Sedamekî din di oxira Netewe Dewletê de!
Pêvajoya Enfalê li Başûrê Kurdistanê ji 1986´an heta 23´ê Sibata 1988´an heta 6´ê Îlona heman salê ye. Operasyona bi navê Enfalê ku bi armanca qirkirina gelê Kurd ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve hat meşandin, ne tenê qetilkirina Kurdan di ware fîzîkî de hedef girt, herî zêde jî di vê demê de demografya Başûrê Kurdistanê guhert. Ne tenê salek, du sal bû, wek me li jor jî behs kir, pêvajoya Enfalê bi salan dewam kir. Ji ber Enfalê li gorî daneyên di dest de hene (dibe ku hîn zêdetir jî be) zêdetirî 200 hezar Kurd hatin qirrkirin. Bi deh hezaran kes bê ser û şûn hatin kirin. Her wiha di vê pêvajoyê de nexasim herêma Germiyan û bajarê Kerkûkê hatin valakirin û gel neçar ma cih û warê xwe bi cih bihêle û biçe. Di pêvajoya Enfalê de tenê ji bajarê Kerkûkê nêzî 300 hezar Kurd ji bajêr bi darê zorê hatin koçberkirin û li şûna wan Ereb li Kerkûk û derdora wê hatin bicihkirin. Pêvajoya Enfalê li pêş çavê hemû cihanê û di bin çavdêriya zilhêzên cihanê de pêk hat. Wê demê jî çawa ji navê wê pêvajoyê diyar e, Sedam Hisên bi navê sûreyeke Quranê qirrkirina Kurdan rewa kir û weke ku ji bo parastina dîn, fermana xwedê pêk tîne, tevgeriya.
Îro jî Enfal bi navekî cuda ev dewam dike. Erdogan bi melayan li mizgeftan di van çend salên dawî de sûreya Fetih dide xwendin. Jixwe, El Enfal ayeteke ji sûreya Fetih e. Di dema şerê Bedir de li Medineyê hatiye. Naveroka wê ya esasî ew e, xenîmetên şer (wê demê şerê Bedir li Medîneyê bû) ji tevahiya misilmanan re helal e. Ev bûyer çiqasî ji naveroka xwe hatiye derxistin û berovajîkirin, em nizanin û pêwîst nabînim niha li vir nîqaşa sûreyên Quranî jî bikim. Lê belê wer xuya dike gelek sûreyên Quranê wek vê sûreyê ji cewherê xwe yê esasî derketiye û hêzên desthilatdar û şerxwaz ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Ya îro derdikeve di bin hukmê cîhada xwedê de gel tên qirrkirin. Dema Sedam sala 2006´an hat darvekirin, piştî wê pêvajoyê gelek komên radîkal ên bermahiyên wî li Iraq, Siûdî û Sûriyê gef xwaribûn ku wê rêya Sedam bi şêwazên cûr bi cûr dewam bikin. Bê guman DAIŞ a îro û gelek komên cihadî yên radîkal, hişmendiya Sedam Hisên bi xwe re anîne heta vê rojê. Eşkere ye ku bi tena serê xwe, bê desteka hêzên derve û dîktatorên herêmê, nikarin projeyên xwe yên qirkirina gelan pêk bînin. Di rastiyê de Sedam Hisên erka xwe ya qirkirina mirovan bi taybet ya Kurdan, radestî Tayyip Erdogan kiriye. Rêber Apo wek her carê bi pêşbîniyên xwe yên hêja diyar kiribû ku bi darvekirina Sedam, dawî li Netewe dewletê hatiye. Israra Erdogan a di netewe dewletê de ku dixwaze bi argumanên nixumandî bi awayekî temenê xwe dirêj bike, di rastiyê de bi destê xwe dawiya xwe anîye. Erdogan nifşê riziyayî yê Sedam Hisên didomîne. Li ser şopa operasyona Enfalê, bi navên cûr bi cûr li dijî Kurdan tevgerên qirrkirinê dide meşandin.
Bê guman operasyona Enfalê ya îro, bi destê Erdogan tê meşandin, wek Enfala salên bihurî hedef dike ku salên dirêj dewam bike. Di vir de armanc ew e ku hemû bajar û gundên Kurdistanê werin valakirin. Bi hezaran kes werin qetilkirin û li ser xaka xwe werin koçberkirin. Ev pêvajo ji pêvajoya Enfalê gelekî bi xetertir e ji ber ku ne tenê herêmek yan jî bajarekî, tevahiya Kurdistanê dide ber xwe. Her çend îro em Enfalê wek sûcê şer dibînin û Sedam di dadgehê de ji ber yek ji van sûcan hat mehkûmkirin jî. Lê belê di wexta xwe de ango ji serê salên 1979 heta 2000´î de ti kesî ev wek sûc nedidît, berovajî hêzên derve herî zêde çekên kimyayî dane Sedam ku li beramber kesên serî radikin, bi kar bînin.
Sedam Hisên, Enfal bê kontrol û gelek caran bê destûra efendiyên xwe pêk dianî. Lê belê Erdogan bi plan û di bin emr û fermana efendiyên xwe de, kite bi kite gotinên wan dixe meriyetê. Bêguman ya îro hatiye guhertin, ne ew in. Belkû bilindbûna asta têkoşîna gelê Kurd û şêwazê wê yê berxwedanê ye. Enfal û kimyabaranan ti caran Kurd xilas neqedandin û îro jî ku Kurd ji her demê bihêztir û birêxistinkirî ne, wê çarenûsa ji wan re hatiye nivîsandin, gelekî berovajî bibe. Dîroka gelê Kurd êdî bi qehremanî û berxwedanên mezin tê nivîsandin. Çawa ya ku Sedam kir, jê re nema, ya Erdogan jî dike, qet jê re namîne. Her ku binketina wî nêzîk dibe, zêdetir xwe dispêre argumanên netewe dewletan. Herî dawî, jixwe, bi lixwekirina cilên artêşê, rûyê xwe yê Sedamî tam nîşanî hemû cîhanê da. Ez bawer dikim yên her tim Erdogan di kirasê mirovekî asayî de didîtin, carekê veciniqîne û Hîtler û Sedam baştir li pêş çavê wan zindî bûye. Ev jî gaveke din a ber bi hilweşîn û binketinê ve bû, ser xêrê be, Sedamekî din diçe di oxira Netewe Dewletê de!