Sefera li dijî Kurdan

  • Dîtira rojê, sibehî zû me berê xwe da kampa xwe ya nû; hemû heyran man li kaniya mezin ku birkeke zivîn pêk dianî, li darên mezin ên giwîzan, zeviyên fireh ên dexl û rêyeke wesaît dikarin bi kar bînin. Gund di cih de hat şewitandin, min bêhûde hewl da li hemberî vê yekê wan qanih bikim.
Devera Ridwan

Wergera qismekî nameya 4´ê Hezîranê ya Hemut von Moltke ye. Luqman Guldivê wergerand. Sefera li dijî Kurdan" sernivîsa ji bo vê nameyê ye. Lê sernivîsên beşan û navberê yên wergêr in.

 

 

Çiyayê Xerzan, 4´ê Hezîrana 1838´an

Berxwedana Kurdan, bi meseleya Seîd* wisa çawa ku me hêvî kiribû, bi giştî nehatibû berterefkirin; di navbera Mûş û Hezoyê de rêzeçiyayekî bilind heye, ku li tevahiya artêşên Tirkan û heta li artêşa Reşîd Paşa bi xwe jî heta roja îro asê maye. Li wir kimt û sirtên hişk û tûj hene ku ji wan îro bi xwe jî berf 1000 ta 2000 piyan ber jêr xwe berdide û ji çiyayên herî bilind ên Rojavayê Asyayê tên hesêbê. Ji vê deverê re bi giştî Xerzan tê gotin û bigurçûpêç e bi gundewar, zevî, dar û rûbarên dewlemend, yek ji van cihan bi tenê jî baca salê nade, yek ji şêniyên wê jî nahêle ku eskerî lê bê ferzkirin.

Ji bo ku Herêma Xerzan bikeve bin nîrê siltên, artêşeke xurt û bigurçûpêç hat amadekirin; ne ku bi tenê Mehmet Paşa yê min, parleşkerê xwe di dilê Kurdistanê re anî, lê belê fermandarê Diyabekirê bi 19. alaya piyade, du alayên siwariyan ên muhafiziyê, çend sedek sipahî, bi sedan eskerên ne nîzamî û sê top, bi temamî 3000 eskeran da rê. Wekî din Şîrvan Beg, tevî Kurdên xwe yên ne nîzamî hatibû vexwendin ku bi xwe li rojhilatê Xerzan dimîne, Paşayê Mûşê ku bi xwe jî Kurd e û Waliyê Erzromê jî hatine vexwendin, lê belê hîna ez pê nehisiyame ku walî tevlî meseleyê bûbe.

Bi vî awayî diviyabû seranser dor li Xerzan bihata girtin û ji hemû aliyan ve di heman demê de êrişê wê bihata kirin. Li gorî texmînan 30 000 tivingên dijberan hene, lê belê ti hevgirtineke wan nîne, serokek li serê wan nîne, qesrek nîne, Kelehek nîne ku hêzeke dewamî bide berxwedana wan. 

Rêya me ya ber bi Xerzanê ve di wan geliyên bilind re yên ku paralel in bi av û rûbarên diherikin Çemê Dîcle re, bi daîmî derbaskirina rûbar û çemên li bilindahiya 1000 ta 2000 piyan bilind, pirr zede zehmet bû. Li pêşiya her topê deh hespên me yên xurt hebûn, û bi vî rengî di ser kevir û zuxiran re, di geliyên çeman re heta di palên çiyayan re em çûn, lê gelek caran şiverê ewqasî li hev badayî û kaş bûn ku diviyabû destên mirovan a ji wan tê ya herî baş bikira. Li van çiyayên bilind zehmet bû ku mirov cihekî ji bo vedana konan peyde bike. Min ti carî xeyal nedikir ku di şerekî li Tirkiyeyê de zeviyên çandî ji bo cihê kampdanînê ya vegirtina konan bibin astengî, lê belê wisa bûbû. Em di gundên Kurdan ên dost re bihurîn û me rêz ji erdên çandî re girt, weke ku silkên Teltowê bin; ev usûleke pirr aqilane ye û mirov çiqasî pesnê wê bide, dîsa jî kêm e. Paşa bi xwe carinan saetekê li ber gundekî radiweste heta ku karwanê esker jê bibihure da ku zext li ti kesî neyê kirin; bi ser de jî Kurd bê tirs dihatin bazara li kampa me ya eskerî, li wir wan berhemên xwe difirotin. Ev gaveke mezin e ber bi nîzama baş ve.

Çemê Êzîdxanê**

Çem astengiyên mezin bûn li ser rêya me; Ava Doxan 150 gavan fireh bû û şek û herika wê ji yên Dîcleyê xurttir bûn; kelek bêhtirî hezar, heta bêhtirî hezar û pêncsed gavan li jêrtirî devera ku me jê da rê, digihiştin aliyê din; da ku em artêşa xwe ya piçûk tevî birrên xwe yên dewaran bibin aliyê din, du caran bîstûçar saet di ser me re bihurîn; di wê navê de min ji bo geşteke kurt berê xwe da Sêrtê yan jî Sîîrtê, bajarekî xweşik ê çiyayî, lê belê ji şerê herî dawî yê beriya niha û vir ve qismî xirbe maye. Piştî meşeke din em dîsa li ber çemekî bûn, çemê Êzîdxanê, 300 ta 400 metroyî fireh bû lê belê tenik bû û ne kûr bû; me nedixwest em li vir dîsa bimînin û berdêla wê çi dibe bila bibe me xwest derbasî aliyê din bibin; di hewldana yekemîn de hindik mabû ku hespê min tevî min li ber şek û herika avê biçe, tevî ku hîna nû piyê xwe avêtibû ser zemîna herika avê. Hesabê rêya saetekê li jortir, me boreke guncawtir peyda kir, û li wir parleşker hema dest pê kir ku derbasî aliyê din bibe, piyade heta bi sîngê di avê de mabûn; top bi temamî di nava avê de winda bûn, û tevî ku ew 8000 piyan di ser mistewaya deryayê re bûn jî ew bi temamî di bin mustewaya ava çem de mabûn.

Me xwe êdî nêzîkî bajarokê Hezo dikir ku dijminane diyar e. Sibeha paşê, bi du baskan bi baldarî û haydar me xwe nêzîk kir, diviyabû topan di cih de rêya ketina nava bajarok li me vekira, lê hingê em pê hisiyan ku ji bilî gundiyên bêparastin û neçekdar ti kes li paş nemaye, Misilman hemû reviyabûn çiyê. Me konên xwe li ber bajêr vedan, Paşa ji bo keşfê ez li pêş şandim da ku cihê kampê yê konvedanê yê dîtira rojê peyda bikim; ji bo vê jî bi tenê çend dûzîne siwarên Kurd dan min ku bi tenê bi rim, şûr û mertalan çekdar bûn. 

Gundê min berê xwe dayê û cihê wê gelekî baş bû ji bo ku ji wir em bêhtir bi nav çiyê re biçin, du saet û nîvan dûr bû; dema li ser rê ji çiyê çend gule hatin teqandin, siwariyên nenîzamî nexwestin rêya xwe dewam bikin, û ji ber ku min nikarîbû bi wan re bipeyivim, ti rêya din li ber min nema ji bilî ku ez rêwîtiya xwe bi tenê dewam bikim, li ser vê yekê Kurdekî da dûv min. Min dît ku gund hatibû terikandin, cihê konvedanê gelekî guncaw bû. Piştî ku min ev agahî dan Paşa, min her wiha keys lê anî da ku jê re bibêjim, li cem me dewriyeyeke keşfê ya piyade û heger lazim be jî tabûrekê tevî çend topan mirov dide efserê keşfê.

Dîtira rojê, sibehî zû me berê xwe da kampa xwe ya nû; hemû heyran man li kaniya mezin ku birkeke zivîn pêk dianî, li darên mezin ên giwîzan, zeviyên fireh ên dexl û rêyeke wesaît dikarin bi kar bînin. Gund di cih de hat şewitandin, min bêhûde hewl da li hemberî vê yekê wan qanih bikim: Xebero, diviya mirov hêza xwe nîşanî yên reviyayî bide, herçî yên mayî ne, diviya mirov li wan negire û wan efû bike, yan na mirov vî karî qet bi dawî nake. Hîna em nû gihiştibûn, fermana fermandêr hat ku ji me dixwest em bi wî re bibin yek; top li pey xwe hiştin û piyadeyan di cîh de berê xwe da aliyê fermanê ji wan dixwest berê xwe bidinê.

Li ser rê qederê duwanzdehek gund hatin şewitandin, di dawiyê de em li geliyekî kûr ên çiyayan gihiştin gundekî mezin bi navê Papûr ku şêniyên wî nereviyabûn; ew bêhtir li ser banên rast ên xaniyên xwe bûn, û wan dest bi teqandina guleyan ber bi aliyê me ve kiribû ji dûr ve, pê re jî bang li me dikirin; ka bila hema em xwe nêzîktir bikin. Em pê hisiyan ku Hafiz Paşa doh wendahî dabûn û li ber vê defîleya hanê şikestibû. Gund qederê 200 piyan li jor, li ber pala sirtekî zinarîn ê rast û kaş ê çiyayî bû; li ser pirsa wî, min pêşniyazî Mehmûd Beg kir ku em bi sekvanan re di aliyê çepê re ji gund bibihurin, li wir pişta girekî û daran em li dijî guleyên gund diparastin, paşê em biçin ser sirtê zinarîn ê çiyê yê li piştê û ji wir ve êrişî gund bikin, bi vê yekê her rêya vekişînê jî wê li ber xelkê gund bihata birrîn, jixwe ne wisa be mirov wê neçar be dîsa şerê wan bike.

Sekvanan bêtirs da pêşiyê, ya rastî erê ji jor, ji sirtê bilind ê çiyê ve kesên ku reviyabûn wir, çend gule berdan, lê belê tesîreke wê ya girîng nebû; piştî bi demeke kurt em di ser serê xelkê gund re rawestiyan; gulebaranekê kir ku ew ji ser banên xwe yên rast birevin, û bi tirs û xofekê dîtin ku vekişîna wan jî di tehlûkeyê de ye. Niha dora daketina gund bi "Elah! Elah!"an girtî bû; gelekên reviyayî bi singuyan hatin derbkirin, hinên din karîbûn di rêyên bi fitlonek û çep re xwe xilas bikin.
Min bi xwe ev bûyer hemû di ser xwe re bihurand dema ez siwarê hêştirekê bûm, ji ber ku ji çend rojan û vir ve ji ber westanê ez nerehet bûm û pirr lawaz bûm ji meşê re. Xanî tijî bûn bi tiştan, muhtemel e ku ev tişt ji gundên cîran hatibin anîn, û esker bi talanê rakirî ji wan xanî û malan vedigeriyan; siwarekî bi dilpakî ji min rica kir ez hespê wî bigirim, min jî hespê wî girt heta ku wî tûrên xwe tijî kirin. Lê belê mana li gund, ne dostane bû, lewma ji jor ve hîna jî gule dihatin reşandin; Kolaxasî ango mîralayê muhafizan li cem min bi guleyekê birîndar bû ji destê xwe û min hêştira axayê xwe dayê da ku ew xwe ji vir dûr bike. Mirovî diviyabû xwe bi dîwaran ve bike berê pêşî; herî dawiyê xaniyek bi tenê mabû, çar heta pênc saetan bi hêvînemaneke hêrsrabûyî li ber xwe da vî xaniyî; mezinê gund bi ala xwe cihê xwe li wir zexm kiribû. Ji bo wî li ser rûyê vê erdê êdî xilasî nemabû, lewma ti hêviya wî û efûyê nebû, ji ber vê yekê jî wî dixwest tenê jiyana xwe buha bifiroşe; ji heman qulikên pencereyan gule dihatin barandin û gule li wan dihatin barandin. 

Di wê navê de ez bi siwarî çûm cem Hafiz Paşa, wî li jêr ji girikekî li şerî temaşe dikir; xenîmet û êsîr jî dianîn wir; jin û mêrên xwîn ji birînên wan diçû, pitik û zarokên di her temenî de, serî û guhên jêkirî, berdêla hemûyan didan kesê dianî bi xelateke pereyan a ji 50 ta 100 qirûşî. Muhlbach birînên birîndaran paqij kirin û heta ku mumkin bû pêçan; kul û xema Kurdan a bêdeng û bêhêvîmana jinan a bi dengê bilind, dîmenekî ku dilê mirovî biêşîne diafirand.

Ya herî xirab jî ew e, ma mirov çawa şerekî li dijî gel li çiyê bêyî wan sehmkariyan û kirêtiyê bi rê ve bibe? Windahiyên me jî kêm nebûn. Min Mehmed Beg û Mehmed Paşa di dema hicûmê de li rêza herî pêş ya sekvanan de dîtin; herçî Mehmet Paşa ye, hespê wî bi gueleyekê hat kuştin. Roja piştre aramî bû, paşê me riya xwe ya ber bi çiyê ve kudand, hejmareke ecêb zêde ya êsîrên ji her rengî biribûn wir; min êdî nedikarî hesabê vî karwanî bigirim, tenê bi taqeta xwe ya herî dawî û bi refaqeta koma muhafiz a Paşa, min xwe gihand vir, vê kampa ku li derveyî çiyayan hatiye hiştin û ez lê çar rojan bi halekî pepûkî, nexweş bûm. Şer bi xwe bi dawî bû û her tişt doza lêbihurînê dike.

Ji wê demê ve ku bi eskerên Tirk re min ev operasyona bêguman ne girîng kir, min kir ku hinek bawerî bi min were anîn; xwezî hemû weke van her du alayan bin. Eskerên van alayan bi wêrekî berê xwe dan ser guleyan, fatalîzm bi tevahiya hêza xwe, û hez û niyeta talan û xenîmetê bêguman di vê rewşê de ji bo wêrekiya wan qeraseyekî xurt e, lewma dijberê wan halxweş û dewlemend in. Sîleh û teçhîzata me xirab bû, lê belê hewa nerm e, meşa zehmet a heta bi vir di şiverêyên kevirî yên çiyayan re, di bê hejmar rûbar û çeman re tugaya me pêxwas li pey xwe hişt, pêlavên wan ên feqîriyê jî di destê wan de bûn; ji bo muharebê esker tevahiya kinc û cilên xwe tevî mantoyê xwe li nava xwe weke kemberê girêdidin, û ev qet xirab jî nîne. Tiving xirab in û pirr kêm dikarin li nîşanê bidin; jixwe esker hîç nîşanê nagirin. Dema ku hicûm dibirin ser gund, çawişek li ber çavên min ket ku berê xwe guherandî gule berdidan ezmanê heşîn ê Xwedê. Min jê re got "Arkadaş-heval, te gule wisa berdan ku?" Wî wiha li min vegerand, "Zarar yok babam - zirara wê nîne bavo – inşallah vurdu! – înşela lêxist!" û bi lez guleyeke din berda heman aliyî. Wekî din, ev jî rastiyek e ku pirraniya birîndarên me ji ber guleyên me bi xwe bûn, ew guleyên ku ji piştê ve timî di ser serê me re bi fîqîn derbas dibûn.

Hin tişt li vir bi cih bûne û veguherîne qaîdeyê ku wê pirr zêde li dijî nîzama me ya kampdanînê be; hema ku esker gihişt, ew di cih de metereyê xwe yan jî şûşeya xwe ya avê tijî dike, bi wî halê xwe yê xwêdan jê dinuqite, avê vedixwe yan jî xwe diavêje nava avê heke aveke xwe biavêjiyê hebe; paşê ew saetekê, dusaetan radize û dema roja mirovî dişewitîne hinekî ber bi avabûnê ve diçe, hingê ew derdikeve holê û li cem konê xwe di erdê de ji bo xwarina xwe çêke kortikekê çêdike. Li wir nan bi xwarinê re tê amadekirin; esker ardê li wan hatî levakirin, dikin hevîrê pîdeyekî tenik û li ser sêlên hesinî ku mirov li ser êgir datîne, weke omletekê bi lez dipijînin. 

* Behsa Seîd Begê Mîrê Êzîdiyên devera Ridwanê dike. Di nameya xwe ya 11 û 12´ê Gulanê de behsa êrişa li dijî Keleha Seîd Begê dike. 
** Bi texmîna min behsa Çemê Ridwan dike, çawa ku ji deverê re Êzîdxan dihat gotin, dibe ku ji çem re jî Çemê Êzîdxanê hatibe gotin.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.