Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) piştî xaxijkirina bi dehan gundên bakûr û rojhilatê Şedadê bajar xistine bin dorpêçê.  Hêzên QSD’ê yên ji aliyê başûrê bajarokê Holê ber bi bajarê Şedadê ve diçin tenê di navbera wan û bajêr de 3 km maye. Bajar êdî li pêşiya çavên şervanan e. Tenê di navera wan de çend gund û gundik mane. 

Di çerçoveya pêngava QSD’ê de pêr û doh 51 gund û mezra yên li bakûr û rojhilatê bajarê Şedadê ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin paqijkirin. 

Di 3 rojên operasyonê de 51 gund û gundok hatine rizgarkirin. Şervanên QSD’ê nêzî Şedadê bûne. Operasyona ku di 16’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, ji aliyê Çiyayê Kezwanan û aliyê başûrê Holê ber bi Şedadê ve, ji 2 baskan didome.

Her wiha pêr  îstasyona gazê ya navendî ya herî mezin jî di nav de, heta niha 6 îtasyonên gazê jî hatine rizgarkirin. Di operasyona rizgarkirinê de heta niha li eniya başûrê Holê 33 çete hatin kuştin. 

Di dema nûçeya me dihate amadekirin de hêzên QSD’ê 3 km nêzî Şedadê bûbûn û dorpêç her diçû teng dikir. 


Li Tişrînê 50 çete hatin kuştin

Di şerê dijwar ê li derdora Bendava Tişrînê di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ‘ê de qewimî, herî kêm 50 çete hatin kuştin. Çeteyên DAIŞ’ê duh danê sibehê ji başûrrojavayê Bendava Tişrînê êrîş çeperên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin. Li ser bersiva hêzên HSD’ê, şerekî dijwar qewimî.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, di vî şerî de herî kêm 50 çete hatine kuştin, cenazeyên 18 ji wan di nava destê hêzên HSD’ê de mane.

Şerê li herêmê car carna dewam dike. 


 HESEKÊ KOBANÊ





Hevdîtina şervan û gundiyan


Hêzên Sûriyeya Demokratîk di sêyemîn pêngava xwe ya Xezeba Xabûrê de herêmên berfireh daye ber xwe û wekî birûskê pêşve diçe. Nûçegîhanê ANHA’yê li eniyên şer danûstandina şervanên QSD’ê bi hemwelatiyên herêmê re şopand. Li wir şêniyên Ereb ên herêmê çawa pêşwaziyê li şervanan dikin û çiqasî bi hatina wan kêfxweş bûne diyar dibe.

Şervan ne tenê vê yekê dikin, lê alîkariyan jî li gundiyên vê herêmê belav dikin.

Di vê navberê de pir kêliyên nazik û zirav tên jiyankirin. Hemwelatiyên herêmê ev demeke dirêje çavên wan her li vê kêliyê bû ku şervanên rizgarker werin û wan ji zordariya çeteyên qirêj xelas bikin.



STALÎN OSO/ANHA/HESEKÊ