
Piştî derketina hin îdîayan a derbarê tenduristî û ewlakariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiyên Kurdan dane destpêkirin bê navber didomin û her diçe berfireh dibin. Di serî de li navendên Ewrpoyê li her derê cîhanê cihê Kurd lê dijîn Kurd li ser piya ne. Di çalakiyên dawiya hefteyê derketin lutkeya herî bilind de li hin cihan polîsa êrîş kir.
Li seranserê Elmanya çalakî
Li Frankfut a Almanyayê bi organîzeya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û tevî Kurdên li Frankfurtê dijîn bi beşdariya kurdên ji Hanau, Offenbachê çalakiyek hate lidarxistin. Roja Înê êvarî li Borseplatzê mitîng hate lidarxistin. Her wiha roja şemiyê jî meşek hate organîze kirin. Meşa ku ji Bockenheimerwertê dest pê kir heta navenda bajêr Altê Oper û paşê jî heta bi Hauptwache berdewam kir.
Li Berlînê bi pêşengiya DKTM û Meclîsa Jinan a Destan mitîng hate lidarxistin. Di mitîngê de bi sloganan êrîşên dewleta Tirk hatin şermezar kirin û bangên xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin. Piştî çalakiya înê roja şemiyê jî bi heman mabestê meşek hate lidarxistin.

Li Hambûrgê jî Kurdistanî ji bo Rêberê xwe li ser piya bûn. Meşa ku li taxa Sternschenze dest pê kir heta ber serfaretxaneya Tirk dom kir. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û bangên şandina heyetan ji bo Îmraliyê li rayedarên Elman û saziyên navneteweyî hate kirin.
Li Braunschweigê bi pêşengiya Ciwanên Azad û Jinên azad bi beşdariya 600 kesî meş hate lidarxistin. Meşa ku ji ber Schloss Artadenê dest pê kir. Li ser helwesta polîs a li dij sembolên Kurdî meş vergeriya çalakiya rûniştinê. Di çalakiyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer helwesta polîsê Alman şermezar kir.
Li Celle bi organîzeya Hevgirtina Ciwanen Êzîdî (HCÊ) û Ciwanên Azad ji bo meşê Kurdiztanî li ber şaredariyê kom bûn. Meşa bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” domkir li Grosser Planê qediya.
Li Dusseldorfê bi hezaran kes beşdarî meşa ji bo Rêberê Gelê Kurd hate lidarxistin bûn. Meş ji aliyê Yekîtiya Jinên ên li Almanya YJK-E, Konfederasyona Koçberên Êzîdî yên Ewropayê-AvEG, Konfederasyona Karkerên Tirk ên Ewropayê-ATİk hate organîze kirin û gelek saziyan deste da çalakiyê. Meşê ji ber Stasyona Trênê yan navnedî dest pê kir. Piştî meşa navenda bajêr çalakiyê bi mitînga li ber Parlamentoya Eyaletê bi dawî bû. Di axaftinên li mitîngê de banga ketina tevgerê li CPT’î hate kirin.
Li aliyê drin li ser banga Meclîsa Gel a Kleve Kurdistanî li kolana herî bi tevger a bajêr li hev kom bûn û bi mitînga li dar xistin azadiya Ocalan xwestin û AKP şermezar kirin.
Li bajarên Halle Saale û Magdeburgê meş atin lidarxistin. Di meşan de pankart û dovîzên ku azadiya Ocalan daxwaz dikin hatin hilgirtin û belavok hatin belav kirin.
Li Mainzê jî bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Kurdistanî li ber stasyona trêne li hev kom bûn. Partiya Çep a Almanyayê jî destek da meşê. Serokê Partiya Çep ê Mainz-Bingenê Tupac Orellana Mandores peyama, “em her dayim li gel gelê Kurd in” da.

Li Mannheimê jî di meşa ji bo Ocalan hate lidarxistin de belavok hatin belav kirin. Li Munchenê li ber seferetxaneya Tirk Kurdistanî li hev civiyan. Di çlaakiya bi organîzeya DKTM û Meclîsa Jinê ya SARA de bi Elmanî, Kurdî û Tirkî slogan hatin qêrîn.
Li Stûttgartê çalakiya nobetê ya ji bo Ocalan beriya hefteyekê dest pê kir pêr bi meş û mitîngekê hate bidawî kirin. Partiya Marksîst Lenînîst a Almanya MLPD jî deste da çalakiyê. Di çalakiyê de zextên dewleta Alman ên li ser Kurdan jî hatin şermezar kirin.
Li Ulmê pêkhateyên HDK-Ulm NAV-DEM, AGİF, SYKP û ADHK çalakiyeke hevbeş organîze kirin. Çalakî li Marktplatz a li ber şaredariya bajêr pêk hat.
Li Saarbruckenê jî bi beşdariya bi sedan kesî çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyan ji ber Europa Galeria dest bi meşê kirin heta bi St. Johann Markt meşîn. Di meşê de belavok hatin belavkirin.
Li Nurberghe jhi Kurdistanî ji bo Ocalan di nava çalakiyê de bûn. Kurdistaniyan bi mitînga li ber Lozern Kirche banga dawîanîna tecrîda li ser Rêberê Kurd kirin.

Li Freiburgê jî bi organîzeya Meclîsa Jinê Nûda û Navenda Civaka Kurd a Demokratî Kurdistanî li ber şaredariyê civiyan. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belav kirin. Her wiha heyeta ku hate avakirin partiyên siyasî yên li bajêr ziyaret kirin û bi dosyayên pêşkêş kirin bala wan kişandin ser rewşa Ocalan.
Li Essenê jî roja Înê li ber balyozxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin.
Li çar navendên Awûsturya çalakî
Li bajarê Brengez ê Awûsturya ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd ç alakî pêk hat. Meşa ku ji Parkplatçzê dest pê kir li Marktplatzê bi dawî bû.
Li Innsbruck ê jî çalakiya kohnvedanê ya sê roja dom kir roja şemiyê bi meşa hate lidarxistin bidawî bû. Li Viyanayê Kurdên ku roja înê li ber balyozxaneya Tirk civiyan sloganên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd re qîriyan.
Li bajarhe Grazê jî çalakiya konvedanê ya sê rojan dom kir înê bi mitîngê hate bidawî kirin. Di çerçoveya çalayian de 8 rojan li Grazê li panoyên mezin ên bajêr dîmanên bi daxwaza azadiya Ocalan hatin nîşandan.
Swîsre bênavber di çalakiyê de ye
Li seranserê Swîsreyê çalakiyên ji bo ewlehiya Rêberê Gelê Kurd hatine destpêkirin bê navber û bi hemû xwurtayiya xwe didomin. Li navenda Bernê mitîngek hate lidarxistin û bi sedan kes beşdar bhunm.
Li Zûrîhê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan li ser pira Bahnhofquai çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan hatin hilgirtin.
Calakiya li bajarê Luzernê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan pêk hat. Di çalakiya li Bahnhofplatzê de pankart a bi nivîsa, “Ji Ocalan re Azadî” hate hilgirtin.
Meclîsa Jinê ya Asîn Denîz pêşengiya çalakiya Kurdan al il St.Gallenê kir. Di çerç üveya çalakiyê de bi rayedarên ragahandina herêmê re hevdîtin hate kirin.
Li Bîelê jî bi hevkariya Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan û Ciwanên Azad Kurdistanî li Cantralê Place li hev kom bûn. Di axaftinên li mitîngê hatin kirin de peyama ku heta agahî ji Ocalan neyê girtin ewê çalakiyên xwe bidomînin hate dayin.
Li Melbournê mitîng
Li bajarê Awûstralya Melbournê Kurdistanî li ber avahiya pirtûkxaneya eyaletê li hev civiyan. Kurdistaniyan bi sloganan dilsoziya xwe ji bo Rêberê xwe anîn ziman û peyamên
Li Den Haagê bi sedan meşvan
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê ji bo tenduristiya Ocalan meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji qada Maliveld dest pê kir li ber Dadgeha Edaletê ya Laheyê bi dawî bû.
Li Atînayê çalakî didomin
Li paştextda Yewnanîstan Atînayê çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd pêk tên berdewam dikin. Kurdistaniyên li kampên Lavrion û Nerakî meş lidar pistin. Kurdistaniyên ku xwestin saziyên navneteweyî ji bo Ocalan bikevin tevgerê rizgarkirina Reqayê jî pîroz kirin.
Li Roma nijatperestî û tecrît protesto kirin
Li paytexta Îtalya Romayê di çalakiya li dij nijatperestiyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezar kirin.
Li Swêd bênavber çalakî
Çalakiyên ku hefteya borî li gelek navendên Swêdê pêk hatin berdewam dikin. Li paştext Stockholmê Kurdistanhi li qada Medborgarplatsenê kom bûn daxwaziyên wxe bi mitîngekê anîn ziman. Parlementerê Partiya Çep Daniel Riazat bêhelwestiya hikûmeta Swêdê rexne kir û xwest li dij kirinên Tirkiyeyê bikeve tevgerê.
Bi heman mabestê li bajarê Orebro jî çalakî pêk hat û daxwaziya rakirina tecrîdê hate kirin.
Li Gevlê Kurdistanî û dostên xwe li qada Storatorget kom bûn. Bi sloganên xwe û pankartên hilgirtin tecrît şermezar kirin.
Li Brukselê mitîng
Li paytexta Belçîka Brûklê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-NAV-BEL’ê û Meclîsa Jinê ya Bêrîtan ji bo balê bikişînin ser ewlehî û tenduristiya Ocalan mitîng hate lidarxisitin.
Ji Parîsê heta Montpellierê
Li paytexta Fransa Parîsê Kurd û dostên xwe ji bo Ocalan li ser piya bûn. Kurdistaniyên ku roja Şemiyê li Qada Republiqe kom bûn heta qada Bastille meşiyan. Di çalakiyê de hate gotin ku Kurdistanî wê bê navber li qadan bin.
Bi heman mabestê li bajarê Nice meş, li La Rochalle jî mitîng hate lidarxistin.
Li Strasbourgê jî bê navber çalakî didomin. Kurdistaniyan li Qada Kleberê mitîng lidar xistin. Bi heman mabestê li Marsilya li qada Canebiere Kurdistaniyan dest bi meşê kir û bi sloganan heta qada Vieux Protê meşiyan û li vir mitîng lidar xistin.
Li bajarê Rennesê jî bi sedan Kurdistanî li qada Colombia kom bûn û destbi meşê kirin. Çalakî bi mitînga li qada Rebûplik bi dawî bû. Li Monnpellierê jî roja Înê ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saziyên ragihandinê yên mîna La Gazette, Le Marseillez û France Blues Radio hatin ziyaretkirin û ji bo wan dosya hate pêşkêş kirin.
Kanada, Danîmarka û Îngilîstanê
Li Torontoya Kanadayê çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd berdewam in. Roja înê li ber balyozxaneya Tirk mitîngeh hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li hikûmeta Kanadayê hate kirin ku ji bo rewşa Ocalan bikeve nava hewldanan.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanhi û dosên xwe li ser piya bûn. Roja şemiyê Kurdistanî li Israil Plads civiyan û di kolanên herî bitevger ên bajêr re heta qada Gammeltorv meşiyan û li vir mitîng lidar xistin. Li bajarê Leeds ê li bakûrê Îngîlîstanê Kurdistanî ji bo Ocalan derketin qadan. Di çalakiyê de banga bi lezgînî şandina heyetekê ji bo Îmraliyê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN