Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî Şewket: Ey sebaret be Perwîz delêy çî? Laşayî: Perwîz telebeyk bû be tewawî mana. Le ême hemûman cewantir bû û hoş û zekawetêkî seyrî hebû. Le danîştinî kadrekan û rêberanî Sazmanî Înqîlabî le Bêljîk tesîrî le hemûman kird bû. Tuwanayiyekî mûqelêşî ewper suruştî hebû. Car car çend kes dadenîştin û ew le wetaxêkî dîke ke xerîkî gesik lêdanî wetaxeke bû şetrencî legel dekirdîn û xalbe deybirdewe. Le rûy exlaqîyewe pak bû û be wey deygut û deykird bawerîyekî sersûrhênerî hebû le ser yek însanêkî pak û şerîf bû. Legel ewaneş xoy le qefesêkî îdêolojîk da ke bo xoy saz kird bû zîndanî bû. Car car waqit wur dema bew hemû hoş û zekawetewey ke heyetî, boçî hîç nirmî û în'îtafêk le xoyewe nîşan na da? [caption id="attachment_246155" align="alignleft" width="300"] Dr. Elî Sadiqî (Kak Îbrahîm) momostay fîzîkî Etomî le zankoy Parîs, le rêberanî Sazmanî Înqîlabî u Hîzbî Rencberan be salan le Kurdistan jiya u le 01.03.2019 le temenî 83 salan de le Swêd koçî duwayî kird.[/caption] Şewket: Ey 'Elî Sadiqî çon bû? Laşayî: 'Elî le buwarî fîzîkî etomî da derecey dukturay hebû. Belam ewîş le qefesî îdêolojîk da zîndanî bû. Xwêndewar bû, belam bîrtîjî û zekawetî nebû û ziyatir tûşî mêşk bestûy fîkrî bû. Hêştaş legel çend kesî dîke be bê kemtirîn rarayiyek gurûpêkî heye û le Swêd bilawkirawey Rencber bilaw dekatewe. Her le ser heman rêbaz û şêwe û helsukewtî rabirdû. Delêy hîç rûy nedawe. Şewket: Ey lemer Siyaweş Parsanejad? Laşayî: Be Siyaweşman degut yel [wate palewan, amadekar] aza bû û haletî palewanî hebû. Belam dogim nebû û wek ewanîdî kele wîşkî fikrî nebû. Duway ewey ke wutuwêjî çapemenîm kird û azad bûm maweyek le malî wî bûm. Şewket: Qet pêşniyaryan pê kirdî legel Sawak hawkarî bikey? Laşayî: Yek dû car hêndêk pêşniyaryan kird ke wedwayem dawe. Şewket: Pêşniyarî çî? Laşayî: Dawayan lê kirdim hêndêk wutar binûsim bo berperçdanewey komonîsm û mezheb. Çend carîş wutyan bo berperçdanewey bîruray 'Elî Şerî'etî hêndêk şit binûsim. Şewket: Ewet qebûl kird? Laşayî: Qebûlim kird belam nemnûsî. Şewket: Hîçyan negut? [caption id="attachment_246156" align="alignright" width="225"] Yek le wênekanî Laşayî le Emrîka.[/caption] Laşayî: Na, xo be zor nedekra wutar binûsrê. Egerçî be meylî xom çend wutarêkim nûsî sebaret be siyasetî newtî Şa ke le ser binemay dawxwazî Sawak nebû. Ewe lemer serubendêk bû ke Şa seferêkî hebû bo Elcezayir û ew wutarane le rojnamey Keyhan da çap kiran. Lew rêgayewe ew şitey ke bawerîm pêy bû derim debrî û le biyanû pê girtin û guşarî Sawakim kem dekirdewe. Şewket: Duway şoriş nameyekit bo heyetî berêweberî Sazmanî Înqîlabî nûsî. Nawerokî ew nameye çi bû? Laşayî: Lew nameye da nûsîm êsta derfetêk hatûwete gorê ta be çaw lê kirdin le belgekanî Sawak bibînin ke kesem pêwe nekirdûwe û le akamî 'îtrafatî min kes negîrawe. Her lew nameyem da lêm ziyad kird bêcgele gorînî bîrubawer karêkim nekirdûwe û be mafî xom dezanî karêkî ewto bikem. Meger mafim nîye rêgam bigorim? Dekrê rexnem lê bigîrê û serkone bikrêm, belam boçî pêm delên xaînim? Meger Andre Malro û Arthur Kostler bîrûbawerî xoyan negorî? Meger marşall Tito rêgay xoy le sosyalîzmî Rûsî cwê nekirdewe? Helbet bo komonîstekan ew karey be xeyanet dezandira. Şewket: Başe boçî nameket wek namey serawale bilaw nekirdewe? Laşayî: Nazanim? Tenê bîrim dekirdewe le ber ewey destyan we sened û belgey Sawak radega, debînin ke nawî kesim nedirkandûwe. Lew rojanî qeyranîyekanda bilaw kirdnwey nameyekî serawale le layen minewe, ewîş lew barudoxe da be hîç cor be selah nebû. Rûy qisem le Sazmanî Înqîlabî bû û hewcê nebû nameke be serawaleyî bilaw kemewe. Şewket: Hîç wulamî ew nameyet wergirtewe ke bo rêberanî Sazmanî Înqîlabît nûsî? Laşayî: Hîç wulamyan nedawe. Boyan her xayîn bûm û xiyanet bo komonîstekan hemîşe meqaşêk bûwe bo rûberûbûnewey dijberanyan. Wek ewe waye bey'etit kird bê û bey'etit şikand bê. Ewe le qamûsî şuwalîyegerî da cêy têgeyiştine . Nirx yan pêwanêkî sedekanî nawerast ke sizay merge. Belam le qamûsî sedey Bîstem da, sedey neberdî bîrokan, kuwa heldesûra be pêwanekanî sedekanî nawerast dawerî bikrê? Le ber ewey boçûnit lemer çemkî xiyanet û ladan lê pirsîm, debê bilêm ke giriftêkî ewtom legel ladan nîye. Ewey ke gutyan murted û laderim zorim le dilî giran nehat, çunke le îrtîdad û ladan da zemîneyekî fikrî heye. Belam xiyanet rehendêkî dîke peyda deka. Dirêjey heye hsghazi@gmail.com