“Season‘s Greetings (Silavên Demsalê)” yek ji berhemên herî nû yên hunermendê Street-Art (Hunerê Kolanê) Brîtanî yê ji welatê Galiyan, Banksy ye. Li ser dîwar kurek hatiye xêzkirin li aliyekî koşeyê û ji wir ya diyar dibe, wê devê xwe vekiriye da ku libên berfê bikevin devê wî. Li aliyê din ê koşeyê jî rastî xwe dide der, ew ne libên berfê lê xweliya ji fabrîkayekê ne.
Heger kesek ta ji koşeyê li resmê binihêre wê vê rastiyê di cih de bibîne. Banksy ev sala 2018´an demeke kurt beriya bi cejna Noelê xêz kir li bajarê Galiyan, Port Talbotê li ser dîwarê garajeke li herêma pîşeyî ya ku lê yek ji mezintirîn fabrîkayên polayê yên dinyayê lê heye.
Me beriya niha bi nûçeyekê dabû zanîn ku galerîst John Brandler ev berhem kiriye. Pêr ev berhema hanê bi pêvajoyeke taybet ji cihê xwe hat kirin, bi wîncan li kamyonan hat barkirin û bire cihê pêşandanê. Bi vî karî wî xebero xwestiye balê bikişîne ser qirêjkirina hawîrdorê. Wekî din di nava wan behsên xelkê huner ê Brîtanyayê de ye ku Brandler dixwaze devera pêşangehê veguherîne muzexaneyeke ji bo Street-Art.
PORT TABLOT