Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî Şewket: Le Tewrêz çit dekrid? Laşayî: Demwîst be dizî le sinûr derbaz bim. Lepir le tenîşt xiyabanêk 'Etam dî ke rojnameyekî be destewe bû. Zor hogrî bûm û nemtuwanî pêşî xom bigrim. Berew lay çûm ta le baweşî bigrim. Her le heman ew çend lehzeye da bîrwerî ew hemû salanem le ber çaw zîndû buwewe ke beyekewe bûyn. Bîrewerî Kurdistan û neberdî çekdarane, bîrewerî jiyan û karî taqet pirûkên le Şêxnişînekanî Kendawî Fars û ew roj û şewaney ke beyekeweman tê perand bû. 'Eta be dîtnî min ew rojnameyey kirdewe ke be destîyewe bû û le ber demuçawî ragrit. Her wek ewey ke minî nedîtbê. Le manay ew kare tê geyiştim û naçar rêgem xuwar kirdewe û tê perîm. Duwatir her katêk bîr lew helkewte dekemewe rêz le cûlanewey degrim. Her ewende bes bû wuşeyekî le dem derperê u be amajeyek emin wekû 'unsurêkî konepersit û destinêjî rêjîmî Şa bigrin. Îdî diyar bû legel çi çarenûsêk rûberû debûm. [caption id="attachment_243890" align="alignright" width="201"] Perwîz Nîkxa Cumhûrî Îslamî le 13.03.1979 di zîndanî Qesrî Qecer da tîrebaranî kird.[/caption] Şewket: Xesletekanî 'Eta çi bûn? Laşayî: 'Eta û Xusrew le baştirîn hawrêyanim bûn. Ewan kemtir le wanîdî xoyan le qefesî îdêolojî da zîndanî kird bû. Însanekan bo ewan sipî û reş nebûn û le helsukewtyan da nerim bûn. Her dûkyan legel nerim bûn da, xawen azayetî û wêranêkî kem wêne bûn û her dûkyan le Kurdistan katêk dujmin be şew pelamarî dayn, azayetî û dilêrî zoryan le xoyanewe nuwand. 'Eta be pêçewaney êmemananî dî zorî gwê nededa têorî û gêranewey qewlî Marksîstî. Mêhrewanîyekî taybetî hebû, însanêkî 'eşîreyî dilêr û netirs bû. Ne 'Eta û ne Xusrew le Marksîsm – Lênînîsm mezebêkî tazeyan saz nekrid bû. Şewket: Ey Xusrew xesletekanî çon bû? Laşayî: Însanêkî bê girê û gol bû. Eger le Rom bûbam car car minî debirde rêsturanêkî xoş û daway şerabêkî taybetî dekrid. Be duway rabuwardin da nebû, belam hîç lemperêkîşî le ser rêy rabuwardin nededît. Zorî gwê nededaye ke karêkî ewto legel tesewrî baw lemer berperçdanewey beha burjuwayiyekan û wergirtnî beha prolêtêrîyekan cor derdêtewe yan na? Be pêçewaney zorêk le êmemanan hîç pêkêşî nedekrid ke her debê nan û penîr buxurê, her çend le Kurdistan û Kendaw, katêk naçar bûyn be nan û mast yan xuwardinêkî sade razî bîn, le kes nedemawe û mêşîşî lê mîwan nebû. Legel xoy, xelkî dî û legel jiyan bê girê û gol bû û emin gişt ewane be akamî dilawayî û sexawetî wî dezanim. Şewket: Tûreyî wî çon pasaw dedey katêk ke le ser çuwarêyan rûberûy hatî? [caption id="attachment_243889" align="alignleft" width="300"] Xusrew Sefayî (Qubad) u hawser Ferîday German le Italiya[/caption] Laşayî: Renge heqî bû bê. Le helumercêkî nihênî le jêr tîxî Sawak da bû û emin helbirabûm. Min ege xom le cêy wî danaba tûre debûm. Legel eweş hîç gumanim lewe da nîye eger le duway şoriş minî dîtba wek 'Eta legelim decûlawe û nedebû be hokarî girtnim. Mawyek lemew ber le naw werqe kaxeze qedîmîyekanim da şê'rêkim dozîyewe ke ewim le xemokî û tenyayî mangekanî hewelî muhaceret bo Rojawa da nûsîwe. Bo şîkirdnewey rûhîyem lewan rojan da cêy serince. Renge pinktêkî serincrakêştir ewe bê ew sê'rem bo yadî Xusrew Sefayî û Perwîz Nîkxa gutuwe ke le rûy rêbaz û helwêstî siyasîyewe le dû cemserî nakok dabûn. Yekyan be dest rêjîmî Şa û ewî dîkeyan be dest cimhûrî îslamî kûjra. Bo min her dûkyan 'ezîz bûn. Her dûyan le serubendî ciyawaz da hawrêm bûn û dilim bo her dûkyan teng bû û îşataş tenge. (Bê yadî Xosro Sefayî û Perwîz Nîkixa 7 Mey 1980) Der xabhay xoşem hemîşe şoma Hestîd. Ey dûstanê gozeştê Yaranê eslehê, Koca hestîd? Der sînê, yadê şoma şo'lê mîkşed, Têswîr dilnişînê şoma hemdemê min est Donya bêdûnê şoma xalî est Her çend Der în fezayê por ez fêtnê o ferîb Cayî beray şoma nîst , Min zêndêam be yadê şoma, ba xemê şoma, Can mîdhem meger kê şewem hemdemê şoma, (Be yadî Xusrew Sefayî û Perwîz Nîkxa , 7-î Mey 1980) Le xewne xoşekanim da êwe hemîşe Hen. Ey dostanî rabiridû Yaranî çek kuwa le kwên? Le sîng da, yadî êwe bilêse deda, wêney dilgirî êwe hemîşe hawdemî mine Dinya be bê êwe xalî ye Herçend lem feza fêl û firîw dagirtuwe da cêyek nîye bo êwe, emin zîndûm be yadî êwe, be xemî êwewe, giyan dedem bo ewey bibme hawdemtan. Dirêjey heye hsghazi@gmail.com