Lapereyek le belgey resmî Sawak seberet be têrorî nemir Qadir Şerîf u nawî qatlekanî[/caption]
Rojêkî cum'e bo geran çûme şarî Silêmanî. Ke le şeqam degeram le qawexaneyek tûşî jimareyek le pêşmergekanî Talebanî bûm û ewan be haletêkî peşokaw xeberyan damê ke se'atêk lewe pêş Qadir Şerîf têror kirawe û zor be sextî birîndar bûwe, birdûyane bo nexoşxaney Silêmanî. Destbecê xom geyande nexoşxane û be nasandinî xom ke pizişk û le dostanî Qadir Şerîfim, eminyan rênwênî kird bo beşî urjans. Lewê Qadir Şerîfm dî ke be rûtî le ser sekoyekî berd dirêj kira bû û ziyatir le set birînî piçûk û gewre beşî xwarewey bedenî ta zegî dapoşîbû û be tundî xwênrêjî dekird. Rûdaweke awa bûwe ke ew deçête awdestêkî giştî û hêrişbereke le derewe ra narincokêk dexate çalî awdesteke û le akam da sedan pirîşkey narincok we lay xwarewe û zigî Qadir Şerîf dekewê. Bo min hetmî bû ke ew le ber sextî û qûlayî birînekanî çak nabêtewe û deqîqekanî duwayî temenî tê deperênê. Ew le halî şok da bû û minî nenasîyewe û peyta peyta cinêwî deda. Be fermanî min sêromyan lê girê da û dermanî dijî derd û êşyan daye û çend deqîqey dîke xamoş bû.
Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (32)
hsghazi@gmail.com
Goşeyek le mêjûy bizûtnewey çepî Êran
Le qalbî beserhatêk da
Beşêk le kitêbî Siyaweş Parsanejad
Neşrî Nîma , Êsên – Elman çapî ewel – Jûyiyey 2002
Ew grûpe le 'Êraq legel hêze çekdarekanî Talebanî kewtibûn û be mûçey mangê pênc dînarî 'Êraqî (barteqay hezar riyalî ew demî Êranê) bo her pêşmergeyey, jiyanyan deguzera. Kurde Êranîyekan rêzêkî zoryan le ême degirt û le bûnî ême lewê seryan sûr mabû. Baweryan nedekird ke jimareyek însanî xwêndewar û " duktur" ke be qewlî xoyan deyantuwanî komay diraw heldenewe, bêne naw ewan û legel ewan û le ast ewanda bijîn. Hêndey pê neçû paşmawey dîkey gurûpî ême ke birîtî bûn le 'Eta Keşkolî û Siyamek Mueyîdzade û Muhsîn Xatemîş peywest bûn be ême û Xusrew Sefayîş ke le Bexda mabuwewe, çend mangêkî le Bekreco tê perand.
Le helsenganî gurûpe Kurde Êranîyekanda cige le Qadir Şerîf û cewanêk be nawî "kak Kawe" ke azadî Kurdanyan bo le gorê dabû, le ewanî dîke da mayey siyasîyekî ewtom nedî. Ewey ziyatir boyan girîng bû, dabîn kirdnî jiyanyan bû. Tifengêk bû û cilubergêk û mûçeyek. Ew babete le naw komelanî Kurdî çekdar çi layengiranî Talebanî û çi layengiranî Barzanîş da debîndira, ew însananey ke bawerî rasteqîneyan be rêbazî hîzbekeyan bû, kem bûn, ewanîdî mûçeyî bûn û zor car dedît ke pêşmergeyek bo tifengêkî baştir û yan mûçeyekî ziyatir helwêstî degorî û le layekewe legel layekey dîke dekewit. Helumercî nawçeyî meydanî deda be rewtêkî ewto. Le Kurdistanî 'Êraq hejarî û bêkarî hebû û pêşmergebûn wekû pîşeyek û hêndêk car wekû taqe pîşey ke hebû le qelem dedra. Le rastî da cewane Kurdekan nanî xwênî xoyan dexward û le layen dewlete dirawsêyekanî Êran û 'Êraqewe be xirap kelkyan lê werdegîra. Ew wez'ey ke le Kurdistanî 'Êraq hebû cêy xoşhalî nebû bo gurûpêkî şorişgêr, belam meseleke bo layenekanî kêşeke ewende hestyar û naskî lê hatbû ke legel Celal Talebanî detuwanî basî hemû babetêk bikey cige lew babete nebê. Êmeş çunke bew hesasîyeteman dezanî qiseman lêwe nedekird.
Debû bo gurûpî Qadir Şerîf siyasetêkî perwerdeyî be hewsele û be bext kirdinî wextêkî zor leber çaw gîraba ta bikrê lemer meylî fêr bûn û perwerdey ewan û dekarkirdnî şorişgêraney dawerî bikrê. Lew kobûnewaney aşnayî û perwerdeyî ke saz dekran, le ber pêdagrî Talebanî ewan dehatne meqerî wî bo lay ême, belam ême nedeçûyne şwênî lê manewey ewan. Talebanî le ser binemay ezmûnekanî xoy bawerî wa bû ke le naw gurûpêkî gewre da ke endamekanî helnebjêrdirawin, nakrê mirov dilnya bê ke le nufûz û kartêkerî Sawak be dûr bûbê. Kak Kawe pêkêşî dekird ke gurûpeke herçî zûtir bo xebat biçê bo Êran, belam Qadir Şerîf û her weha gurûpî ême pêman wa bû ke debê sebir bikeyn û le pêşda perwerdey gurûpeke berew jûr bibirdirê
Ême wêray karî siyasî legel gurûpî Kurde Êranîyekan, be rêkupêk lew kobûnewaney gengeşe û giftugo ke Talebanî sazî dekirdin, beşdarîman dekird û dostanî benirximan le naw cewananî Kurdî danîştûy Silêmanî peyda kird ke ser be balî mektebî siyasî Partî bûn. Talebanî hewlêkî zorî deda ke ême le beşdarî rastewxo le têkhelçûnekanda be dûr ragîrêyn, neka sedemeyekman pê biga. Ew zorbey wextî xoy legel ême têper dekird û le ber ewey şetrencbazêkî hogir bû zor car legel min şetrencî dekird. Hêndêk car ewende bîrman le ser gemeke ko dekirdewe ke agaman le ser rûdawekanî dewruberman nedema.
Lew nawe da kêşe le nawxoy gurûpî Kurde Êranîyekan le nêwan Qadir Şerîf û Kak Kawe qûl bibûwewe û bê ewey ême le wurderîşalî agadar bîn û le rûdawekan ser derênîn. Qadir Şerîf gurûpekey be cê hêşt û çûbûwe şarî Silêmanî le çend kîlomîtrî Bekreco.
[caption id="attachment_252050" align="alignright" width="290"]