Dagirker ji bo Kurd nebin xwedî statuyekê, çi ji destê wan tê dikin. Ne tenê Tirkiye dewleta Îranê û sed mixabin dîsa PDK di kemînê de ne ku dest bidin hev û provokasyonekê bikin. Ger bê bîra we beriya niha du fermandar û rayedarên artêşa Îranê û Iraqê li bajarê Hewlêrê civiyan. Qaşo mijar êrîşên DAIŞ’ê û alîkariya herdu aliyan bû. Herdu alî me fam kir, baş e çima ew civîn taybet li Hewlêrê hat lidarxistin. Ez dibêjim, ew Lozanek din bû ku di wê civînê de ku hê jî gelek aliyên wê di tarîtiyê de ne, sînorên di navbera Îran û Iraqê de careke din hate parvekirin û xêzkirin. Hebûna PKK’ê li Başûrê Kurdistanê yek ji mijarên guman û tirsa dagirkeran e. Ji bo ku rewşeke wek Rojavayê Kurdistanê bi pêş nekeve û kurdê azad pergala xwe ava nekin, wê her tiştî bikin û dikin. Ji bo wê jî operasyona rizgarkirina Şengalê sekiniye. Şengal ne niha hatiye dagirkirin, bi salan e ku ew axa pîroz tê firotin bêyî ku haya kesî jê hebe. Ji bo ku hemwelatiyên Kurd ên ji bakur ku li Başûr dijîn neçin ser sindoqan PDK´ê çi ji destê wê hat kir. Bi AKP’ê re li hev kir û ji bo 150 hezar kesî tenê sendoqek danî ser sînor ew jî di bin çavdêriya AKP’ê de bû. 

Mijareke din jî lihevkirinên bi dizî yên PDK’ê bi Îranê re ne. Yek ji karên ku di van deman de PDK dike ew e ku hemû partiyên ku tenê di demên xiyanet û provaksayonan de derdikevin, tîne gel hev û wan li dijî tevgera azadiyê birêxistin dike. Herçend bi salan e ku himbêza xwe ji van xayînan re vekiriye û her carê xwestiye bi awayekî wan bi kar bîne. 

Bi taybet hinek partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku bi salan e li Başûrê Kurdistanê di bêdengî û bêhelwestbûna xwe de marjînal bûne. Jixwe ji mêj ve destê xwe ji tekoşîna li hemberî Îranê şûştine. Lê balkêş e ku bi nêzîkbûna hilbijartinan re li Bakur û bi xurtbûna tekoşîna azadiyê li hemû parçeyan hewildanên van partiyan jî zêde dibin. PDK rê dide hinek partiyên Rojhilat ku ji sînorê wan derbas bibin û bikevin qadên parastina Medya. Qaşo ew ê li ser sînorê Îranê xwe bi cih bikin û paşê li dijî Îranê şer bikin. Vekirina eniyeke şer li dijî Îranê berovajî hestên netewî û şoreşgerî neçarkirina gerîla bi destpêkirina şerekî bi Îranê re ye. Jixwe dema pêwîst be gerîla hertim şerê parastin û azadiyê kiriye, kes bila vê dersê jî nede tevgera azadiyê. Hinek komên Partiya Demokratîka Kurdistan-Îranê(PDK-Î) bi israr dixwazin li hinek qadên herêmên parastina Medya bi cih bibin. Li pey wê jî jixwe çapemeniyên girêdayî wan amade ne ku antîpropaganda bikin. Dibêjin,  PKK nehêle em li dijî Îranê şer bikin wê demê tevgera azadiyê li hemberî Îranê bêhelwest e û tenê ew li dijî Îranê şer dikin. Dunya û alem jî şahid in ku ne wisan e. Ev planeke qirêj e ku Tirkiye, Îran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li pişt vê yekê ne. Ev kom bi helwestên xwe yên provokatîv dixwazin gerîla jî bikşînin nava şer. Xulase ya xuya dike gelek komploger dîsa di kemînê de ne. Ger Kurd bi wê zanebûn û hesasiyetê nêz bibin, misoger wê wek gelek komployên din ev planên wan jî bêbandor bibin. Lê dîsa jî em ji bîr nekin ku rojên em tê de, kêliyên wer hesas in ku qet şaşîtiyan qebûl nakin û wê me sed salê din bi paş ve bibin, sedsala bêstatûmayînê!