Kobanê,  di Rojhilata Navîn de bû bîrdoza teqîna mezin, Big Bang…
Kurd, di navbera 3 şer, 3 mirin û 3 wêraniyan de bûn. Sêyemîn şer… Îro jî di hundirê Kurdan de bi dijwarî berdewam dike. Sê,  hejmara nîvê stêrika Mecusiyan eŞ ji paydeya 12 peykeran 1ê, 3x4= 12…  Ev hejmar çîroka cîhanê ye. Dema ku pirtûkên pîroz çîroka “kembera asteroid” vedibêjin, balê dikişînin ser destîniya mirovahiyê. Ev destîniya ku ji xwînê xalî nabe, ji mirin û wêraniyê safî nabe!...
Sê şer, sê mirin, sê wêranî! Ev nave sê şerên cîhanî ne!.. Cîhana Kurd, di dorpêça sê mirin, sê qirkirinan de  hatiye felc kirin. Di du şerên mirinê de, cîhana Kurd hate kesixandin, hate zindankirin,  di ber şibaq û himbêza çete û kontra de, lal kirin, kerrûgêj kirin. Ev tunekirin bû. Îro rewş cûda ye. Cîhan şerê sêyemîn dijî, lê Tevgera Azadiya Kurd, bûye pêşengê jyanek azad û wekhev!.. Mirin “mulga” kir, kerrûlalîtî ji hole rakir. Kurdên ku agir pêxistin û radestî mirovahiyê kirin, di agirê xwe de dihate şewitandin. Ev trenda sed salî bû û wek birîna mûmarî bedena Kurd dixwar.  Di şerê sêyemîn de, birîn teqiya… Yanî 40 sal, 40 roj û 40 Koban…. Ev bû bingeha diyalektîka dîroka Kurdistanê… Îro jî, di kesayeta Koban û Şingalê de, dîroka jiyana cîhanê ji nû de tê nivîsandin. Teqîna Kurd (Big Bang) tixub hilweşandin… Ev parçekirina kişûmat peymanan e,  “mulga” kirina kişûmat kanunên dagirkerî û kolonî ye. Sîstema ku di nava nakokî û şikestîkên xwe de parçe bûye, dixwaze, nakokî û şikestîkên xwe di êrîşa  li ser Kurdan ji hole rake… Faşîzma reş DAIŞê, encama vê bexilî û bextreşiyê ne!... Îro, “Romana Kobanê” bi coşa stranan tê nivîsandin.  Ev romana ku wek têkoşîna li hemberî jiyana organik ya cemaet û teşkîlatên  kontrayî tê nivîsandin, ne tenê vaqanivîs e,  rastiya li ser bingeha cengaweriya destanî  ye.  Şerê parastina jiyanê û nûkirina mirovahiyê ye. Fernand Braudel, tevahiya şeran li dijî şaristaniyê nabîne; lê dema ku mijar dibe êrîşa “vandalên barbar” dîtina xwe diguhere. Îro jî şerê çeteyên DAIŞê, li Şingalê, li Koban, Maxmur û Kerkûkê, li tevahiya Iraq û Suriye, barbariya vandalên li dijî şaristanî û mirovahiyê ye. Teqlîdeke kirêt, rûreş û stratejiyk hetikebrî ye!... Faşîzma reş!... Serûwenek psîko-patî ye, bi nexweşiya mêjî re têkildar e. Monomanyak!.. Ev mêjiyê nexweş, mirovahiyê ber bi berzehekî kûr û kujer ve dibe!.. Fernand Braudel, vê rastiyê dibîne û li ser berdewama têkilî û xilmet kirina jiyana mirovan radiweste. Belgeyên mînak jî, tenê vaqanivîsan nîşan nade.  Ji ber ku gelek vaqanivîs, tenê dosya qalind dikin û refên arşîvan dadigirin.  Îro, li Kobanê, li Şingalê, zanista şer (polemolojî) rîtma bûyeran derbas kiriye û di aliyê felsefîk de bûye babetê nirxandinan.  Êdî teqeze  bûye ku ligel dramên drametîk,  şerê Kobanê wê deriyên demê veke. Xaka Kurdistanê her dem bûye textê satrancê… Di konjoktura sedsala nû de, di demeke ku “şoreşa civakî, bi pirrengiya gelan” li Rojava dest pê kir, mîratzadeyên dewşirme û monarşîkên xespkar, ketin nava tevgerê, sergerde ji  metropolên cîhanê  berhev kirin û wek piyonên li ser textê satrancê berdane nav serûguhên  gelê Kurd… Xezeba li erdê!.. Di u şer, du mirinan de nexşeyên cîhanê hatin guhertin.
Di şerê sê û mirina sê de, nakokî û şikestîk berdewam dikin, cîhan jî di “teyakuzê” de ye… Kurd jî, li dijî çeteyên sergerde ku cîhan wan bi barbarî binav dike û wek faşîzma reş lanet dike, di şer de ye…Ev tê wateya ku, di 36 salvegera damezrandina PKKê de, Kurd li ser nave cîhanê li dijî barbar û faşîzma reş şer dikin.