Nerazibûnên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li  Başûrê Kurdistanê dewam dike. Hikumeta Herêma Kurdistan, aliyên siyasî û hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriyê bêdengiya xwe di parêzin. Welatî û aktivîstên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê nerazîne. Aktivîst û welatiyên navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ve li ser mijarê axivîn.

Aktivist Selîm Balek nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û got: “Bêguman sedemê hebûna baregehên leşkerên Tirk yên li herêma Kurdistanê, lewaziya hikumeta herêma Kurdistan û aliyên siyasiye. Hebûna baregehan metirsiyek mezin li ser ewlekariya netewî, civak, aborî û çandê çêdike. Me dît ji ber lewaziya hikumetê, leşkerên Tirk daketin nava gundên Başûrê Kurdistanê. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk li dijî netewa Kurdane”

Nakokiyan dixin nava me

Aktivîst Hêdî Selah jî helwesta xwe bi van gotinan anî zinan: “Divê leşkerên dewleta Tirk werin derxistin, ji ber ku hebûna leşkerên Tirk bandorek nerênî li ser ewlekariya herêmê çêdike. Ji ber ku welatên derdora me hertim ji bo nakokiyê bêxe nava me kar dikin. Divê hikumeta herêmê û bi taybet hizbên desthilatdar, ji bo derxistina baregehên Tirkiyeyê kar hewldanên cidî bikin.”

 

ROJNEWS/HEWLÊR