Helbet ev qirkirina ku bi awayekî qehpetî pêk hatî, encama pêşketinên li Rojhilata Navîn ên bi Kurdan re têkildarin e. Dewletên serdest ji Pêş Asya û Rojilata Navîn heta Ewropa û Amerîkayê bi tîfaqeke qilêr û gemar li ser xwîna Kurdan bazartiyê dikin. Ji bo ku di vê bazartiyê de destê xwe bi hêz bikin, xwîn û êşa Kurdan bi awayekî nemerdane pêşkêşî hevduyan dikin. Ev meseleyeke dûr û dirêj e. Çawa ku Kurd her ku diçe ji her hêlê ve bi hêz û xwedî îrade dibin, dewletên serdest jî mîna ku firsend ji destê wan diçe, êrîşên li ser Kurdan zêde dikin. Li Rojhilata Navîn aktorekî nû yê xwedî hêzeke serbixwe naxwazin. Dixwazin gelên herêmê tim û tim bê îrade bimînin û bi rêveberiyên çeqel û noker xwîna gelan bimêjin.
Dîroka dewletên Rojava tije komplo û xwîn e. Pergala şaristaniya kapîtalîst li ser xwîna gelan ava kirine û dixwazin hê jî bi heman metodan li ser pê bidin sekinandin. Herçiqas xwe tim û tim bi nirxên ‘demokrasî’, ‘mafên mirovan’, ‘azadî’, ‘xweşhalî’, ‘aştî’ û ‘aramî’ didin nasandin; lê nahêlin ku ji derveyî wan kesek ji van nirxan parê bistîne!..
Kuştina sê jinên Kurd li Parîsê jî encama vê mantiqê ye. Ji ber vê yekê, wekî ku Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş gotiye, “hewce nîne ku mirov bêje vî an wê dewletê kiriye; kî dixwaze Kurd û Kurdistanê biperçiqîne, Kurdan dîl bigire û kole bike, ev bûyer jî wî pêk aniye!”
Ji ber ku dewleta Tirk konsepta qirkirina Kurdan didomîne, di serî de hikûmeta AKP'ê berpirsiyarê vê qirkirinê ye! Helbet bi şîrikatiya tifaqên xwe yên Ewropî... Bûyer mîna şîrikatiya gladyoya Tirk û ya Ewropayê xuya dike. Piştî kuştina sê jinên Kurd him panîka Tirkiye û Fransayê him jî bêdengiya balkêş a Almanya û DYA'yê hevkariya nemerdî radixe ber çavan...
Li beramberê vê yekê divê herkes dîmena roja şemiyê (12.01.13) ya li Parîsê pêk hat, rind binirxîne. Sed hezar Kurd û dostên wan li Parîsê hatin cem hev, bi sedhezaran Kurdên li çar parçeyên Kurdistan û her derê cîhanê jî li hember vê nemerdiyê rabûn ser piya. Bertekên Kurdan nîşan didin ku, ji îro şûnde kî çi dike bila bike, tu rewatiya polîtîkayên qilêr ên ku vîn û statûyê Kurdan ê siyasî nasnakin, nîn e. Tu komplo, kuştin û komkujî êdî nikane Kurdan ji jiyaneke azad û serbixwe dûr bixe!..
Êdî xerîteya Rojhilata Navîn jî bêyî rengê Kurdan nikane were xêzkirin!..
Sakîne Cansiz li zindana Amedê çawa tû li rûyê îşkencekeran kir û tirs ji dilê Kurdan dûr xistibû, bi şehadeta xwe jî Kurd gişt anîn cem hev û hêviya rojên xweş û azad xiste dilên wan.
Sê jinên pêşeng; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sembola jinên Kurd ên serbilind in. Jina Kurd a azad jî sembola neteweya Kurd a serbixwe, azad û serbilind e. Ewê tim û tim di dilên me de bijîn!..
Sê jinên serbilind û tirsa nemerdan!
Car caran bûyerên wisa pêk tên, li hemberî wan însan tenê bi hestên xwe tevdigere. Him şabûn him jî di rewşên xemgîn de hest derdikevin pêşiya her tiştî, hiş û aqil kilît dibe. Ji ber ku em Kurd wek neteweyekê ji demên dijwar, çaxên hebûn û nemanê re derbas dibin; belkî şabûn zêde nakeve para me, lê li hemberî xeberên reş ên rojane qirika me tê girêdan. Mirov belkî bikane hêstirên çavan veşêre, lê vê carê jî di hindir de dil digirî... Sê jinên Kurd ên serbilind; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hefteyek berê li paytexta Fransa Parîsê bi awayekî nemerdane hatin kuştin...