
Kampanya ji bo Rojava
Piştî destpêkirina bûyer û şerên navxweyî yên li Sûrî ku yekser bandora xwe li jiyana mirovan kir, Heyva Sor a Kurdistanê li hemberî êrîş û dorpêçkririna herêma Rojava, lez da kar û xebatên xwe yên alîkariyê.. Bi vê armancê, Saziya Alîkariya Mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Almanya yê, Sibata sala 2013’an bi armanca alîkariya welatiyên xizan û mexdûrên şerê li Sûriyeyê ji bo herêmên Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariya lezgîn da destpêkirin. Li gorî vê li Almanya û bi piştgiriya saziyên alîkariyê yên li welatên Ewropa û Skandînavyayê de, xebatek berfereh birêve çû. Weke encameke giştî, tevahiya sala 2013’an milyonek û 658 hezar Euro ji bo Rojava hate berhevkirin. Di kampanyayê de 300 konên malbatî yên taybet, 35 ambulans, 22 hezar û 250 çanteyên dibistanan û kirtasiye, cîhaz û alavên nexweşxaneyan, 300 hezar qutiyên xwarinên amade (konserwe), 140 ton şîrê zarokan û bi dehan ton derman hatin şandin. Li gorî daxuyaniya ku rêveberiya Heyva Sor derbarê Kampanyayê de dabû, di pêvajoya berhevkirina alîkariya ji bo Rojava, Kurdistaniyên li Ewropa bi erka xwe ya mirovahî û exlaqî rabûn û bi hemû hêza xwe beşdarî kampanyayê bûn.
Kampanya CIK´ê
Her wiha di serî de Civaka Îslamî a Kurdistanê, Navendên Civaka Kurd Elmanyayê, saziyên alîkariyê yên Kurd li Awûstûrya, Fransa, Ingilîstan, Hollanda, Belçîka, Îtalya, Siwîsre, Danîmarka, Siwêd, Norwêc, Fînlandiya , Kurdistaniyên li Awûstûralya û Koordînasyona Rêxistinên Şoreşger ICOR ji bo alîkariya Kurdên Rojava kedek mezin da. Mijara dewamkirina alîkariya bi Rojavayê Kurdistanê re, bû yek ji rojevên herî girîng yên 22’mîn Kongreya Heyva Sor a Kurdistanê ku 17 meha Gulana îsal hat lidarxistin. Lewra ji ber êrîşên komên çekdar û rêjîma Sûrî, her weha ji ber siyasetên ambargo û girtina deriyê sînor yê Sêmalka ku rê li ber pirsgirêkên mezin yên jiyanî vekirin, Heyva Sor a Kurdistanê biryar dabû ku ewê xebatên xwe yên alîkariyê 2 qat zêdetir bike. Herî dawî Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê, li hemberî êrîşên hovane yên li dijî xelkê Kobanê, Kampanya Alîkariya Lezgîn da dest pê kirin.
Alîkariya lezîn destpêkir
Heyva Sor sedemên destpêkirina vê alîkariyê weha rava kiribû: “Ji ber aloziya li Sûriyê ku ev 3 sal in dewam dike, bêtirî 150 hezar mirov hatine kuştin, bi deh hezaran birîndar bûne û bi mîlyonan welatiyên sivîl ji cih û warên xwe bûne. Di rewşeke wiha de ji ber helwesta gelê Kurd ya aştiyane, tevahiya deverên Rojava veguherîne herêmên herî aram û bi deh hezaran kesên ji deverên Sûriyê hembêz kirin.” Wekî din, ji ber şert û mercên şer yên li Sûriyê ku bandoreke mezin li jiyana mirovên Rojava jî dike û her wiha dorpêçkirina deverên Koban, Efrîn û Cizîrê, pêdiviya gelên li Rojava bi alîkariya mirovahiyê zêde bûye. Gelê Kurd li herêma Kobanê ku rojiya Remezanê di bin siya ambargo û dorpêçkirinê de pêşwazî kir, rastî êrîşên komên DAIŞ’ê hat. Tevî ku li gorî ola Îsalmê kuştina mirovan û rijandina xwînê di meha Remezanê de hatiye qedexekirin jî, lê careke din û di bin navê Îslamê de komên ku para xwe ji mirovahiyê negirtine, êrîşî gelê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê kirin. Rêxistina bi navê Dewleta Îsalmî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ku li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê mohra xwe li gelek bûyer û komkujiyên hovane dane, 2’ê Tîrmehê li dijî herêma Kobanê dest bir êrîşên mezin kirin. Ev komên ku di van êrîşan de, hemû pîvanan bin pê dikin, bi rêbazên herî kirêt serê mirovan jêkirin û malên Kurdan talan kirin. Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê ya derbarê van êrîşan de, berovajî deverên din yên Sûriyê, hêzên cîhanê, herêmî û piraniya rêxistinên ku xwe weke saziyên alîkariya mirovahî bi nav dikin, beramberî êrîşên li dijî Rojava bê deng mane û bi vî awayî hêz dan wan derdorên êrîşkar. Ji ber bêdengî û xemsariya van hêzên cîhanî û saziyên alîkariyê yên navnetewî, Heyva Sor a Kurdistanê kampnaya alîkariya lezgîn ji bo Kobanê ragihand û derbarê de ev aghî bi raya giştî re parve kir: Çawa ku Heyva Sor a Kurdistanê ji destpêka şerên li Sûriyê gelê Rojava yên muhtacî alîkarî bi tenê nehişt, niha jî destê alîkariyê dirêjî Kobana dorpêçirî dike.
Fitir û alîkarî bidin Rojava
Bi têgeha ku ev kampaya kêmek be jî, di vê meha Remezana Pîroz de, wê bersivê bibe hêvî û daxwazên xelkê Kobanê, Heyva Sor 15’ê Tîrmehê Kampanya Alîkariya Lezgîn da destpêkirin. Di ser destpêkirina vê kampanyayê re, hefteyek derbas bû, lê ji niha ve eşkere ye ku Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi hestên mirovahî tevdigerin û xwedî li gelê Kobanê derdikevin. Di vê meha pîroz û bereketê de, ji bo gelê Kobanê ku di bin dorpêçkirina komên çete de ye bi tenê neyê hiştin. Li ser vî esasî divê Kurdistaniyên Ewrûpayê fikri û ramanê wan yê siyasî çi dibe bila bibe, divê bi hemû hêza xwe xwedî li gelê Kobanê derkeve.
NAVENDA NÛÇEYAN