Li seranserê Ewrûpayê li gelek navenda Kurdistanî û dostên wan bi grevên birçîbûnê doza azadiya Ocalan dikin û destekê didin parlamentera Colemêrgê ya HDP´yî Leyla Guven a ku bi greva birçîbûnê ev 33 roj in doza dawîanîna li tecrîdkirina Ocalan dike.

Li seranserê Ewrûpayê Kurdistanî bi çalakiyên greva birçîbûnê doza azadiya Ocalan dikin û destekê didin çalakiya hevseroka KCD´ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û Guven ev 33 roj in ku çalakiya xwe dewam dike. Ji paytexta Swêdê Stockholmê heta bi paytexta Yewnanistanê Atînayê, ji bajarê Awusturyayê Grazê heta bi paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê çalakiyên greva birçîbûnê dewam dikin. Li Elmanyayê jî çalakiyên li Koln, Berlîn, Frankfurt, Hamburg, Stuttgart, Munich, Nurnberg û Darmstadtê 4 roj li dûv xwe hiştin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê, Amineh Kakabaveh çû serdana çalakvanên ku li Stokcholmê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ketine greva birçbûnê. Kakabaveh piştgiriya da çalakvanan.

Kakabaveh çû Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê ya li Stockholmê û ji ber helwêsta çalakvanan a berxwedêr ew pîroz kirin û got, "Ez bawer im, çalakî wê bi ser keve."

Kakabaveh bi bîr xist ku Îlonê hilbijartin pêk hatibe jî li Swêdê hikûmet ava nebûye û got, bi avabûna hikumetê re, ew ê greva birçîbûnê ya Leyla Guven, girtiyên din û tecrîdkirina Ocalan bînin rojeva parlamenê.

    Stuttgart  

Tecrîd dewama komployê ye

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li bajarê Awusturyayê Grazê greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakiya pêr ji bo piştgiriya Leyla Guven û azadiya Ocalan e.

Greva birçîbûnê li hola NCDK a bajêr pêk tê û 10 kes beşdarî grevê bûne. Gelek Kurdistanî û dostên wan ên Awusturyayî serdana çalakgeran kir. Komek ji ciwanan a ji Rêxistina Ciwanan a SPO'yê, peyama piştgiriyê ji bo gelê Kurd da.

Hevserokê Meclîsa Gel a NCDK'ê Halîs Sever jî çalakiya Leyla Guven silav kir û got, tecrîdkirina Ocalan dewama komploya navneteweyî ye.

Heta ku encam bê girtin

Greva Birçîbûnê ya li paytexta Yewnanistanê Atînayê di roja 5’an de ye. Çalakgeran doh daxuyaniyek da û bang kir da ku çalakî li tevahiya Ewrûpa û Kurdistanê dewam bike heta ku encam bê girtin.

Di daxuyaniyê de bi taybetî bang li ciwanan hate kirin, ji bo xwedî li Ocalan, çand, ziman û welatê xwe derkevin.

Di daxuyaniyê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan hate silavkirin û hate gotin, "Ev çalakî rûmet û nirxên pîroz nîşan dide."

Greva birçîbûnê wê heta 21'ê Kanûnê bidome.

Li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin

Greva birçîbûnê ya Kurdistaniyên li Danîmarkayê di roja 4’an de ye. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên Kurdistanî û Danîmarkayî ku bi armanca piştgiriyê doh çûn sedana konê çalakiyê, diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binê wan.

Wan got, Ocalan nûnertiya vîna bi milyonan Kurdî dike û rexne girtin li hikûmeta Danîmarka û Yekîtiya Ewrûpayê ji ber ku li dijî tecrîd û êrişên li hemberî destketiyên Kurdan bêdeng in.

Qisekeran bang li CPT, saziyên Ewrûpayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê.

Li Elmanyayê li 8 bajaran

Li 8 bajarên Elmanyayê, ango li Koln, Frankfurt, Berlîn, Hamburg, Stuttgart, Munih, Nurnberg û Darmstadtê jî çalakî dewam dikin û grevên birçîbûnê 4 roj li dûv xwe hiştin. Li hin bajaran grev bi roj li konên navenda bajêr dewam dike û êvaran li NCDK´yan.

Li Berlînê li meydaneke dîrokî a bajêr Brandenburger Tor grev bi coş dewam dike. Grev bi beşdariya 15 kesan wê 10 rojan dewam bike. Kurdistanî çalakgeran tenê nahêlin û bi komî diçin serdana wan. Çalakger sereqet belavokan belav dikin. Wekî din Hozan Aydin û Hozan Mustafa jî çûn serdana çalakgeran û muzîk pêşkêşî wan kir.

Li Kolnê 65 kes di grevê de ne

Li Kolnê bi beşdariya 65 kesan grev dewam dike. Çalakî li ber dêra dîrokê Kolner Domê dewam dike û gelek kes û nûnerên saziyan diçin serdana çalakgeran. Raya giştî ya Elman û akademisyenan jî destek da çalakgeran. Desteka hunermendan jî dewam ike. Doh Hozan Diyar bi muzîka xwe moral da çalakgeran.

Xwedî li çalakiyê derkevin

Li Stuttgartê jî çalakî bi roj li konê li Marstallstrasse vedayî û bi şev jî li NCDK a bajêr dewam dike. Heta şemiya bihurî koma ji Ludwigsburgê çalakî dikir, doh koma ji navenda Stuttgartê çalakiiya greva birçîbûnê dewr girt. 8 kes wê 3 rojan grevê dewam bikin û paşê komeke din wê grevê dewr bigire. Çav li rêye çalakî deh rojan dewam bike. Pembuşah Ozmen a ku di koma yekem a grevê de bû dibêje, "Mesele Rêbertiya me û siheta wî ye. Li ser vî esasî ez ê çalakiya xwe heta encam bê girtin dewam bikim. Ez bang li hemû derdorên hestyar dikim, xwedî li çalakiyê derkevin."

 

NAVENDA NÛÇEYAN