HAMDULLAH KESEN / MA/EDENE
Nivîskar Ronî War ku ji alî dewletê ve ji kar hatibû derxistin, got piştî 25 mehan jê re gotine, ji ber endamê Komeleya Nivîskarên Kurd bûye ji kar hatiye derxistin. Komeleya Nivîskarên Kurd jî bi KHK’yê hatibû girtin.
Ronî War edîtor û xwediyê weşanxaneya Ava’yê ye. Nivîskar û weşanger Ronî War behsa zext û zorên dewletê yên li ser zimanê Kurdî kir û got:”Em di serdemeke wisa de ne ku, ji ber tiştekî biçûk jî mirov ji kar tên derxistin. Mirov tên girtin û bi salan bêyî bên dadgehkirin di girtîgehan de dimînin. Xwîner dibêjin ‘Bila ev serdem biqede, em paşê li zimanê xwe vegerin.’ Ev tiştekî şaş e. Divê xwîner tim û tim xwedî li ziman û edabiyata xwe derkevin. Zext û zorî çi dibin bila bibin divê xwedî lê derkevin.”
Ronî War jî du sal berê bi KHK’yê ji kar hatibû derxistin. Dewleta Tirk piştî 25 mehan jê re sedema vê ragihandiye. Sedem jî ew e ku endamê Komeleya Nivîskarên Kurd bûye. Ronî War li ser vê yekê wiha peyivî:”Ji ber min bi Kurdî nivîsand ji kar hatim derxistin. Piştî 25 mehan şûnde teblîx kirin ku ji ber endamê Komeleya Nivîskarên Kurd im ji kar hatime derxistin. Kes ji min re nabêje çima tu vî tiştî dixwînî an jî dinivîsînî. Berê jî wisa bû. Te dikaribû derxîne, mirov li gel xwe digerandin û bi vî awayî dihatin girtin. DIvê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em li her derî bi kurdî biaxivin, da Kurdî pêş bikeve.”