“Berxwêdana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirine çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 136’emîn. Şervanên me yên YPG/YPJ’ê ku komên çete ji bajer dûr xistin, operasyonên xwe yên paqijkirina bejahiya Kobanê ji çeteyan berdewam dikin.

Çarşemê êvarê hêzên me di çarçoveya operasyona azadkirina Kobanê de li hemberî gundê Gorpîngarê ku 3,5 dikeve başûr rojhilatê Kobanê û ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de pevçunên dijwar hatine jiyankirin û hin jî li derdora gund tevgera hêzên me berdewam dike. Di pevçunên li vî gundî de qasî hatiye tespîtkirin 2 endamên çeteyan hatine kuştin, 3 endamên çeteyan jî tevî çekên xwe bi saxî hatine girtin. Di encama operasyonê de hêzên me gundê Gorpîngar ji çeteyan paqij û azad kiriye.

Hêzên me li hemberî gundên Numanê û Elî Budrayê ku 5 km dikeve başûr rojavayê Kobanê operasyonekî dorfireh lidar xistin. Di çarçoveya operasyonê de şervanên me yên YPG/YPJ’ê silsîleye ku ji Til Şair a li ser xeta sînorê Bakûr, heta direjî van gundan dibe jî hedef girtin. Hêzên me bi 10 baskan ve êrîşêk lêz pêş xistin û di dêmekî kin de li van qadên ku navê wan derbas dibe serdestî çekirin. Komên çeteyan li hember hêzên me xwe negirtin û ji gundên Numanê û Elî Budra hatin derxistin.


5 çete li Til Hemis hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li bajaroka Til Hemis a dikeve başûrê Tirbespiyê wesayîteke çeteyan hatiye rûxandin û 5 çete hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên YPG/YPJ’ê şevê din li hemberî komên çeteyan ên di navbera gundên Mesusa û Teqtaqê yên dikevin bakurê Til Hemis xwe bi cih bibûn operasyonek lidar xistiye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de wesayîtek leşkerî hatiye rûxandin û çeteyên tê de hatine kuştin, lê hejmara wan nehatiye zelalkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG’ê çeteyên ku bi armanca mûdexaleyê dixwastin werin qadê jî bêbandor kirine û 5 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Zorava yê Kobanê bi cih bûn êrîşî welatiyên li sînorê Pirsûsê kirin û kesek birîndar kirin. Di encama gulebaran çeteyan de welatiyê bi navê Mehmet Dogan (37) birîndar bû û rewşa xerete ya jiyanî ya Dogan tune ye. 

Dogan piştî mudaxaleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hat kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê kirin. Dema çeteyê DAIŞ'ê sînor gulebaran kir li ser sînor leşkerên Tirk jî hebûn lê tu tişt nekirin. 


 KOBANÊ/QAMIŞLO