Li bajarê Elmanyayê Hannoverê sê gerîlayên ji heman malbatê şehîd bûn hatin bîranîn. Gerîlayên HPG’ê Ferhat Arslan (Mûrat), Îlyas Arslan (Bawer Çewlig) û Ramazan Beslan (Cotkar Karker) ên ji heman malbatê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê hatin bîranîn. Tevlî malbatê gelek Kurdistanî di bîranînê de amade bûn. Di civîna bîranînê de li ser navê nûnerên saziyan û malbatê axaftin hatin kirin. Qisekeran got, “Şehîdan ji bo azadiya vî gelî canê xwe feda kirin. Dikarîbûn jiyaneke din hilbijartibûna, lê belê her sê hevalên me canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirin.”
HANNOVER