
Eniya Çep li dijî polîtîkayên xebat û aboriyê yê hikûmetê bi mîtîngekê starta kampanyayê da û di kampanyayê de Kurdên tevlî bûn ji bo Azadiya Ocalan îmze berhev kirin. Standa ji aliyê nûnerên Meclisên Gel yên Saînt Avold û Metz ve hatin vekirin der barê têkoşîn û şert û mercên jiyanê yên Îmraliyê hatin vegotin.
2 hezar kesên tevlî mîtîngê bibûn jê 1100 kesî îmze avêt û hat hînbûn yên din jî li Parîs û bajarên din îmze dane.
Di çarçoveya kampanyaya Ji bo Ocalan Azadî ji aliyê meclisên Gel yên Saînt Avold û Metz heta niha 2 hezar îmze hatine berhevkirin. Di mîtînga eniya çep de bi van îmzeyên hatin berhvkirin de hejmar 3 hezarî derbas dike. Ji aliyê nûnerên Meclisa Gel ve daxuyanî hat dayîn û hate diyar kirin ku kampanyaya Kurdan hêj didome û got ji berk u hêj gelek form negihiştine destê wan hejmara îmzeyan zêdetir e.
Nêzîkbûna jidil
Hineyna Erisen ku li gundê Amerongen ê şêniya wê 7 hezar û li girêdayî bajarê Utrecht a Holandayê ye, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 350 îmze berhev kir. Erisen van îmzeyan di demek ji meheke kêmtir de di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî de berhev kir.
Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî ya ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî ve sala par hat destpêkirin, berdewam dike. Kesê bi navê Hineyna Erisne ku li gundê Amerongen ê Holandayê dijî di vê çarçoveyê de 350 îmze berhev kir.
Erisen diyar kir ku wê îmze ji dibistan, mamoste, rêveber, xwendekarên amadeyî, rêveber, bijîşkên malan, saziyên tenduristiyê, ji rahîbên dêrên Katolîk û Protestan, peywirdarên têkiliyên civakî, pedagog, pisporên zarokan, psîkolog, mamosteyên zanîngehan û nivîskaran berhev kiriye.
Erîsen got: “Ez tevlî hemû ayinên li dêran bûm” û di nava nivîskarên ku îmze dane de Arjen Aaartejes jî heye.
Erisen da zanîn ku bi şaredar re jî hevdîtin pêk aniye û got: “Piştgiriyê dane me. Serkeftinê xwestin. Min îmze ji xebatkarên şaredariyê jî wergirt.”
Erisen da zanîn ku di pêvajoyek ji mehekê kêmtir de 350 îmze berhev kirine û got: “Hemû pir bi dilgermî nêzîk bûn. Ji ber qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê sersaxî xwestin. Welatiyan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ji ber ku tu ewlehiya canê van mirovan tune bûn hatine vir, lê welatên Ewropayê jî nekarî wan biparêze."
ANF/METZ-AMERONGEN