Gaziyên Rojava roja 29’ê îlonê di bin duruşmeya”Sonda me bi xeta Şehîd Arîn û Şehîd Gelhat, heta serkeftinê” li salona Sandîkeya karkeran a bajarokê Rimêlan hat destpêkirin û du rojana dom kir. Di konfransê de 400 delegeyên ku di şerê Rojava yê li dijî çeteyan de birîndar bûne, amade bûn.Di konfransa ku 29-30’yê îlonê dom kir de, gelek axaftin hatin kirin û gelek mijarên girêdayî birîndaran hatin nîqaşkirin.Di dawiya konfransê de gelek biryarên girîng hatin girtin û Saziya Gaziyên Rojava hat avakirin. Desteyek Rêveber ku ji 5 kesan pêk tê hat hilbirartin. Ev deste jî karê wê ew e ku çavdêriya karê saziyê bike û konfransên Gaziyan ên kantonan lidar bixe.


Biryarên konferansê

Hin biryarên ku di konfransê de hatine girtin evin:

1- Her Gaziyek ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanê, serkeftina Şoereşa Rojava û avakirina Sûriyeke Demokratîk, têbikoşe.

2- Di avakirin sîstema Netewa Demokratîk de Gazî rola pêşengiyê dikin.

3- Erka her Gaziyekî ye ku xwedî li xeta şehîdan derkeve û têkoşînê bilind bike. Weke Rêber Apo diyar dike ‘Gazî şehîdên zindî ne’ yên ku zêde xwedî li malabatên şehîdan derkevin û bi wan re eleqedar bin divê hevalên Gazî bin.

4- Gazîbûn diyardeyekî bîrdozî û felsefî ye, li ser vê bingehê li hember hemû cure ferasetên modernîteya Kapîtalîst têkoşîne dike, nirx û zîhniyeta modernîteya demokratîk binghe diger.

5- Aavakirina komîteyeke navendî ya Gaziyên Rojava û li darxistina konfransên Gaziyan li kantonên Rojava.

6- Her sê kantonên Rojava sazîbûna xwe ava bike. Li gorî sîstema bajarên şax û rêxistin bê avakirin.

7- Her sê kantonên Rojava Akademiyên xwe yên navendî yên perwerdeya bîrdozî, leşkerî, civakî, raghandin û zimanan, vedikin.

8- Di her sê Kantonan de arşîv û sicilên hevalên Gazî bên komkirin û bîlanço bê derxistin û derbarê her hevalekî Gazî de dosya wî ya taybet bê amadekirin.

9- Navendeke ya Fîzyoteterapî, were vekirin.

10- Kovar û Sîta Gaziyan bê vekirin û karên wan li ser bên weşandin.

Di dawiya konfrasnê de duruşemyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedan Kobanê, şervanên YPG/YPJ’ê û dilsoziya bi têkoşeran re hat dayîn û soza şopandin riya  wan hat dayîn.   


 GIRKÊ LEGÊ