Sê eniyên ji bo Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku hejmara wan digihije 300 kesî, di bin yek sêwanî de kom bûn. Her sê enî êdî wê ji niha şûn ve çalakî û xebatên xwe bi navê ‘Eniya Desteya Hemahengiyê’ rêxistin bikin.

Bi armanca mezinkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, sê eniyên ji bo piştgiriya Rojava ava bûbûn xwe kirin yek û di bin yek banî de kom bûn. Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê, Eniya Dengê Nîştîman û Eniya Jinên Başûr ji bo piştgiriya Rojava ku di bin sêwana ‘Desteya Hemahengiyê’ de civiyan, ji derveyî parêzgeha Silêmanî kar û çalakiyên xwe li hemû herêmên Başûr rêxistin dikin.

Eniya Desteya Hemahengiyê ji 300 endaman pêk tê û ji aliyê 9 kesan ve tê birêvebirin. Di nava kesên di desteyê de cih digirin hunermend, mamoste, çalakvan, parêzer, rojnamevan, parlementer û hinek kesayet û welatiyên herêmê jî cih digirin.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ