Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî Şewket: Çi wulamêkit dawe? Laşayî: Gutim, "Bîrubawerî xom gorîwe, xo şerafetî xom nefroştuwe”. Şewket: Sawak çon bew meseleyey zanîbû? Laşayî: Zorim fikir lewe kirdewe, belam wulamêkim dest nekewit. Hewelê pêm wa bû Sawak be dûmewe buwe û be helkewt Perwîzî dîtuwe. Eger wa bûba debû girtbayan. Belam hîç nîşaneyekim bedî nedekird ew bîrokeye rahêzênê. Duwaye wam dadena Perwîz ewey bo kesêk bas kird bê û meseleke awa be gwêy Sawak geyiştbêtewe. Belam çi kesêk deytuwanî ew xeberey geyandibête gwêy sawak? Herçendî bîrim lê kirdewe negeyiştme cêyek.Duwatir katêk zanîm Sîrûsî Nehawendî hawkarî kirduwe legel Sawak, geyiştme ew akame ke wêdeçê Perwîz rûdanî rûberû hatnî minî bo Nehawendî gêrabêtewe û ewîş ewey be Sawak rageyandibê. Şewket: Renge Sawak be dûy Perwîzewe bûbê û lew deme da ney tuwanîbê bîgrê, yan leber hêndêk ho û songe pêy baş bû bê ew demî tenê Perwîzî le jêr çawedêrî da bê. Laşayî: Be dûrî dezanim awa bê. Le cêda hîç hoyek be destewe nebû bizanim emnîş Perwîzim dîtuwe, çunke be dîtnî wî hîç kardaneweyekim le xomewe nîşan neda. Tenya hoyekî ke dekra le rûberûbûnewey ême legel yekdî agadar bûbin ke eweş çend lehzeyek ziyatrî nexayand, ewe bû ke Perwîz rûdawekey bo Nehawendî gêrabêtewe. Şewket: Îdî'ay Bahîrî sebaret bewey ke Sawak raportî ew rûdawey bo Şa narduwe ew pinkte dadegrêtewe ke şa le pêwendî legel ew core meselane da rastewxo agadar kirawetewe. Laşayî: Be dilniyayyewe waye. Şewket: Ey Bahîrî çonî ewe bîstbuwewe? Laşayî: Renge be rêgay 'Elem da. Û way bo deçim Şa nawerokî ew raportey be 'Elem gutbê. Renge rastewxo le Sawakîşî bîstibê, çunke min ew demî le "Lojyonî Xizmetkaranî Beşer" da karim dekrid û Bahîrî û 'Elem be serokanî rastewxoy min dejmêrdiran. Duwatir bîstim Şa Bahîrî bang kirduwe û pêy gutbû Laşayî, le xiyaban Wa'îzzadey dîtuwe û raportî nedawe . Bahîrî le gelaley mêjûy zarekî zankoy Harvard da ewey bas kirduwe . Şewket: Bahîrî lewê da amaje deka be wutwêjî xoy legel Şa sebaret be 'Hîzbî Restaxîz'. Be qisey ew hoy dijayetî Şa legel beşdarî to le çalakî ew hîzbe da her ew meseleye buwe ke degerêynewe serî. Ber lewe demewê bizanim cige le Perwîz, to awa be helkewit le endamanî Sazmanî Înqîlabî hîç kesî dîket dî? Laşayî: Çend mang duway ew rûdawe, le xiyabanî Textî Cemşîd, Xusrewî Sefayîm dî. Le taksî dabûm û le tenîşt şofêr danîştibûm ke le ser çuwarrêyanêk Xusrewim dî ke le wêstgey utubos rawestabû. Ewem zor pê seyr bû, çunke hîç zanyarîyekim nebû ke Xusrew le Êran bê. Be dîtnî wî destbecê zanîm ke be nihênî dejî, le ber ewey însanêkî nasraw bû û neydetuwanî be aşkra bigerêtewe Êran. Le şêwey rawestanî û lew cêyey rawestabû, hestim kird qerarî dîdarêkî heye. Be dîtinî wî herdûkman çend lehzeyek çawman lêktirî kird. Xusrewim zor xoş dewîst. Pêm xoş bû dabezim û le baweşî bigrim, bê ewey lehzeyek bîr le akamî ew akare bikemewe. Belam be çaw û bro têgnanêk çawî lê kirdim destbecê lew kare peşîman bûmewe. Be xoşîyewe Xusrew ewey be Sîrûs Nehawendî negutbû, renge le ber ewey hîç pêwendîy legelî nebû. Nazanim. Her çonêk bê eger ew xebere geyiştbawe be gwêy Sawak îdî rizgarîm nedehat. Şewket: Basî dîtinî Perwîz Wa'îzzadeşit nekrid bû? Laşayî: Perwîz ciyawaz bû, çunke Sawak deyzanî ew le Êran dejî û emnîş be dem lêprisînewe da ewem gutbû. Belam lemer Xusrew nem detuwanî biyanûyek bênmewe û dûr bû bituwanim lew girifte rizgarim bê. Carêkîş yekêk lew kesanem le pêş zanko [î Taran] dî ke legel gurûpêkî froke rifên hatbuwe 'Êraq û legel Sazmanî Înqîlabî kewtibû. Her ke minî dî xoy şel kird bo ewey neynasmewe. Helbet nasîmewe û le dilî xom da bizeyekim hatê û têperîm. Carî duwayî 'Eta Keşkolîm le Tewrêz dî. Ew car duway şoriş bû. Îdî barudox gora bû û emin xom şardbuwewe û 'Eta û yaranî be azadî bo her kwêyek wîstbayan deçûn. Ewe le tewawî jiyanim da le bîr nakem. Dirêjey heye… Wêne: Wêney Xusrew Safayî (kak Qubad) le rêberanî Sazmanî Înqîlabî. Le 6’î mangî May salî 1976 legel hawrêyekî dîkey Sawak le jêr eşkemce da kuştinî. Mam Celal Talebanî bo rêzlênan le xizmetekanî wî be xelkî Kurdistan, nawî kurî duwemî xoy na Qubad. hsghazi@gmail.com