Hevseroka Meclîsa TEV-DEM`ê ya Kantona Cizîrê Edalet Umer destnîşan kir ku armanca destpêkirina hemleya komkirina alîkariya ji koçberên Reqayê re ew e ku alîkariya koçberan bikin û got, saziyên alîkariyan ên navdewletî beranberî koçberên Reqayê bi erka xwe ranabin û alîkariyên pewîst pêşkêş nakin.

Edalet Umer derbarê destpêkirina hemleya komkirina alîkariyê ya bi pêşengiya TEV-DEM´ê de agahî dan û got, bi bipêşveçûnên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re welatî ji ber çeteyên DAIŞ’ê koçber dibin û berê xwe didin herêmên QSD’ê, û hejmara wan jî gelekî zêde bûye. 

Umer îşaret bi pêdiviya van koçberan a bi alîkariya madî û manewî jî kir û wiha peyivî: “Bi hezaran koçberên bajarê Reqqayê di şert û mercên dijwar de li çolê û bejahiyan dimînin. Ji bo em alîkariya wan bikin, me dest bi vê hemleyê kiriye.“

Edelat Umer di dewamê de rexne saziyên navdewletî girtin ku bi erka xwe ya alîkariya insanî ranabin û wiha dewam kir: “Me dît ku Rêxistinên Navneteweyî li hemberî koçberên bajarê Reqayê bê deng in, ji ber vê yekê jî li gorî derfetên heyî me dest bi vê pêngava alîkarî û piştgiriyê kiriye. Hemleya me dê sê rojan dewam bike. Li hemû bajarên kantona Cizîrê, konê piştgiriyê wê were vedan û alîkariyên pêwîst ji koçberan re werin berhevkirin.”

Edalet Umer di dawiya axaftina xwe bang li tevahî şêniyên kantona Cizîrê kir ku beşdarî hemleyê bibin û koçberên Reqayê tenê nehîlin, alîkariya wan bikin. 


 ANHA / QAMIŞLO