Hevberdevkên HDP'ê yên Norwêcê Kerem Arda û Xezal Algunerhan ragihandin ku ji bajarên cuda yên welêt, wê hilbijêr kom bi kom bên dengdayînê. Li Norwêcê bi qasî 7 hezar hilbijêrên Tirkiyeyî hene. HDP dixwaze herî kêm nîvê dengê hilbijêrên li Norwêcê bi dest bixe. Tevlîbûna li dengdayînê heta niha kêmî bendewariyane. Tê texmînkirin ku HDP weke partiya yekemîn ji sindoqan derkeve.


Stûttgartê dengdayîn dewam dike

Li bajarê Almanya Stûttgartê dengdayîn li navnîşana Lorenz Strasse'yê dewam dike. Ji ber ku duh li Elmanyayê betlaneya fermî bû, eleqeyeke zêde ji bo dengdayînê hebû. Lê belê ji ber ku dengdayîn bi tenê li 5 sindoqan hat kirin, mirov bi qasî 2 saetan di rêzê de man. Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Stûttgartê da xuyakirin ku li gelemperiya Ewropayê dengdayîn herî zêde li Stûttgartê pêk tê. Li Stûttgarta ku xwedî 142,711 hilbijêran e, heta niha 38 hezar deng hatine bikaranîn.


Li Freîbûrgê dengdayîna girseyî

Ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Hilbijêr dibêjin 'dengek jî dengek e' û bi dengên xwe re destekeke mezin didin vê hilbijartinê. Hilbijêrên HDP'yî yên li bajarên Freîbûrg, Lahr, Offenbûrg, Kehl û derdora wê yên Elmanyayê, bi 2 otobus û 40 wesayîtan li Karlsrûheyê dengê xwe bikar anîn. Hilbijêrên ku qeyda wan a dengdayînê li bajarên Hambûrg, Berlîn, Strasboûrg û Baselê hatin xuyakirin jî, ji aliyê Komîsyona HDP'ê ya Freîbûrgê ve ji navendên lê deng bikar bînin re hatin şandin.


Xebatên hilbijartinê yên li Hannoverê

Hilbijêrên li eyaleta Sachen Anhalt a Almanyayê, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dengê xwe li Qada Messe ya Hannoverê bikar tînin.

 

Li Mannheîmê 'betlaneya demokrasiyê' 

Ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, dengdayîn û xebatên li Ewropayê dewam dikin. Li bajarê Elmanya Mannheîmê, Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê bi ekîbeke ji 108 kesan, xebatên xwe dimeşîne. Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Mannheîmê Cano Yildiz daxuyaniyek da û anî ziman ku wan di nava hefteyekê de 3.500 kes, bi giştî jî 4.515 kes birine ser sindoqan. Yildiz got, "Me heta 31'ê Gulanê 'betlaneya demokrasiyê' ragihand. Em ê li gorî vê yekê tevbigerin û bi ekîbên xwe di xizmeta gel de bin." Yildiz da xuyakirin ku ji bo çûyîna ser sindoqê, hilbijêr di her saetê de bi rêya nûmara '017684462735' ya telefonê dikarin xwe bigihînin wan û got, "Her wiha gelê me dikare bê Navenda Civaka Demokratîk a Lûdwîgshafenê û alîkariyê bixwaze." 


 NAVENDA NÛÇEYAN