Îca hunermend jixwe parçeyek ji çîrokê ye. Heger çîroka xwe nas bike wê xwe jî nas bike; ew ê xwe be. Heger ne xwe be jixwe ew tineye. Ew xwe be, ew civaka xwe ye jî.
Şahmeteya ÛSIVÊ MISTEFÊ
Mirovan, bi qasî pêdivî bi baweriya yezdanan dîtiye, bawerî bi hunerê civaka xwe jî dîtiye. Tim, wan daye pey raza nemirbûnê û xuya ye ku ew raz jî di yezdan û huner de dîtine. Dibêjim qey ji lewma huner û yezdan (digel guherînan jî) heta a niha bi mirovahiyê re meşiyane. Ev jî dide xuyakirin ku mirov, tim ji mirinê (ji mirina ku qet nehatibin ser rûkê erdê) tirsiyane.
Ji ber vê tirsê ye qey, dibêjim, mirovan xwestiye çîrokan; çîroka xwe çêkin, çîroka xwe li hunerê xwe bar bikin; ji bo bijîn, ji bo ku zanibin qewimîne.
Di civakên bindest de çîrok (şoreş, berxwedan) pirr in û pêdiviyeke man û nemanê ye. Xwe ji mîtolojiyên xwe, mîtolojiyên xwe ji xwe afirandin, dihêle ku şoreşan pêk bînin, tim xwe ji xwe zêde bikin. Û yên ku dihêlin çîrok, şoreş bidomin jî hunermend in.
Îca hunermend jixwe parçeyek ji çîrokê ye. Heger çîroka xwe nas bike wê xwe jî nas bike; ew ê xwe be. Heger ne xwe be jixwe ew tineye. Ew xwe be, ew civaka xwe ye jî.
Li ciyên tevlîhev huner geştir dijî. Huner şoreşê, şoreş hunerî geş dike. Pirr mane dibin û ji loma naqedin.
Îca gava em li Bakurê Kurdistanê dimeyizînin, bi qasî ev qas geşbûn, tevlîheviyê -ku jixwe weke Pîaget gotî: Gava mêjî rastî tevlîheviyê dibe îca fêr dibe…- dîsa jî romannûsên jin pirr hindik in. Xwezî ew qas pirr bûna ku mirov karîbûya ji nava wan çendek bineqanda…
Ji hindikan bijartina Çidem Baranê
Dawiya dawî pirrbûn qet ne girîng e. Ya girîng dewlemendiya mêjiyê berhemên wan e. Serketin û neserketin e, û sekna hunermend pirr girîng e. Mirov nirxên wêjeyê dayne aliyekê û tenê li mêjûyê bialêqe, bêaqilî û qelsiya mêjiyê mirov e.
Dîsa jî li gel vê hejmara hindik (ku tenê çar romannusên jin yên bakur) jî ez ê mafê hilbijartinekê bidim xwe û li ser Çidem Baran ku bêhtir derbarê berhemên wê de xwedî agahî me, rawestim.
Romana Çidem Baran a yekem “Li Peravên Torê, Torên Evînê” ku 2011’an ji weşanxaneya Ronahiyê derket, bi qasî her du romanên wê yên din di hêla teknîk de ne tiştekî neceribandî be jî ji wan şîrîntir e. Û şîrînbûn ji bo huner pîvaneke xurt e. Xwendevan, bi karakterên xwe re qul bi qul li peravên Torê digerîne û mirov bi ‘Saliho’ re dikeve tora evînê, bi ‘Qoro’ re qor û moran dibe gundan û bi qasî ‘Qoro’ ji kera wî hez dike. Bi karaktera wê ya sereke ‘Pêrûza Dêwanî’ re her şeva xwedê civatê li dar dixe. Xuyaye nivîskara me ji karaktera xwe hez kiriye ku roman tim weke xeleka Êzîdiyan li der û dora wê gerandiye.
Lerizînên Tenêtiyê ji romanê û wêde
Romana Çidem Baran ya duyem jî “Lerizînên Tenêtiyê” ye, 2012’an dîsa ji weşanxaneya Ronahiyê derxistiye. Di vê romanê de jî ciwanikê, lerizîn giş bi canê jinê de anîne. Karaktera xwe Şevînê di ‘Lerizînên Tenêtiyê’ de lerizandiye û ku ji xwe ew jî parçeyekî çîroka civaka xwe ye. Ango xwendevan heta diqedîne, piştî diqede jî tim “Lerizînên Tenêtiyê” digirinê. Di hêla teknîk de roman bi zimanê nameyan hatiye lêkirin. ‘Şevîn’ nameyan ji keça xwe re lê dike, ew keça ku ew bi navnîşana wê nizane. Heta zarokatiya xwe (ku zarokatiya wê rastî dema valakirina gundan ya di pêvajoya salên 1990´î tê) diçe. Ew hem xwe, hem jî her zaroka wê demê ye. Balkêş e, di hêla teknîk te roman heta 2024’an diçe. Her çiqas, ‘Şevîn’ di romanê de miribe jî li gorî teknîka romanê hîn ew dijî. Bira jî heta bigihîjê dilşadiyê wê weke baweriya Êzîdiyan kiras biguherîne û di hin bedenine din de bijî.
Destpêk û dawiya bi nivîskarê
Di romana xwe ya sêyem “Li Dû Siya Sêwiran” de ku 2014’an ji heman weşanxaneyê hatiye weşandin, hunermend Fewzî Bîlge bi navê Ûsiv Baz kiriye karakterê sereke, ew li dû siya sêwiran û em li dû siya sêwiran gerandine. Nivîskarê, di vê romanê de rasterast xwe daxilî romanê kiriye. Destpêk, bi xwe daye destpêkirin, dawî jî bi xwe qedandiye. Di hêla teknîk te bi rehetî dikarim bibêjim, di ti romanan de -yên dunyayê jî tê de- rastî teknîkeke bi vî awayî nehatime. Wek portre, rahiştiye jiyana karakterê xwe. Portreyek ji dema ku roman nivîsandiye dest pê kiriye, û portreyek jî ji dema ku karakter çêbûye dest pê kiriye. “Portreyê Yekemîn, portreyê Yekemîn 12- 06- 1962” “portreyê duyemîn 2008, portreyê duyemîn 1962-1966” portreyê heftemîn ango yê dawî di nîvê jiyana wî de diqede “Portreyê heftemîn, 1987, portreyê heftemîn 1986”.
Her çiqas romaneke biyografîk jî be, xwîner li pey çîroka karakter naçe û aciz nabe. Nivîskar, ew qas bi zanebûn bi peyvan lîstiye, xwendevan çêjê ji hevokan distîne û mijar dikeve bin siya dewlemendiya zimên. Di vê romanê de jî biwêjan têr û tije ciyê xwe girtiye û ti biwêja wê wek pîneyekê xuya nake. Mirov dizane ku nivîskar tim bi Kurdî dijî. Heta xem û xeyal, sixêf, nifir û hêrsên wê giş bi Kurdî ne. Ji dilbûna wê ya li hember netewe û zimanê wê ji zimanê romanên wê diyar dibe.
Di dîrokê de dîrokek
Bi tevahî gava mirov li romanên Çidem Baran dimeyizîne, mirov dibîne ku wê zimanekî xwe yî taybet çêkiriye ku ev ji bo hunermend pîvana man û nemanê ye. Her çi qas ciwanikê ciwan be jî ew bi zimanekî pîrên notsale gotinên xwe ji me re dibêje. Ango zimanekî çi qas bi ber kevinbûnê ve here, ew qas bi qedir û esîl e û bêtir ruhê neteweya xwe vedihewîne. Kevinbûn pirrbûn e, pirrbûn dewlemendbûn e.
Wê ruhekî taybet ji romanên xwe re ava kiriye. Rengekî ku ew e û her kes e û dawiyê tenê dîsa ew e.
Ew di dîroka romanûsiya Kurdî de dîrokek e. Ji ber ku li Bakur romannûsa jin a yekem e, pêşewayeke jî her wiha di romana Bakur de.
Ez dixwazim hinekî van gotinên xwe bi nivîsên hin hunermendan jî xurt bikim, ji ber ku dizanim bi fikrên xwe tenê nikarim Çidem Baranê li cihê wê heqkirî bi dih bikim. Ji loma pêşî dixwazim cih bidim nivîsa wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge:
“Her sê romanên –yekemîn romannûsa Kurd a Bakurê Kurdistanê- Çidem Baran, mîna awêneyeke ku mirov dikare sedsala dawî ya civaka Kurd di wan de bibîne zelal in. Wê bi helwêsteke rasteqîn, bi zimanekî xurt û îronîk ew hunandine. Ew di heman demê de rexne ne, rexneyên civakî ne. Bi wan rexneyan rewşa jina Kurd – şer, pevçûn, hezkirin, mirin û tekoşîna wê – deşîfre kiriye.
Hewil daye ku ji helwêsteke klasîk bireve. Bi sê şêwazên cuda ew ceribandine û xwe weke romannûseke nûjen bi xwînerên xwe daye qebûlkirin.”
Çidem Baran peyvan pirr dike
Wênesaz û nivîskar Ehmed Ronîar jî di derbarê romana wê ya dawî “Li Dû Siya Sêwiran” de nivîsek lê kiribû û fikrên xwe wiha anîbûn zimên: “Ji Dema Dante ve di derbarê mirovahiyê de, ji dema Vasarî ve jî di derbarê huner- hunermendan de peyv pir dibin. Yekemîn romanûsa jina kurd Çidem Baran van peyvan pirtir dike. Ew, pênûsa herî nêzî me, herî kurt, herî nû, herî jin, û bi “herî” yên xwe yên din di vê romanê de cardin xwe dipeyîtîne.
Çidem Baran bi vê romana xwe ya sêyemîn “Li Dû Siya Sêwiran” peyvên romana Kurd hem ji hêla mijarê ve hem di hêla honandinê de, hem jî di hêla vegotinê de pir dike.
…bi vê romana xwe ya sêyemîn bi jiyana Fewzî Bîlge, jiyan vegotiye. Rûpelên wê çi qas têra vegotina hunermendekî mîna Fewzî Bîlge kiriye li aliyekî lê têra romanekê kiriye.
Jane Austen, Sylvia Plath, Virginia Woolf, Çidem Baran jî bi peyvên xwe xwe avêtiye nava agir.”
Nivîskar Hamid Omerî jî derbarê “Lerizînên Tenêtiyê” de fikrên xwe wiha vegotine: “Lerizînên Tenêtiyê, her wekî dîwaneke klasîk dest pê dike; 'silav ey stêrka her ku diçe di dilê min de diçirise, silav ey roja min a ku her dem dilê min ronî dike…' Her wekî 'Erîvan xeber dide guhdarên ezîz!', di Lerizînên Tenêtiyê de jin û welatek xeber dide. Ji ber ku bi devê jinê ye û dil û hişê jinê rave kiriye ji bo romana ku ji dest û qelema jineke Kurd xwe afirandiye, girîng e…
… Nemaze ev name û ev ziman, lewra zimanê Çidem Baranê zimanekî xwerû Kurdî ye. (dibe ku ev jî ji taybetiya jinê be)…”
Nivîskara zimanê bi neqş
Dixwazim bi nivîsa jinekê biqedînim ku bê ka jinekê çawa romanên jinekê nirxandine. Fermo hûn û Eyşana Beravî: “Her jineke kurd divê carek be jî li rex paceyekê romaneke Çidem Baran bixwîne. Ji ber ku di herêma Bakur de jiyana her jinê hinekî dişibiya jiyana lehengên jinên di romanên Çidem Baranê de. Dema min li rex paceya xwe, dest bi xwendina romanên wê kiribû, têkiliya di nava lehengên wê de bala min kişandibû. Mirov têdigihişt ku bira ev romanên jinekê ne û ji hêla jinekê ve hatine afirandin. Ya herî xweş jî ew bû ku jinekê ez xistibûm nava kelacanekê. Û zimanê wê wênesaza ciwan wek firçeya wê bi nexş bû.”