Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Îdan Tiwêj (Xizwan) li Goristana Şehîdan oxir kir. Şehîd Xizwan dema ku bi erka xwe ya leşkerî radibû li Dêrazorê şehîd bûbû. Girseya gel, cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Sariya ya bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî berê xwe da Goristana Şehîdan a Şedadê. Li goristanê, merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeyê Nacî El-Nicûm peyivî û sersaxî ji malbata şehîd Xizwan re xwest. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Hesen Fiyad jî peyivî û behsa rola girîng a ku şervanên QSD`ê pê radibin, kir. Piştre, wesîqeta şehîd Xizwan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Xizwan li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin.
HESEKÊ