Yek ji weşana girîng a Danîmarkayê rojnameya Berlîngske derxist holê ku sefareta mezin a dewleta Tirk li Kopenhagenê weke navendeke sîxurtiyê dixebite û Kurdan reş dike, weke sûcdaran nîşan dide. Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê  Jeppe Kofod da xuyakirin ku ew ê bang li sefîrê tirk bike û pê re bipeyive.

Rojnameya Berlîngskeyê di weşana xwe ya roja Çarşemê de bi sernavê “Hûn navê wan bidin bêguman em ê wan bigirin” hat weşandin û tê de qala xebatên sîxurtiyê yên sefareta Tirk a li Kopenhagenê kir û diyar kir ku bi fermana serokkomarê Tirk Kurdan reş dikin, weke sûcdar nîşan didin û bi pey wan dikevin.

Rojname bi rêya kesekî bi tirkî dizane telefonî Navenda Têkilîdanînê ya Serokkomarê Tirk dike û dibêje, ez dixwazim Kurdên destekê didin PKK´ê îxbar bikim. Di vê têkilîdanîna telefonê de rojname xebatên vê navenda sîxurtiyê deşîfre dike.

Piştî ku rojnameyê nûçeya di vî warî de weşand, Wezîrê Karê Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod daxuyanî da û got, welatekî biyanî nikare hemwelatiyên Danîmarkayê bike hedef, reş bike û bi pey bikeve.

Kofod bi gotina, “ev bi ti awayî nayê qebûlkirin” nerazîbûna xwe diyar kir û got, ew ê bang li sefîrê Tirk bike pê re bipeyive û di heman de wê mijarê bi wezîrê karê derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu re jî biaxive.

 

 ANF/KOPENHAG